Ji fermandarên YJA Starê Ece Yilmaz (Eddesa Cejna) di 14’ê cotmeha sala 2023’yan de li Dêrsimê di şer de şehîd bû û cenazeyê wê li Êlihê bi girseyî hate definkirin. Malbata Yilmaz di 20’ê kanûnê de ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da Saziya Tipa Edlî (ATK) a Meletiyê. Duh jî peywirdar li malbatê geriyan û xwestin bên cenazeyê xwe bibin. Li ser vê yekê malbat hate Meletiyê û cenaze bir Êlihê.
Cenaze di saetên derengiya şevê de anîn goristana gundê Girbereşkê û bi girseyî, bi dirûşmên “Şehîd namirin” û tililiyan hate pêşwazîkirin. Polîsan gotin ku ji bilî malbatê dê tu kesî negirin goristanê. Lê li ser bertekan, neçar man ku beşekê welatiyan bigirin goristanê. Yilmaz, bi dirûşman hate definkirin.