În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tûnç Divê pêvajo ji însafa dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silopiya û Qilebanê ji bo şehîdan bernameyên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya Gimgimê di budçeya tevlîkar de li cîhanê bû duyemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Zubeyîr Aydar: Hevdîtin bi destûra Erdogan dewam dikir
Rojane

Zubeyîr Aydar: Hevdîtin bi destûra Erdogan dewam dikir

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar anî ziman ku beriya banga Rêber Apo bi agahî û destûra Erdogan rayedarên dewletê li Îmraliyê hevdîtin kirin û got, di mijarên ku dewletê li ser li hev kirine divê gav bêne avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. PKK’ê yekser bersiv da vê bangê û ragihand ku ji 1’ê Adarê û pê ve biryara agirbestê wergirtiye. Her wiha destnîşan kir ku ji bo banga Rêber Apo di pratîkê de bi cih bê anîn, divê bingeha hiqûqî û siyaseta demokratîk bê amadekirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar li ser banga Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.

Aydar destpêkê qala pêvajoya beriya banga dîrokî kir û got, “Beriya wê bi navê dewlet û hikumetê heyet çûn û bi Serok Apo re hevdîtin kir. Ev yek pêvajoyeke hevdîtinê ye ku demeke dirêj e dewam dike. Em qala pêvajoyeke welê dikin ku li ser karê ji niha û pê ve bêne kirin, bi nivîskî nebe jî di hin mijaran de wergirtina înîsiyatîfê, lihevkirin, fêhmkirina hev û bendewariyên ji hev hatin destnîşankirin. Li gorî tecrûbeya xwe ya 32 salan dikarim vê bibêjim; Serok Apo di nava pêvajoyên bi vî rengî de ti carî ji ber xwe ve yan jî bi tesadufî daxuyaniyên bi vî rengî nake. Lê belê her ku firsendê dibîne ji bo aştiyê daxuyaniyên bi vî rengî dike.”

Aydar anî ziman ku ew zanin komîsyoneke hiqûqî hatiye avakirin, ev komîsyon li ser mijarên qanûnî-destûra bingehînî dixebite û got, “Hejmar çar e, em baş nizanin; lê belê bi navê dewletê hin rayedar demeke diçin wê derê û hevdîtinan dikin. Ev mesele ne meseleyeke welê ye ku Devlet Bahçelî êvarekê raza, xewn dît û sibehê rabû çû silav da DEM Partiyê.

Meseleyeke ku berê hate plankirin û amadekirin. Heyeta ku çû Îmraliyê bi Bahçelî re jî rûnişt, hevdîtin kir û meseleyên li ser hatin axaftin bi wî re jî parve kir. Meseleyên ku haya raya giştî jê çêbû piştre rû dan. Bi vê daxuyaniyê re derbasî qonaxeke nû bû. Banga Serok Apo nîşaneya qonaxeke nû ye.”

Zubeyîr Aydar diyar kir ku haya Erdogan ji her tiştî heye û got, “Heyetên ku çûn bi destûra wî çûn. Li wir axaftin li ser çi hatin kirin, çi hate kirin hemû bi rengê raporê didin wî. Em bi kevneşopiya vê dewletê zanin. Bêyî agahiya Erdogan tayînkirineke ibçûk jî nikare bê kirin, rayedarên dewletê wê ji bo pirsgirêkeke ewçend cidî biçe Îmraliyê û bê, lê haya Erdogan wê jê nebe. Ev nepêkan e. Agahî û destûra Edogan heye. Di pêvajoyên berê de jî hebû.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar anî ziman ku esasê bangê têkildarî dewletê ye û got, “Gog niha li qada dewletê ye. Serok Apo, aliyê Kurd berpirsyariya xwe bi zêdehî anî ziman. Eşkere kir ku mijarên dewlet gelekî jê aciz e wê çawa çareser bike. Niha dor hatiye dewletê. Belê, bang li rêxistinê jî hate kirin. Lê belê ji rêxistinê re dibêje, ‘Eger zemîna hiqûqî û siyaseta demokratîk bê afirandin, vê bikin. Kongreyê bicivînin, biryarê werbigirin û çekan ji dewrê derxînin’. Yanî qala afirandina bingeha hiqûqî û siyaseta demokratîk tê kirin. Muxatabê vê jî dewlet e. Ya ku beriya wê qewimî ji xwe em pê zanin. Niha di vir de muxatabê asta destpêkê dewlet û hikumet e. Di vê mijarê de divê di demeke kurt de gav bê avêtin. Eger mijarê sor bikin, wê mesele li wir bisekine.”

