Li gorî agahiyan, di 24’ê Adarê de li gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifetê ya Kantona Efrîn-Şehbayê, artêşa Tirk êriş bir ser karkerên li nava zeviyan dixebitîn.
Di encama êrişê de Reşîd Hemo Ebdulhenan ê 36 salî bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Avrînê jiyana xwe ji dest da.