Yekşem, 6 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê serdana CHP’ê kir: Bila komîsyonek were avakirin, daraza serbixwe bikeve dewrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê çû serdana CHP’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê wê bi Erdogan re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêber Apo re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo daxuyaniya gerîla ya bê kirin, ji qada navneteweyî eleqeyeke mezin heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Franzitta: Modela konfederalîzma demokratîk a Birêz Ocalan yekane çareserî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê komxebata ciwanan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tirkiyeyê qedexeya seferên ber bi Silêmaniyeyê ve ji bo sê mehên din dirêj kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji ber wefata Muhsin Salih peyama sersaxiye weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo rojnamevanên ku daxuyaniya gerîla bişopînin navnîşan hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê şerê Şengalê. Cîger Goyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JinNews: Mehekê herî kêm 19 jin û zarokek hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya komxebata jinan a li Silêmaniyeyê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgeha Sine zexta li rojnamevana Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê kirdeya sereke ya pêvajoyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YRK’ê nasnameya 3 şehîdên HPJ’ê eşkere kir
Kurdistan

YRK’ê nasnameya 3 şehîdên HPJ’ê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir û got, “Bûn nimûneya sekna jina azad û mohra xwe li dîroka mirovahiyê dan.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandinê ya YRK’ê derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:

“Di dîroka 3’yê Tîrmeha 2024’an de dema ku hevrêya me Ararat Bawer li gel hevrêya xwe Stêra Sîser û Tara Hewram li herêma Asos li ser erka xwe ya şoreşgerî bûn, gihiştin asta şehadetê.

Di dîrokê de her tim yên ku mohra xwe li dîroka mirovahiyê dane, her tim mezin û bi wateyeke mezin jiyan kirine şehîdên me ne. Bi taybet di şexsê jina ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin de, bi sedan emsal di her şert û mercî de, her tim li ber xwe dane û bûne mînaka jiyana bedew a ku ji tevahiya mirovahiyê re îro pêşengtî dike. Mîna her demê hevrêya me Ararat Bawer, Stêra Sîser û Tara Tolhildan jî bi tevlîbûn û seknên xwe careke din dane diyar kirin ku ew jî nimûneyên heqîqeta xeta jina azad a ku ji mirovahiyê re pêşengtî kiriye. Bûn nimûneya hevrêtiya rasteqîn a bi Rêber Apo re. Bi tevlîbûnên xwe,  bê dudilî her tim bûn nimûneya sekna jina azad û wan jî mohra xwe li dîroka mirovahiyê dan.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û dubare soz didin ku xeyalên wan bigihînin serketinê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne:

Nasnav: Ararat Bawer

Nav û Paşnav: Nehar Avcî

Cihê ji dayikbûnê: Mûş

Dayîk-Bav: Meryem-Tehsîn

Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Asos

**

Nasnav: Stêra Sîser

Nav û Paşnav: Sevda Kosen

Cihê ji dayikbûnê: Heleb

Dayîk-Bav: Fatma-ELÎ

Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Asos

**

Nasnav: Tara Hewram

Nav û Paşnav: Kejan Muyzî

Cihê ji dayikbûnê: Sine

Dayîk-Bav: Geşîn-Behruz

Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Asos

**

ARARAT BAWER

Hevrêya me Nehar Avcî bi navê xwe yê tevgerî Ararat Bawer, di sala 1988’an de li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê çavê xwe li jiyanê vedike. Zarokeke Kurdistanî ye ku dema hîn zarok jê re hatiye gotin, rastiya welat û xaka wê li ser mezin bibe. Di zarokatiya xwe de tevgera Apoyî ji malbata xwe nas dike. Xwedî malbateke welatparêze û di nava malbatê de birayê wê di sala 1997’an de şehîd dibe, bi van rastiyan re mezin dibe û dikeve nava lêgerînan de.

Dema ku ji bo xwendina zanîngehê diçe bajarê Enqerê hîn ji nêz ve tevgera Apoyî nas dike û di wan salan de tevlî nava xebatên ciwanan dibe, di vê demê de ji hestyar nêzbûn zêdetir bi rastiya Rêber Apo re tevgerê hîn ji kûr nas dike û êdî bi lêgerîna ber bi heqîqetê ve, dest bi meşa xwe ya jêneveger dike. Piştî ku dikeve nava kar û xebatan de, di sala 2011’an de ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve tê girtin û salekê di zindanê de dimîne. Di dema ku di zindanê de ye dibe xwedî kesayeteke têkoşer a pir bi hêz. Di sala 2015’an de ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û berê xwe dide warê şoreşê, Rojavayê Kurdistanê. Li ser esasê kar û xebatê şoreşê tevlî nava xebatan dibe, demekê di nava xebatên civakî û piştî wê di nava xebatên Raghandinê de dimîne. Dibe çavê rastiyê ya li beramber şoreşa ku hemî cîhan jê re matmayî maye. Piştî demekê ku li Rojava dimîne vê carê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Di vir de rastiya şerê taybet ê ku li ser civakê tê meşandin, bi taybet rewşa jin û bi giştî Kurdistanê ji nêz ve dibîne û dibe xwedî lêhûrbûneke kûr. Li ser vî esasî biryara tevlîbûnê dide û berê xwe dide nava refên gerîla û êdî ew jî dibe gerîlayek ji bo azadiya Kurdistanê xwe bi çek û rext dike.

