Pêncşem, 18 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komkujiya Mereşê di 47’emîn salvegera xwe de li Kadikoyê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Eyşe Şan li Amedê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora hevpar wê piştî serêsalê pêşkêşî Meclîsê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê bi koordînatorên partiya siyasî re civîna ‘pêvajoyê’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîthat Sancar: Ji bo aştiyê reh divê, yanî divê maf bêne naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li meclîsê rojeva komîsyonê: Kûrtûlmûş bi nûnerên partiyan re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Mirad Qendîl li Şengalê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 9 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Azadiya Rêber Apo divê hîn bêhtir neyê taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mahabadê mirina bi guman a girtî Ebdulhadî Şêxpur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê biryara xurtkirina xizmetê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê ya li Amedê: Deklarasyon hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Canda Mihemed: Îradeya rêveberiya Şamê tune ye!
Rojava

Canda Mihemed: Îradeya rêveberiya Şamê tune ye!

Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed, anî ziman ku hikûmeta Şamê bersiv nedaye bangên diyalog û çareseriyê û got, “Ji ber ku îradeya wê tune ye. Di bin kontrola Rûsya û Îranê de ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Adar 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed, diyar kir ku ew her tim rêyên diyalog û çareseriyê esas digirin lê hikûmeta Sûriyeyê û ‘mûxalefet’ di siyaseta şer de israr dikin û got, “Ev demeke em amadekariya kongreyekê dikin ku beşên demokratîk li hev bicivînin. Weke MSD’ê em jî di komîteya amadekar de ne. Ev kongre jî, ji bo amadekariyên kongreyekê li Sûriyeyê di demên pêş de wê bibe gava yekemîn.”

 

Cîgira Hevserok Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Canda Mihemed bersiv da pirsên ANF’ê.

Di sala 2011’an de pêvajoya ku bi navê bihara gelan hat pênasekirin, di demeke kurt de veguherî dijî şoreşê. Ev pêvajoya ku belavî gelek welatên Ereban bû, bandora wê ya herî giran li Sûriyeyê hat jiyîn. Hûn derbarê sedem û mercên destpêkirina pêvajoyê de dikarin çi bibêjin?

Li van xakan gelan gelek caran li dijî pêkanînên sîsteman ji bo parastina vîna xwe û azadiya xwe serî hildane. ‘Bihara gelan’ ku çirûska wê ya destpêkê li Tûnisê vêket û li hemû welatên Ereb belav bû jî serî rakirina gel a li dijî sîstema van dewletan bû. Li dijî sîstema Sûriyeyê ji xwe nerazîbûnek hebû; Di nava xwe de krîzeke mezin dijiya. Di vê wateyê de bûyerên li Sûriyeyê, eger di sala 2011’an de neqewimîbûna jî wê di dîrokeke cuda de pêk hatiba. Sûriyeyê xwe li ser yek milet, yek ziman, yek fikrî ava kiribû. Lê Sûriye xwedî rastiyeke ku gelek netewe, bawerî, çand, gel û reng di nava xwe de dihewîne. Sîstemeke ku wê li vir ava bibe jî, divê van hemûyan di nava xwe de bihewîne. Komara Ereb a Sûriyeyê ev rastî qet nedîtiye û înkar kiriye.

Beriya her tiştî divê mirov behsa komkujiya li bajarê Qamişlo ya di sala 2004’an de bike. Ew teqîna nefretê ya li hemberî dewletê kom bûyî bû. Serhildan ku li Qamişlo dest pê kir, di demeke kurt de belavî Kobanê, Efrîn û heta Heleb û Şamê bû. Hewldana rêjîma Baas vala derket. Vê yekê ne tenê rê li ber yekbûna Kurdan vekir, di heman demê de yekîtiya di navbera Kurd û Ereban de jî derxist holê. Serhildana Qamişloyê bingeha şoreşa Sûriyê ku di sala 2011’an de destpê kir, ava kir. Şoreşa Sûriyê li Deraa ku rêjîma Baas herî zêde li wir êşkenceyên giran li dijî zarokên gelê Deraayê pêk aniye, destpê kir. Wan avêtin girtîgehan. Ev şoreş encama hovîtiyên mezin ên ku rêjîma Sûriyê li dijî gelê Sûriyê pêk anîn, destpê kir. Ji bo vê jî pêşî li Deraayê dest pê kir û li Heleb, Şam û hemû herêmên Sûriyeyê belav bû.

Di nava 13 salan de li dijî gelên Sûriyeyê zext û zilmeke mezin hat kirin Gelên li Sûriyeyê hatin qetilkirin, neçar man ji xaka xwe koç bikin, di warê aborî de zehmetiyên mezin dîtin û weke civak ji hev belav bûn. Şoreş ev e di heman demê de bû wesîle ku gelê Sûriyeyê daxwaza mafên xwe bikin û îrade û hebûna xwe biparêzin.

