Hemû kesên jiyana xwe ji dest dane ji herêma Hûalîen a li nêzî navenda erdhejê ne. Her wiha Li Hûalîenê bînayek jî hilweşiyaye.
Mezinahiya erdhejê ji aliyê Ajansa Meteorolijî ya Japonya (JMA) ve weke 7.5, ji aliyê Saziya Lêkolînên Jeolojîk (USGS) ve 7.4 û ji aliyê Ajansa Meteorolojiyê ya Taywanê (CWA) ve weke 7.2 hate texmînkirin.
Li gorî dîmenên Ajansa Nûçeyan a Navendî (CNA) a Taywanê, li Hûalîeneyê bînayeke sor a heftqatî hinekî hilweşiyaye û bîna nêzîkî 60 dereceyan jî çemiyaye.
Di Îlona 1999’an de erdhejeke bi pileya 7,6’an çêbûbû û 2 hezar û 400 kesî jiyana xwe ji dest dabû û ev bûyer di dîroka modern a Taywanê de bûbû mezintirîn karesat.