Yekşem, 1 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paketa dadgeriyê ya 10’emîn pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP Amed: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bêne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Erdogan destûra bingehîn a nû wê bi rengê ‘hevpeymana civakî’ be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Hamût Geylanî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê du kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    NADA: Qirkirina li Xeze û Sûdanê divê tavilê bê rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin dê vê pergalê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî nebaş e: Tedawiya wê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bi civaka rêxistinkirî re şaredariya rast pêkan e
Rojava

Bi civaka rêxistinkirî re şaredariya rast pêkan e

Cîgira Berdevka Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer, diyar kir ku ji bilî xizmetên bingehîn, li şaredariyên ku civak xwe lê bi rê ve dibe, bi civaka rêxistinbûyî şaredartiya rast pêkan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Cîgira Berdevka Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer, diyar kir ku ji bo hişmendiyeke şaredariyê ya ku îradeya gel esas digire, xebatên xwe bêyî ku hewcedarî bi serdestiyek bilintir bibînin bi hêsanî pêk bînin, ji navendîbûnê dûr pêş bixin wan qanûneke ji 63 madeyan derxistine û got ku bi vî awayî dê pêşî li gelek kêmasiyan bê girtin.

 

Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya yekemîn a 28’ê Adarê de ragihand ku hilbijartinên xwecihî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di 30’ê Gulanê de werin li dar xistin. Cîgira Berdevka Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer behsa pêşxistina şaredariya gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012 ‘an ve kir.

DI SERDEMA REJÎMÊ DE SAZIYA DEWLETÊ

Bêrîvan Omer, anî ziman ku di serdema Baas de şaredarî tenê bi xebatên paqijkirinê re mijûl dibûn; saziyek fermî ya dewletê bû û got ku mafê gel li wir nebû. Bêrîvan Omer got, “Bajarek ku bi temamî Kurd lê dijîn ji aliyê wezîfedarên dewletê yên Ereb ve ku ne ji wê bajarî ye, dihat birêve birin. Ji yekî ji neteweyeke cuda re mafê axaftinê nedihat dayîn. Cihê temsîliyeta gelan tinebû. Saziyeke ku bi sîstema yek netewe tê birêvebirin bû. Hilbijartin bi awayekî formalite pêk dihat. Di şaredariyan de cihê temsîliyeta jinê tinebû. Jin tenê di pozîsyona karkeran de cih digirtin. Ji bo mehkûmkirina feraseta ku bi salan e dewam dike em têkoşiyan. Em heta roja îro hewl didin vê têgihiştinê biguherînin. Şaredarî ne tenê cihên xizmetê ne, di heman demê de saziyên gel in ku civak xwe lê bi rêve dibe.”

BINGEHA ŞAREDARIYA GEL

Bêrîvan Omer, anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re yekemcar di Kanûna 2012’an de li Qamişlo 7 şaredarî hatin avakirin û got, “Bi derketina krîza Sûriyeyê re Sûriye ku di pêvajoya ji hev belavbûnê de bû, herêm ji xizmetê bêpar hat hiştin. Gelên alîgirê demokrasî û azadiyê, tax bi tax hatin cem hev û xebatên şaredariyê pêk anîn. Bingeha Şaredariya Qamişloyê  wê demê bi awayekî xwezayî hat avêtin. Ewilî 7 şaredarî hatin avakirin. Piştre xebatên şaredariyê yên bi Amûdê û Dêrikê re berfireh bûn û li Cizîrê hatin pêk anîn. Piştî salekê, di sala 2013’yan de cara yekemîn li seranserê Rojava bi beşdarbûna hemû bajar, navçe û bajarokên rizgarkirî konferansa şaredariyê hate lidarxistin. Bi vî rengî li her bajar û bajarokî şaredarî ji nû ve hatin birêxistinkirin. Bê guman ev xebatên avakirinê ligel êrîşan berdewam dikirin.

