Di 10’ê Kanûna 2017’an de deriya zanîngeha Kobanê ji xwendekaran re hat vekirin. Lê ji ber zêdebûna hejmara xwendekarên zanîngehê û vebûna gelek beşên branşên cuda yên perwerdehiyê, pêdivî bi zanîngehek mezintir hat dîtin. Di sala 2018’an mezintirîn zanîngeh li ser asta herêmê li gundê Mezrê Sofiyan ya Kobanê hatibû vekirin. Di wê pêvajoyê de tenê bingeha avakirina zanîngehê hatibû avêtin ji ber êrîşan hatibû rawestandin. Lê piştî çar salan di çarçoveya pêdiviyan de Rêveberiya Xweser di sala 2021’an de cardin biryara avakirina zanîngehê da.
Rupîvana Zanîngeha Kobanê hezar û 500 metre kabe û tê de mezintirîn pirtûkxane û eywan heye. Di nava xwe de jî 25 polên xwendinê û 35 odeyên rêveberî heye. Wê beşa Fakulteya Perwerdê û Peymangeha Zanistê ya Perwerdê li Kobanê bimînin, tevahî beşên din jî wê di zanîngeha nû de cih bigrin. Xebatên avakirina zanîngehê bi giştî bi dawî bû û di demeke nêz de wê deriyê xwe ji sedan xwendekaran re veke.
Duh jî bi şahiyeke bi heybet ku bi sedan kes berê xwe dabûn cihê şahiyê û bi hevra şahiya Kamûsa zanîngeha nû pîroz kirin. Xwendekar û mamosteyên zanîngehê têkildarî vekirina zanîngehê ji ANF’ê re axivîn.
Bi boneya vekirina zanîngeha Kobanê Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî. Mislim ev roj li tevahî xwendekar û gelê Kobanê pîroz kir û got, “Zanîngeha Kobanê ku di sala 2017’an de, di demeke ku hemû cihê Kobanê piştî şer hatibû ruxandin de, di nava mercên zor û zehmet de, xwendekaran xwendina xwe berdewam kir. Ew avahiyên ku xwendekar lê dixwendin, ne li gorî sîstema zanîngehê bûn. Beriya du salan ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran em gelekî tengav bûn. Lê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo vekirina zanîngeheke mezintir, ji bo tevahî xwendekar, ev rol da ser milê xwe û dest bi avakirina avahiya zanîngeha kobanê kirin.”
HEZAR Û 200 XWENDEKAR DI NAVA ZANÎNGEHA KOBANÊ DE CIHÊ XWE DIGIRIN
Mislim, anî ziman ku ew ê ji bo xwendekaran hewl bidin derfetên baştir ava bikin û wiha domand, “Wê gelek beşên din ji bo xwendekaran bên avakirin. Ji bo avakirina siberojeke baş ji bo xwendekar û gelê me wê xebat bên meşandin. Zêdetirî deh beş û fakulteya zanîngeha Kobanê heye. Hejmara xwendekaran jî bûye hezar û 200.”
BI DU MAMOSTEYAN DESTPÊ KIR ÎRO BI HEZARAN XWENDEKAR Û MAMOSTE HENE
Mamosteyê Beşa Erdnîgarî Mihemed Xan, jî da zanîn ku wan bi du mamoste dest bi perwerdehiyê kirine û got, “Îro bi hezaran mamoste, dibistan, zanîngeh û xwendekar çêbûn. Vekirina zanîngehekê ji bo me xewn bû, lê bi saya berxwedêrên me û şehîdê me em gihîştin vê astê. Me bi du mamosteyan dest pê kir, vaye em êdî bûn xwedî zanîngehan. Ev roj jî ji bo tevahî gelê Kobanê û gelê Kurd mîna xewnek bû. Lê ew xewn pêk hat, me di sala 2011’an de yekemîn dibistan a bi navê Şehîd Osman dest bi perwerdehiyê kiribû. Vaye bi hezaran dibinstan, mamoste û zanîngehên me hatin vekirin, em jî cihê şanaziyê ye.”
XEWN Û XEYALÊN PÊŞIYAN PÊK HAT
Xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Şivîn Hecî, diyar kir ku ew weke xwendekar bi vekirina zanîngehê gelek kêfxweş bûye û wiha got, “Weke ku tê zanîn Zanîngeha Kobanê ji ber rewşên awerte neçar dima her tim cih biguherîne. Her demekî ji ber şer li cihekî din perwerdehî dewam dikir. Ji ber vebûna zanîngehê em gelek kêfxweş û bextewar in. Bav û kalên me ji ber her dem rastî zextê hatine û nedikarîn bi zimanê Kurdî biaxivin, xewna wan bû ku bi awayekî azad bi zimanê xwe bipeyivin. Lê îro em li dijî zextan zanîngehên xwe ava dikin û bi zimanê xwe dixwînin. Xewın û xeyalên bav û kalên me pêk hatin.
EV ROJ JI BO ME DÎROKE
Xwendekara Ziman û Beşa Kurdî Serbest Bozan jî destnîşan kir ku vekirina zanîngeha Kobanê ew bi xwe rojeke dîrokî ye û wiha axivî, “Xwendin bi zimanê dayîkê xewn û xeyal bû. Lê ew xewn bi saya bi hezaran şehîd ji bo azadiyê canê xwe feda kirin pêk hat. Em vê rojê jî li xwe û tevahî gelê xwe pîroz dikin.”