Berdevkê KNU Padoh Saw Taw Nee got, “Doh bi şev saet di 22:00 de me 275 kes (Ji Tabûra Leşkerî ya Myanmarê) bi dest xist.” Taw Nee diyar kir ku nêzî 200 leşkerî xwe li pireke bajarokê Mae Sot ê li ser sînorê Taylandê yê Myawaddyê girtine.
Li gorî nûçeya AFP’ê rayedarekî ji servîsa koçberiyê ya Taylandê, bajarokê Myawaddy di êvara Çarşemê de ‘ketiye’.
Myawaddy nuqteya derbasbûnê ya sêyemîn a sînorê Myanmarê ye. Li vê derê bazirganî tê kriin.
Tayland bi Myanmarê re xwedî sînorekî ji 2.400 kîlometreyî ye. Piştî darbeya leşkerî ya sala 2021’ê ya li dijî hikumeta Aûng San Sûû Kyî hate kirin, li Myanmarê di navbera cûnta leşkerî û muxalîfên siyasî de şer sor bû. Di nava çend mehan de cûntayê li bakur û rojavayê welêt derb xwar.