– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê şert û mercên Rêber Apo yên xebitîna azad werin dabînkirin û bang kir ku qanûna çarçoveyê were fermîkirin.
– Di salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê de wê merasîmên bîranînê yên qurbaniyên komkujiyê bên şopandin.
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan bên şopandin.
– Bi şîara “Bi Jineolojî re ber bi avakirina jiyana azad a komînal ve” Konferansa Jineolojî ya Ewropa tê lidarxistin. Konferans wê 16-18’ê Cotmehê li Hollandayê were lidarxistin. Di konferansê de wê tecrûbeyên li Ewropa û perspektîfên rêxistinbûnê ya dema nû bên nirxandin.