Hevrêya me Ararat a ku mîna çiyayê Ararat mezin û serbilind e, ji rastiya jiyana gerîla tu carî biyanîbûn jiyan nekir. Beriya bibe gerîla her tim hîs kiriye, lêkolîn kiriye, bi zanist ji nêz de rastiya jiyana gerîla nas kiriye. Di nava refên me de her çiqas beşdarbûna xwe ya ji refên gerîla re pir demdirêj nebû, ji ber ezmûna xwe ya demên borî ji gelek xebatan re karî pêşengtî bike. Xwedî tecrûbeyek mezin bû, ev yek jî dihişt ku her dem perwerde kirin û ji hevrêyên xwe re pêşengtî kirin, ji bo xwe mîna erkek sereke bibîne.

Di hêla gerîlatiyê de ji bo ji erkên demê re bibe pêşniyar dike ku branşê sabotajê bibîne. Di nava perwerdê de dema xwe bi rengekî herî baş dinirxîne dixwaze bibe gerîlayek jin a ku di her hêlê de bikaribe bibe bersiv û li erka xwe xwedî derkeve.

Bi coş û rûkeniya xwe di nava dilê her hevrêyek xwe de germahiyekê çêdike. Yek roj mîn roja din jiyan nekir. Bi hezkirin û her tim xwe nûkirinê re di her kêliyê de xwe beşdar kir. Bi vê beşdarbûna xwe re bû nimûneya rasteqîn a xeta azadiya jin û ji her kêliya jiyanê re pêşengtî kir. Ji ber qabîliyeta xwe ya pêşketinê di demek kurt de karî bibe fermandara yekîneyek gerîla. Her tim bi sekn û beşdarbûna xwe ya sade amade bû her karê şoreşê bi cih bîne. Tevlîbûn û têkoşîna ku di nava refên me de ava kir ji her hevrêyên xwe re bû mînaka heqîqeta jina ku xwe li ser rastiya Rêber Apo ava dike û mezin jiyan dike.

STÊRA SÎSER

Hevrêya me Stêra Sîser di sala 1998’an de di nava malbateke welatparêz de, li bajarê Helebê çavê xwe li dinyayê vedike. Mîna her zarokeke Rojavayê Kurdistanê para xwe ji bênasnamebûna ku rejîma Baas li ser gelê me yê wê herêmê disepîne digire û bi hesreta rojek bi nasnameya xwe jiyan bike mezin dibe. Ji ber welatparêziya malbata xwe di temenê xwe yê pir ciwan de tevgera Apoyî nas dike. Hevrêya me di nava rastiya şoreşê de rastiya jiyanê nas dike, yanî zarokeke bi şanse ku bi şoreşê re mezin dibe. Di nava kar û xebatan de cihê xwe digire. Di demê ku di nava kar û xebatan de ye bi xwendina nameya heval Zîlan re, fikirandineke cuda pê re bi pêş dikeve. Çalakiya fedayî bi taybet sekn û biryardariya hevala Zîlan ya bê emsal, dihêle ku her tim lêgerîna wê ber bi warên azad ve be.

Di sala 2015’an de biryara beşdarbûnê dide. Bi beşdarbûna xwe re dibe xwedî nasnameyek bi vî rengî ku îro hemû cîhan li ber wê matmayî dimîne. Beşdarbûna xwe dibe tolhildana ji sîstema kevneperest ya ku gelê me bê nasname hiştibû. Di qada şoreşê de bi perwerdên bîrdozî û leşkerî kesayeta xwe ji bo her şert û mercî ava dike. Demeke dirêj li Rojava di nava kar û xebatên şoreşê de dimîne. Lê belê her tim lêgerîna wê ew e ku rojekê berê xwe bide qadên azadiyê û li wan qadan, hîn ji nêz mîna jinekê Rêber Apo nas bike. Di sala 2020’an de ew derfet jê re çêdibe ku berê xwe bide wargehên azadiyê. Êdî tişta ku li benda wê bû pêk dihat.

Li çiyayên Kurdistanê her tim xwe li ser xeta azadiya jin perwerwerde dike, dixwaze bibe layîqî sekn û xeta Zîlan û Bêrîtanan, vê yekê her tim bi eşq û hezkirin jiyan dike. Pir baş dizane ku cihê ku dikare tê de xwe nas bike û mezin bibe qadên azad in. Hatina xwe ya ji bo qadên azad her tim şansekî mezin dibîne û her tim dixwaze bi sekn û tevlîbûna ku bide raberkirin jê re bibe besiv.