Şoreşa ku weke bihara gelan destpê kir û piştre veguherî dijberî gelan û bû sedema trajediyên mezin, hûn bi çi ve girê didin?

Şoreşê bi rengekî demokratîk û aştiyane destpê kir. Gel daxwaza azadiya xwe, îradeya xwe û rûmeta xwe kir. Mixabin piştî demeke pir kurt em bûn şahid ku ev şoreş ji xeta xwe ya rast derket. Li hemberî şoreşê destwerdanek pêk hat, şoreşa gel a ku bi awayekî aştiyane û demokratîk dest pê kir, veguherî şerên çekdarî. Bi temamî veguherî qada şer. Jixwe rejîma Sûriyeyê li dijî van serhildanên gel tundî bikar anî û veguherand şerekî navxweyî yê bêdawî. Bê guman sedemên ku ji şoreşê bingeha xwe digirtin jî hebûn. Ji van sedeman a herî girîng jî ji bo şoreş bigihêje armanca xwe ya resen, nebûna rêber an jî pêşengên wê bû. Ev rewş bû sedem ku gelek hêzên derve mudaxele bikin. Sedema herî bi bandor a ku şoreş ji armanca wê ya esasî dûr xist ev bû. Bi taybetî dewleta Tirk roleke pir xirab di şoreşa Sûriyê de lîst. Dîsa em bûne şahid ku kesên xwe weke muxalefeta Sûriyeyê pênase dikin çawa bûne amûr di destê dewleta Tirk de. Ev yek hişt ku gelên li Sûriyeyê bi temamî ji armanc, hêvî û berjewendiyên wan bên dûrxistin. Muxalefeta Sûriyeyê li şûna ku bi çareseriyên alternatîf zextê li desthilatdariya Şamê bike û li rêyên diyalogê bigerin, berê xwe da herêmên cuda yên Sûriyeyê. Mînaka vê jî em dikarin Efrîn bidin. Di wê demê de bi sed hezaran penaber hebûn ku ji gelek deverên Sûriyeyê ji ber şer reviyabûn û xwe li Efrînê ragirtibûn. Efrîn cihê aramî û aştiyê bû. Gel di nava sîstema ku avakiribûn de bi hev re dijiyan, lê belê di encama rêxistinbûyîna dewleta Tirk de ev kesên ku xwe weke muxalîf pênase dikirin, êrîşî Efrînê kirin. Ji bo vê jî şoreş bi temamî ji armanca xwe dûr ket.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêyek cuda şopand…

Tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanca şoreşê pêk hat û sîstemeke demokratîk ava bû. Li vir hêza pêşeng û rêxistinbûyî hebû ku wê şoreşê bi rê ve bibe û bigihîne armanca wê ya rast. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî vîneke mezin bû. Li dijî vê herêmê êrîşên mezin pêk hatin, rastî gelek êrîşên hêzên weke DAÎŞ û çeteyên din hat. Êrîşên hikûmeta Şamê çêbûn. Dewleta Tirk jixwe her tim di nava êrîşê de bû. Heta roja îro jî êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Tevî van êrîşan hemûyan jî Rêveberiya Xweser a ku nûnertiya îradeya hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, hate avakirin. Di destpêkê de parastina hemû qadan û pêkhateyên gelan hat pêkanîn. Rêxistinbûyîneke xurt hat avakirin. Di qadên weke aborî, leşkerî, siyasî, civakî û hemû qadên jiyanê de sîstemeke mezin û berfireh hat avakirin. Îro piştî 13 salan dema em li hemû herêmên Sûriyeyê dinêrin gelên li herêmên di bin kontrola kesên ku xwe weke muxalefeta Sûriyeyê pênase dikin, rastî gelek pêkanînên dijmirovahî tên. Gelê li herêmên di bin kontrola desthilatdariya Şamê de ne, di bin zexteke mezin de dijîn. Kes nikare li van herêman bi awayekî azad fikrên xwe bînin ziman an jî dengê xwe bilind bikin. Gel di nava tirsek mezin de dijîn. Tiştek bi navê mafê mirovan nehiştine. Zehmetiyên mezin ên aboriyê hene. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk heye. Gel bi awayekî azad dikare daxwaz û nêrînên xwe bîne ziman.

Modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêşxistin îro weke tekane alternatîf xuya dike. Ev pergal ji bilî herêmên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê gelê Sûriyeyê ve çawa tê pêşwazîkirin?