HILBIJARTINÊN DESTPÊKÊ SÊ SAL PIŞTRE HATIN KIRIN

Hilbijartinên şaredariyên li seranserê Rojava cara yekemîn di sala 2015’an de hatin kirin. Meclîsên şaredariyê hatin avakirin û hevşaredarên wan hatin hilbijartin. Di sala 2017’an de li gorî nûnertiya meclîsê bi rêya hilbijartinên komun û meclîsa bajaran hevşaredar hatin hilbijartin. Bi vî rengî xebatên şaredariyê di nava şoreşê de destpê kir. Sîstema ku heta niha tê meşandin xwe dispêre hilbijartinên sala 2017’an. Di çarçoveya vê sîstemê de şaredariyên me di nava şer, pevçûn û krîzê de rêxistinbûna xwe dewam kirin.

HIŞMENDIYEKE NÛ YA ŞAREDARIYÊ

Bêrîvan Omer, destnîşan kir ku ew ê bi Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Qanûna Şaredariyên Demokratîk ku di 7’ê Nîsanê de ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye erêkirin, sîstema kevin derbas bikin û wiha got: “Em ê derbasî sîstemeke nû bibin. Ji sala 2023’yan û vir ve ji bo avakirina vê sîstemê xebateke demdirêj hat meşandin. Me bi gel re civîn li dar xistin û me bi hevrêyên xwe yên pispor ên ku di şaredariyan de dixebitin re nîqaş kir. Li ber ronahiya van lêkolînan, ji bo xalên qanûnê pêşnûmeyek hat derxistin. Ev pêşnûme ji aliyê Meclîsa Gel ve hat erêkirin û bû qanûn.”

ŞAREDARÎ WÊ BI QANÛNAN BÊN XURTKIRIN

Bêrîvan Omer, bal kişand ser Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Qanûna Şaredariyên Demokratîk û ev agahî parve kir: “Ji bo hişmendiyeke şaredariyê ya ku îradeya gel esas digire, xebatên xwe bêyî ku hewcedarî bi serdestiyek bilintir bibînin bi hêsanî pêk bîne, ji navendîbûnê dûr pêş bixin qanûneke ji 63 madeyan hat derxistin. Di qanûna ku ji 63 madeyan pêk tê de, erk û wezîfeyên şaredariyan bi berfirehî tên nîqaşkirin. Berê yekîtiya şaredariyan tune bû. Niha ev yekîtî wê bi komek ji nûnerên şaredariyên li kantonan bi cih bûne, ava bibe. Bi gotineke din wê Yekitiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin. Hilbijartinên şaredariyan jî wekî hilbijartinên şaredarî û meclîsa şaredariyan dê bi hev re pêk werin. Wê şaredariyên gund û bajarokan êdî ne girêdayî ya bajêr bin. Ew ê karibin biryarên ku di çarçoveya erdnigariya xwe de girtine pêk bînin. Bi vî rengî wê sîstem zelal bibe û pêk bê.”

GEL XWEDÎ LI ŞAREDARIYÊN XWE DERDIKEVE

Bêrîvan Omer, diyar kir ku tevî hemû hewldanên heta niha di xebatan de hatine kirin jî hin pirsgirêk hene, lê belê ev yek wê bi sîstema nû re bên derbaskirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şirnexê gel li dijî leşkerê Tirk ê ku jinek tacîz kir, rabû
Nûçeya Pişt re Çima karmend projeya ‘Hesabê Min’ red dikin?
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê wê festîvala duyemîn a Şehîd Berçem bê lidarxistin

Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Hîlala Zêrîn dem û cihê festîvala duyemîn a şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Dibistana ku tê de hêviyên zarokan dihatin neqişandin bû nexweşxane

Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di hemû kêliyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hevserokê Koma Çep a PE’yê bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê li El-Busayra gelek çeteyên DAÎŞ’ê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çalakiya azadî ji Rêber Apo re: Bê Serok jiyan nabe!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevserokê Koma Çep a PE’yê serdana Reqa û Kobanê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?