YJK-H’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Ji bo şikandina tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, ev salek in Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dewam dike. Di qonaxa duyemîn a pêngavê de bi kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê’ çalakiyên bi bandor tên lidarxistin. Weke Tevgera Jinên Kurd (YJK-H) em car din diyar dikin ku dijmin bi polîtîkayên îzolasyonê yên li hemberî Rêber Apo, nagihije armanca xwe.
Em biryara di civîna wezîran a Konseya Ewropayê de ji bo rakirina tecrîda mutlaq hatî dayîn, girîng dibînin. Lê em qebûl nakin ku pêkanîna biryara hatî dayîn, heta salekê bê dirêjkirin. Ji bo tecrîda mutlaq a li ser Rêbertiya me bê rakirin, pêvajoya hiqûqî rast bê meşandin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were, em ê timî di nava çalakiyan de bin. Di vî warî de weke YJK-H em xwedî li pêngava ‘Tîrêjên Rojê’ ya ku Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) dayî destpêkirin, dibin û em bang li hemû girseya xwe ya jin dikin ku beşdarî kampanyaya nameya bibin. 16’ê Mijdarê wê li seranserî Ewropayê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bê kirin. Xebatên ji bo vê meşê wê bi rengekî hîn xurttir dewam bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.”