Em weke MSD’ê bi hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn re di nava danûstandinê de ne. Şam, Siwêda û heya Idlibê jî têkilîyên me bi gel re heye. Gel jî dibêjin pergala Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekane modela çareseriya krîza Sûriyeyê ye. Tekane daxwaza gel ew e ku ev pergal li hemû herêmên din ên Sûriyeyê pêş bikeve. Gelê Siwêdayê bi mehan e li ser piyan e. Daxwaza azadiya xwe û mafên xwe dikin. Li gorî reseniya xwe daxwaza pergaleke demokratîk dikin. Şerekî ku bi salan e tê meşandin heye, pergaleke ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve dihat meşandin hebû û dîsa siyaseteke şerî ya ku kesên xwe weke mixalîf nîşan didan, hebû. Derket holê ku siyaseta wan ji tu pirsgirêkan re nabe çareserî. Beravajî wê yekê dibe sedema komkujî, koçberî, êşkence û talanê.

Me tim ev yek aniye ziman; Ev siyaset nikare ji tu pirsgirêkan re bibe çareserî. Me bi sedan caran destnîşan kiriye ku pêwîstî bi diyalogê û sîyaseteke ku rêyên çareseriya digere û hev qebûl dike, heye. Di van salên dawiyê de me di navbera gelên Sûriyeyê de gelek xebatên ji bo pêşxistina diyalogê pêk anîn. Me gelek civîn û hevdîtin kirin. Hem li hundirê Sûriyeyê û  hem jî li derveyî Sûriyeyê xebat û diyalogên me çêbûn. Li Sûriyê çi diqewime, krîzên me çi ne û çareserî çi ye? Sûriyeya ku gel dixwaze divê çawa be? Sûriyeyeke ku lê mafên hemû gelan, jinan û civakan were parastin hewce ye çawa be?  Bi rastî jî me girêdayî van mijaran bi gelek aliyên navdar ên Sûriyeyê, aliyên demokratîk, kesayetên girîng û gel re nîqaşên berfireh kirin û berdewam jî dikin. Ev demek e em weke MSD’ê amadekariya kongreyeke ku wê beşên demokratîk bîne li ba hev dikin. Em jî weke MSD’ê di nava komîteya amadekar de ne. Ev kongre di heman demê de wê ji bo lidarxistina kongreyeke pêşerojê bibe gaveke yekem.

Hikûmeta Şamê bi erênî bersivê nade bangên diyalogê yên Rêveberiya Xweser û MSD’ê. Çima gav nehatin avêtin, astengiyên bingehîn çi ne?

Bi salan e em ji aliyên fermî û hikûmeta Şamê re ji bo diyalogê bang dikin. Gelek bangên me çêbûn û  em bi awayekî eşkere dibêjin ku em ji diyalogê re amade ne. Mixabin ku ev pergal ne çareseriyê peyda dike ne jî kesî qebûl dike. Ev jî heye; Rêveberiya hikûmeta Şamê ne di destê wan de ye. Di bin kontrola Rûsya û Îranê de ye. Ji ber vê yekê jî heta niha ji tu hewldanên me encameke erênî nehatiye bidestxistin. Daxwaza me ew e ku di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de dîyalogek hebe. Biryara kesên ku xwe weke mixalîf nîşan didin jî ne di destê wan bi xwe de ye. Îradeya van girêdayî wan dewlet û hêzan e  ku berjewendiyên wan li ser Sûriyeyê hene. Em her tim girîngiyê didin diyalog û çareseriyê, lê Sûriye û ‘mixalifên’ wê tim siyaseta şerî diemeşînin.

Em hêvî dikin ku gelên Sûriyeyê wê di zûtirîn demê de helwesta xwe li dijî vî şerî nîşan bidin, çimkî piştî 13 salan jî ji bo çareseriyeke siyasî tu pêngav neavêtine. Pirsgirêka Sûriyê hatiye sekinandin, yanî ji bo ji bo van demên nêzîk jî tu çareserî xuya nakin. Hewce ye çareserî di destê me de be. Gel dikarin bi hev re çareseriyê peyda bikin. Hewce ye li benda dewletan nemînin, çimkî hemû dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dîroka Kurdan bi hunera xwe dide naskirin
Nûçeya Pişt re Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kêm maye bigihêje 3 milyon îmzeyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meral Daniş Beştaş: Em êdî di qonaxa duyemîn de ne; divê gavên şênber bêne avêtin

Parlamentera DEM Partiyê ya Erzîromê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di qonaxa duyemîn a…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên KBDH’ê kargehek dan ber agir

Milîsên Nesrîn Bêrî yên KBDH’ê roja 21’ê sibatê li Bûrsayê kargehek dan ber agir.

Ji aliyê Stêrk TV

Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were

Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê diyar kir ku divê ‘mafê hêviyê’ pêk were û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Efrînê jineke ciwan di mala xwe de hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Tebqayê peymana 10’ê Adarê hat nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê diziya zeytê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Ebdela Elî hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?