Aydar anî ziman ku Rêber Apo divê êdî hîn bi şênberî û hêsanî karibe bi heyeta xwe re rûnê û got, “Divê karibe bi wan re rûnê, nexşerêyekê diyar bike. Weke ku Serok Apo got, di demeke kurt de divê ev yek pêk were. Eger li nava demê belav bibe wê dînamîka darbeyê van hemûyan asteng bike. Lewma divê meclîs tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Gotinên lîderê CHP’ê Ozgur Ozel gelekî di cih de bûn. Bi beşdariyeke berfireh a ji partiyan, rexistinên civakî yên sivîl divê komîsyoneke berfireh li ser mijarê bê avakirin û ev pêvajo bê meşandin. Ev mesele ne tenê çekdanîna PKK’ê ye.”

Li ser helwesta li qada navneteweyî jî got, “Daxuyanî bi tena serê xwe têrê nakin. Ev mesele êdî ne tenê meseleya navxweyî ya Tirkiyeyê ye, meseleyeke mezin e û ne tenê têkildarî Rojhilata Navîn e. Meseleyeke ku li Ewropayê û herêmên cuda yên cîhanê belav bûye. Meseleyeke cîhanê ye. Aliyê Kurd li ser rêya aştiyê gaveke gelekî girîng avêt. Divê her kes ji vê re bibe alîkar û em li bendê ne ku ji bo çareseriya bi rêya diyalogê û aştiyane ya vê pirsgirêkê bi rol rabin.”

Têkildarî îdîayên ku medya alîgirên hikumetê dibêje ‘Bang her wiha ji bo QSD’ê yan jî YPG’ê ye’ Aydar got, “Na, rast nîne. Serok zane bê çi dibêje. Dema ku dinivîsîne, diaxive zane bê çi ber bi ku ve diçe. Beriya niha têkildarî Rojava gotibû, divê QSD di nava HTŞ’ê de nehele. Li wê derê divê Kurd teqez xwedî statuyekê bin. Weke berê nabe bişibe dema Esad. Çareseriya ku Serok Apo destnîşan kir çareseriyek ji bo tevahiya Kurdistanê ye. Çapemeniya Tirkiyeyê li gorî xwe di çarçoveya şerê psîkolojîk de dikare şîroveyên cuda bike. Lê belê em di vê mijarê de zanin bê çi çawa dimeşe. Em jî li gorî wê tevdigerin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îdrîs Balûken: Dewlet jî civak jî divê bi berpirsyariyê rabin
Nûçeya Pişt re Karamûs: Bang perspektîfek ji bo aştî û demokrasiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Ewlehiya Dêrazorê xeta me ya sor e

QSD’ê li dijî êrîşên hêzên rejîma Baas ên berê yên li ser bajarokên Zîban û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Parastina Hewsel û Dîcle parastina jiyan û siberojê ye’

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê got, “Parastina Hewsel û Dîcle ne tenê parastina qadekê; parastina…

Ji aliyê Stêrk TV

Tundiya li dijî jinê zêde dibe: Divê em nasnameya zilamtiyê biguherînin

Psîkolog Ruken Esen destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê ne pirsgirêkeke takekesî lê belê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tûnç Divê pêvajo ji însafa dewletê re neyê hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?