Pêncşem, 7 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA’yê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona 15’ê Gulanê li Cizîrê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê nerazîbûnên xwe nîşanî Miftîtiya Diyadînê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka WMA’yê ji bo dermankirina Nêrgiz Mihemedî bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroz li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê hate pîrozkirin
Rojane

Newroz li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê hate pîrozkirin

Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê gel ji bo Newrozê daketin qadan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Adar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Newroza îsal bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin. Coşa Newrozê li her derê belav bûye. Li gel bajarên Kurdistanê, li gelek navendên li rojavayê Tirkiyeyê jî pîrozbahiyên Newrozê bi coş hatin lidarxistin.  

AYDIN

Li bajarên Aydin û Manîsayê yên herêma Egeyê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Li Aydinê pîrozbahî li Taxa Osman Yozgatli hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn. Welatiyan flamayên DEM Partiyê hilgirtin û tevlibûneke zêde ya jinan hebû. Jin, bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî bûn. Her wiha ciwanan bi coşa xwe rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Girseyê demekî dirêj govend gerandin. Her wiha gelek caran jî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Pankarta ku wêneyê Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatibû qetilkirin û bi nivîsa “Li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne” li dikê hatibû hilayîstin. Her wiha pankarta ku wêneyê Jîna Emînî li ser û bi nivîsa “Serhildana me ye” hate daliqandin.

Bernameya Newrozê bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî namzetên hevşareadriyê cejna Newrozê pîroz kirin.  

Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Aydinê Zozan Koç got ku Newroz ji bo gelên Mezopotamyayê “sembola berxwedanê” ye û peyama serkeftinê da. Endama PM’a DEM Partiyê Aysel Batyar Onsel jî siyasetmedarên jin ên girtî silav kir.

Parlamanterê DEM Partiyê Sarûhan Oluç di pîrozbahiyê de diyar kir ku Newroz tê wateya vejîn, cejna têkoşînê û serhildana li dijî zaliman û ev tişt anî ziman: “Em li gel deklarasyona birêz Abdullah Ocalan in ku di Newroza 2023’yan de şandibû. Ji bo gotinên di deklarasyonê de bi cih bên em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Her wiha Oluç bal kişand ser hilbijartinê û ji bo hilbijêrên bitevger ev bang kir: “Ji kerema xwe hilbijêrên bitevger ên li derdora we qaneh bikin ku serî li partiya me bidin. Îktîdar li Kurdistanê bi veguhestina hilbijêran hewl dide encamekî bi dest bixe. Divê em rê nedin vê. Divê her li dijî her hilbijêreke wan a heram em du hilbijêrên helal bişînin.”

Pitşî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin û welatiyan li dora agir govend gerandin. Piştre jî Civaka Muzîkê ya Stêrayê û Ozlem Taner derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

MANÎSA

Pîrozbahiya Newrozê ya Manîsayê jî li Qada Laleyê ya li navçeya Yunusemreyê hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Tevî barînê jî welatî tevlî bûn û dirûşmên “Newroz pîroz be” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Jin, bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn. 

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Semra Elgormuş axaftineke kin kir. Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar axivî û got ku ew polîtîkayên şer red dikin û daxwaza demokrasiyê dikin. Sancar, wiha domand: “Ji bo ku li çar aliyên Tirkiyeyê demokrasî belav bibe, em di xebatên xwe de bibiryar in. Qedera me tevan girêdayî hev e. Demokrasî li herêmê tê avakirin, aştî li herêmê tê avakirin û meşa azadiyê li herêmê dikare pêş bikeve. Lewma jî hilbijartinên rêveberiyên herêmî girîng e. Êdî li Manîsayê û Tirkiyeyê dema guherînê hatiye. Guherîn dê bi hatina DEM’ê çêbibe.”  

Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Piştre jî hunermend Hîvda Gorkem û Koma Agirê Zerdeşt derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

KONYA

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya Konyayê sê saet mabûn ku waliyê bajar destûr da. Pîrozbahî li Bazara Sêşemê ya li Ugurluyê hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Gelek jin, ciwan û zarok jî tevlî bûn. Jin, bi cil û bergên kurdî tevlî bûn û pankarta “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan û namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin û navçeyan jî tevlî bûn.

Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Molla Şîmşek axivî. Şîmşek bal kişand ser qelebalixiya girseyê û got: “Kurd li her devera Tirkiyeyê ne.” Şîmşek, wiha domand: “Divê li şûna polîtîkayên şer, polîtîkayên çareseriyê bên pêşxistin û rewşeke aram bê afirandin. Bila çavkaniyên ji bo şer tên xerckirin, ji bo aştiyê bên xerckirin. Lewma em dibêjin ku divê pêvajoya çareseriyê tavilê dest pê bike.”

Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Konyayê Gulbahar Gulmez jî got ku wan li gel jin, ciwan û kedkaran dest bi rêya xwe kirine û ev tişt anî ziman: “Di dîroka Konyayê de tu caran namzeteke jin nehatiye nîşandan. Weke DEM Partiyê em serfirazî û şanaziya vê dijîn. Li Sûltanbeyliyê ne tenê Eylul Yaylaci, em jin tevek namzet in. Em ê bi ser kevin. Li Kulu û Cîhanbeyliyê hemû siyaseta xwe li ser DEM Partiyê dikin. Ez kesên xwe weke muxalîf pênase dikin û hewl didin dengê kurdan wergirin re dibêjim; tekane armanca me têkbirina faşîzmê ye. Lewma jî her dengekî me li dijî faşîzmê ye.”  

Namzetê din Bulent Kiliç jî got ku dê di 31’ê Adarê de ji zîhniyeta AKP’ê ya rantparêz, bêdalet û hwd. re bibêjin “bes e.”

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî anî ziman ku gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn bi hezaran sala ye bi ruhê Newrozê li dijî zilmê têdikoşin. Ocalan, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em li pey aştiyeke birûmet in. Banga me ya ji bo dewletê ev e; madem hûn dibêjin ‘kurd xwişk-birayê me ne’, wê demê îradeya gelê kurd qebûl bikin. Li Girava Îmraliyê polîtîkayeke giran a tecrîdê li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Gelo di qanûnên Tirkiyeyê de tecrîd heye? Ev bû çend sal tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ji sala 2015’an heta niha jî her çar aliyên Kurdistanê veguherandine qada şer. Gelê me şer naxwaze. Ji bo aştiyeke birûmet a li Tirkiye û Kurdistanê, ji bo demokrasiyê divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û pêvajoyeke çareseriya demokratîk dest pê bike.”

Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Hunermend Weysel Ciwan piştre derket ser dikê û pîrozbahî bi strîna stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

ÇANAKKALE

Yek ji cihên din ên Newroz lê hate pîrozkirin jî Çanakkale bû. Pîrozbahî li Taxa Esenlerê hat lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Li qadê pankartên “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û “Jiyaneke bêdawiyî heqîqeta berbiçavî” hatin daliqandin. Welatî, bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.  

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevberdevkê Komîteya Amadekar Mehmet Ozturk axivî û girse silav kir. Namzetên hevşaredariyê yên Çanakkaleyê Hamît Kiliç û Canan Aytaç û namzetên navçeyan jî girse silav kirin û Newroza wan pîroz kir.  

Ji namzetan Canan Aytaç wiha got: “Em neviyên Kawayê Hesinkar û rêhevalên Mazlum Dogan in.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ev tişt anî ziman: “Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn êdî şiyar dibin û li eslê xwe vedigerin. Êdî rejîmên kedxwar, înkarger û yekperest dawiya wan hatiye. Gelê kurd dixwaze jinûve zindî bibe û raber ser pêyan.”

Bernameya Newrozê bi stranên hunermend Adar Yildiz û Siwaro berdewam kir. Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Di vê navberê de girseyê dirûşmên “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Bername, bi gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Minbicê wesayîteke bombebarkirî teqiya: 11 kes birîndar bûn
Nûçeya Pişt re Li Cizîrê coşa Newrozê: Gelê Kurd ji bo azadiyê li ser piyan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Hêzên hikûmeta demkî gefê li jiyana sivîlan dixwe 

QSD daxuyand ku tevî Peymana 1’ê Nîsanê, komên parçebûyî yên girêdayî Şamê çar meh in…

Ji aliyê Stêrk TV

NASA roketeke nû dişîne ser Heyvê

NASA amadekariyê dike ku roja Duşemê roketeke nû bişîne Heyvê. Ji bo mirovan bibin ser…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bi rêya komployê xwestin hemû astengiyên li pêşiya qirkirina Kurdan ji holê rakin’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA’yê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Deklarasyona 15’ê Gulanê li Cizîrê hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Rûsyayê ji 8’ê Gulanê û pê ve ji bo du rojan agirbest ragihand, lê Zelenskiy bi hêrs e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?