Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û YJED: Ji bo demokrasiyê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Hesekê komxebata piştgiriya jinên Siwêdayê: Hikûmeta veguhêz ji parastina welatiyan berpirsyar e
Jin

Li Hesekê komxebata piştgiriya jinên Siwêdayê: Hikûmeta veguhêz ji parastina welatiyan berpirsyar e

Komxebata piştgiriya jinên Siwêda ku li Hesekê hat lidarxistin bi encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de komkujiyên li Siwêda hatin şermezarkirin û hat gotin ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ji parastina welatiyan û misogerkirina ewlekariyê berpirsyar e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Jinên Hesekê li Salona Mişwar a Hesekê komxebatek bi sernavê “Bi hev re ji bo jinên Siwêda li dijî qirkirinê” li dar xistin. 

Komxebat ji aliyê Platfoma Çalakiyên Hevbeş a tevger û rêxitstinên jinan ve hate lidarxistin. Zêdeyî 65 nûnerên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Suryan, Toreya Fermandarên Aştiyê, Rêxistina Şawiska û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî tevlî komxebatê bûn.

Di heman demê de nûnên Meclisa Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Koma Jinan a Zenûbya, Meclisa Jinan a Edaleta Civakî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û kesayetên serbixwe jî beşdarî komxebatê bûn. 

 

Beşê yekem ê komxebatê ji aliyê cîgira hevseroka MSD`ê Canda Mihemed ve hate birêvebirin. Canda, rewşa li Sûriyeyê wekî zêde xeternak pênase kir û got ku di nav parçebûna siyasî de yekser bandor li jinan dibe, ew rastî tundî û paşguhkirinê tên.

Canda bi bîr xist li Sûriyeyê alozî û nakokî bi salane li ser hev kom bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destwerdana hêzên herêmî û navdewletî alozî kûrtir kiriye. Pêwîste Sûriye li ser esasê pirengî, wekhevî û edaletê ji nû ve were avakirin. Piştî hilweşîna rêjîma berê, rewş baştir nebûye. Hemû hêzên civakî û siyasî hatine paşguhkirin. Hin herêm bi bi temamî ji danîna pêşeroja welat hatine dûrxistin. Komkujiyên li dijî civaka elewî ya li Perava Sûriyeyê rû dan, pir bi êş bûn. Tu behane ji bo pêkanîna komkujiyan nayê qebûlkirin.”

Canda, helwesta hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê rexne kir û wiha dom kir: “Hikûmeta veguhêz nikarîbû baweriya gelê Sûriye bi xwe bîne. Bi taybet piştî bûyerên Perava Sûriye û Siwêdayê. Li wir komkujiyên mezin hatin kirin. Binpêkirin bi zanebûn hatin kirin. Êrîşa li ser Siwêda jî pir bi êş bû.”

Canda di axaftina xwe de bibîr xist ku pêwîst e danûstendina bi gelê Sûriyeyê re li gorî exlaqên mirovahî be, ne bi zihniyeta dûrxistin û neqebûlkirina aliyên din be, ji ber ku ew rêbaz civakê parçe dike.

Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta veguhêz jinan ji naveda biryarê dûr xistiye û wiha dom kir: “Jin bi komkujiyan re hatine hiştin. Tevî wê jî jinan doza rola xwe ya pêşeng di avakirina Sûriyeya nû de dike. Jinan serkêşiya şerê li dijî DAÎŞ’ê kir. Heta niha jî bi wêrekî li ber xwe dide. Pêwîst e rola jinan di avakirina Sûriyeyê de li ber çavan were girtin.”

Di beşa duyemîn a komxebatê de jî Rêveberiya Koordînasyona Jinan a Zenûbiya Nûr El Henefî li ser reşa li Siwêda axivî û bibîr xist ku ev çend hefte ne li wir binpêkirinên mezin têne jiyîn û di serî de tundiya li dijî jinan.

Nûr, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku jin di nava binpêkirin û sûcên têne kirin de ne û wiha dom kir: “Jin rastî kuştin, revandin û koçberkirinê hatin. Ev sûc bi zanebûn hate kirin, jin jî wekî alavekî tirsandina civakê hatin bikaranîn.”

Paşê beşdaran mijarên hatin rêzkirin nîqaş kirin. Bi giştî beşdaran xwestin ku dawî li binpêkirinan were û rê were dayîn alîkariyên mirovî di zûtirîn dem de derbasî parêzgeha Siwêdayê werin kirin. 

Piştî nîqaşan Komxebat bi van biryarên li jêr bi dawî bû:

1-Komkujiyên têne kirin werin şermezarkirin û ji aliyên herêmî û navneteweyî ve were xwestin ku erka xwe pêk bînin da di zûtirîn dem de şer raweste. Sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan bi taybet jinên Siwêda têne kirin bi dawî bibin.

2-Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê di mijara parastina ewlekarî, dispilîn û parastina sivîlan de bê cûdahî erkê xwe pêk bîne.

3-Ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) were xwestin ku ji bo dawîkirina dorpêça li ser Siwêda zextê bikar bîne. Korîdorên bi ewle werin vekirin da felaketên mirovî yên bandora neynî li jin û zarokan dikin, neyên jiyîn. 

4-Şandeyên navneteweyî ji bo şopandina rastiyan der barê komkujî û sûcên li Siwêdayê li dijî jinan têne kirin, derbasî Siwêdayê bibin.

5-Hesab ji hemû kujer û kesên ku destê wan di komkujiyan de hene, were xwestin, da ku edalet pêk were.

6-Koçberî û guhertina demografî were redkirin. Tekezî li wê yekê were kirin li ‘koçberkirin sûcekî li dijî mirovahiyê ye.’ Bandora wê ya demdirêj li ser pêkhateyan heye. Kîn û dijberiyê di nava pêkhateyan de çêdike.

7-Daxwaz were kirin ku toreyeke piştgiriyê ya di navbera jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Jinên Siwêda û Sûriyeyê bi giştî were vekirin.

8-Hemleyên piştgiriyê yên hevbeş li ser asta ragihandin, herêmî û navneteweyî werin çêkirin.

9-Rola jinan di komîteyên awarte û alîkariyê de, her wiha piştgiriya însiyatîfên jinan di xizmeta civakêl de werin pêşxistin.

10-Hemleyên ragihadinê yên hevbeş ji bo pênasekirina rewşa jinên Siwêda werin lidarxistin. Ev li dijî hemleyên reşkirin ên di çarçoveya veşartina kujeran de pêk were. di heman demê de bandora axaftina kînê kêm bike.

11- Rola rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên taybet ên kar û barê jinan were aktîfkirin. Bi taybet di mijara şopandina rastiyan û ragihandina rewşa jiyanî ya tevahî herêmên Sûriyê de. 

12-Bang li jinên Siwêdayê were kirin ku xwe birêxistin bikin û perwede bikin da karibin parastina xwe ya rewa pêş bixin.

Ev komxebat di çarçoveya çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 30’ê Tîrmehê de ji bo piştgiriya jinên Siwêda dabûn destpêkirin de hatiye lidarxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li navçeya Elkê ya Şirnexê şewat derket
Nûçeya Pişt re Li Dêrazorê êrîşa çekdarî: 3 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirin birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karayilan: Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî siyaseta qirkirinê hate pêşxistin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke azadiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiyê bûn

Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê îlan kirî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nisêbînê meşa li dijî dagirkeriyê

Li Nisêbînê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiya nobedê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?