Hevreya me Stêra Sîser bi mitewazîbûn û sekna xwe ya ku her tim hevaltiyeke mezin jiyan dikir bi fedekartiya ku dida raberkirin ji her hevreyê xwe re dibû nimûne. Kesayeteke bi moral a ku her tim ji jiyana gerîla moral digirt û di heman demê de moral lê bar dikir bû. Li ser vî esasî di nava refên me de bi fedekarî û dilnizmbûna xwe ya ji bo her kar û xebatî, bê dudilî mîraseke têkoşînê ya bê hempa radestî me kir. 

TARA HEWRAM

Kejan muyzî bi navê xwe yê rêxistinê Tara Hewram li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vedike. Zarokeke asî û serhildêr di nava çanda Hewraman a welatparêz de mezin dibe. Di temenekî biçûk de tevgera azadiyê nas dike, lêkolîn dike û di sala 2021’an de berê xwe dide nava refên gerîla. Bi beşdarbûna xwe re êdî dibe parêzvana hemû jinên ku zilm li ser wan tê meşandin, dibe tolhildêra qêrîna hezaran salan û tolê ji kevneperestiyê radike, bi wî rengî dest bi meşeke bê eman dike.

Rastiya dagirkerî û zilma li ser gelê Kurd û bi taybet ya ku li ser jin dihate meşandin, pir baş ji nêz de dibîne û her tim vê yekê ji bo xwe mîna pirsekê dizane û pê re jiyan dike. Hevrêya me Tara Tolhildan zarokeke hîn beriya ku beşdarî nava refên me bibe, di asteke kûr de Rêber Apo lêkolîn dike û dixwaze nas bike. Keçeke jîr û jêhatî ye di dibistanê de her tim her çiqas derfetê xwe yê pir bilind xwendinê hebe jî vê yekê tercîh nake û yekane tişta ku xeyal dike li çiyayên Kurdistanê bibe şervaneke bi çek û rext.

Hevrêya me Tara Hewram a ku şervaneke asî, serhildêreke dil wêrek û heqîqetek bê dawîbû, di her kêliya jiyana xwe de hemû rengên demsalan bi hev re jiyan dikir. ji bo her pêşketinê xwedî qabîliyeteke pir mezin bû. Di her kêliyê de ji bo hemû karê ku bike dispilîneke pir mezin raber dikir, kesayeteke bi disiplîn û bi hesasiyeteke pir mezin her karê ku dikir bi serkeftî bi cih tanî.

Gerilaya xwedî vîn, Tara Hewram bi coş û baweriyek xwedî vîn her tim di nava lêgerîn û heqîqeta fikir û ramanên Rêber Apo de bû. Di hêla xwe perwerdekirinê de di asteke pir bilind de hem di hêla îdeolojîk de, hem jî di hêla leşkerî de bê hesab xwe pêş dixist. Di sala 2023’yan de tevlî akademiya sekvaniyê dibe û di vir de hîn ji nêz de di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe kûr dike, dibe gerîlayeke pispor, dibe gerîlayeke pêşeng û mînak. Di kesayeta xwe de milîtaniya Apoyî ava kiribû. Bi lêpirsîna xwe ya ji nebesiyên xwe re aliyên xwe yên kêm didît û ji bo çareserkirina wan her tim diket nava hewldaneke bê hempa. Pîvanên azadiyê ya jinê ji xwe re dikir pîvanên bingehîn a kesayeta xwe û bi wî rengî tevlîbûn dida raberkirin.

Ji roja ku beşdar bû û wateya azadiyê nas kir, ji dema ku Rêber APO nas kir û azadî jiyan kir bê dudilî, bi coş û moraleke bê hempa beşdarbûneke pir mezin jiyan kir. Bi temenê xwe yê ciwan di nava refên me de ji her hevreyê xwe re çavkaniya hêz û moraleke mezin bû. Beşdarbûna wê heqîqeta milîtantiya rasteqîn a bêhesab bû. Di her kêliya jiyanê de şopa ku hiştiye û jiyan kiriye, wê her tim were jiyankirin û zindî bimîne.

Em jî weke Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) careke din ji malbatên şehîdên xwe re û ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin, ji bo pêkanîna armanc, xewn û xeyalên wan soza bilindkirin û serxistina têkoşîna wan didin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteyên dewleta Tirk êşkence li kalekî kirin
Nûçeya Pişt re KCK’ê ji ber wefata Muhsin Salih peyama sersaxiye weşand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîlê li paytexta Yemen Sanayê xist

Îsraîlê yekemcar beriya ku êrîşê li Yemenê bike hişyariya 'veguhestina sivîlan' da û piştî demeke…

Ji aliyê Stêrk TV

7. Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol û Bavê Teyar tê lidarxistin

7. Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bi dirûşma 'Welatparêzê rasteqîn hurmendekî wêrek e' tê lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rastiyên ku Şehîd Cîhan xwest ragihîne, em ê ragihînin’

Hevrêyên Şehîd Cîhan, Silava Ebd El Rehman û Xelîl Bozo gotin, "Wê tu carî çavê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêber Apo re bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo daxuyaniya gerîla ya bê kirin, ji qada navneteweyî eleqeyeke mezin heye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Di mehekê de 7 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 jî hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?