Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hejmara miriyan a êrîşa dibistana Mereşê derket 9’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mereşê êrîşî dibistanê hate kirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşê penceşêrê ji ber rapora Saziya Tiba Edlî nayê berdan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryara girtina GOÇÎZDER’ê ‘li gorî hiqûqê’ hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êzidiyan li gelek bajaran Cejna Çarşema Sor pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Yekîtîya xwe ava bikin, hêza xwe ya parastinê bikin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Zeynep Cansiz li Dêrsimê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşmergeya Komala Xezal Moleyî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
Kurdistan

KCK’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya civaka Êzidî pîroz kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) pîroz kir û xwest, cejn bibe wesîleya xurtkirina kar û rêxistiniya gelê Şengalê ya li ser bingeha avakirina Şengal a Xweser a Demokratîk.

Peyama KCK’ê bi vî rengî ye:

“Civaka Êzidî di sala 2024’an de Cejna Çarşema Sor a qedîm pîroz dike. Em Cejna Çarşema Sor a gelê xwe yê qedîm Êzidî pîroz dikin ku piştî fermana dawîn nêzî 10 sal in têkoşîna hebûn û azadiyê dimeşînin. Em hêvîdar in ku ev cejn wê bihêle gelê Şengalê li ser bingeha avakirina Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk hîn xurtir kar û xebatên xwe bimeşîne. Di heman demê de em cejna hemû Kurdên ku vê rojê bi çanda Çarşema Serê Nîsane pêşwazî dikin, pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema azadî, wekhevî, aştî û wekheviya hemû gelan. 

Weke berê îsal jî civaka Êzidî Cejna Çarşema Sor di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de pêşwazî dike. Gelê Êzidî yê ku bi gavên xurt pêşeroja xwe ya azad bi xwedîderketina li nirxên xwe yên çandî, ziman û baweriya xwe ava kir, hê jî di bin gefa dewleta Tirk a qirker, mêtinger û hevkarên wî PDK’ê de ye. Ji ber vê sedemê em dizanin ku êrîşên dewleta Tirk ji bêtehamuliya wê ya li hemberî statûya gelê me yê Êzidî tê. Ji bo vê avakirina civaka azad û xweseriya demokratîk yek ji erkên me yên bingehîn e. Ji ber ku metirsiya qirkirinê hîn jî didome, ev jî berpirsyariyan zêdetir dike. Dibe ku êrîşên qirkirinê di demên pêş de dubare bibin, bersiva herî xurt a li hemberî van êrîşan ew e ku gelê me yê Êzidî hêza xweparastinê xurt bike, rêxistinbûyînên jin û ciwanan berfireh bike, giranî bide xebatên meclîsên gel û li Şengalê bi pêşxistina sîstema xweser avakirina jiyanê ye.

Dewleta Tirk bi zîhniyet û polîtîkaya xwe ya qirkirinê li dijî gelên herêmê şerekî topyekûn dimeşîne. Bi taybetî jî dijminên sereke yên gelê Şengalê dewleta çete ya Tirk, hevkarên wî PDK’ê û dewletên herêmê ne û her roj êrîşên qirkirinê pêk anîn. Civaka Êzidî û Kurdan helwesteke ku bi rastî xwe ji nû ve zindî kirin girtin. Gelê me yê Êzidî ku bi biryar e nirxên xwe yên çandî yên kevnar biparêze û berfireh bike, li dijî êrîşên dijmin bi îradeyeke mezin li ber xwe da. Nîşan da ku bi van êrîşên dijmin civaka Êzidî nayê tinekirin. Di vê wateyê de Cejna Çarşema Sor ku li gelê me yê Êzidî pîroz dikin, her sal bi ruh û hestê cejna berxwedanê ya hebûn û azadiyê tê pîrozkirin, watedartir dibe. 

Êzidiyên ku bi hişmendî, îrade û têkoşîna xwe pir nêzî bidestxistina mafên xwe yên Xweseriya Demokratîk bûne, ji bo pêşeroja xwe li ser xaka xwe ya qedîm ava bikin, bi biryar û baweriyeke mezin têdikoşin. Ji bo avakirina sîstemeke ku wê siberoja azad misoger bike, di nava têkoşîneke bi biryar de ne. Ev têkoşîn û pêngavên avakirinê yên bi biryardariyeke mezin li Şengalê tên meşandin hêviyê dide Êzidiyên hemû cîhanê. Di şexsê berxwedana Şengalê de gelê Êzidî careke din serî li ber êrîşan natewîne, xwe gihandiye kokên xwe û di vê serdema dîrokî de bi awayekî herî xurt bi muxatabên xwe re rû bi rû tê. Axa Êzidiyan dibe Heqwar. Bi hevdîtina Êzdiyan a bi van bawerî û nasnameyên gelêrî re Çarşema Sor û Serê Nîsan wateya xwe ya rast distînin. Ev ruh îrade û morala tevahî gelê Kurd bilindtir dike. 

Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo gel û baweriyên li Kurdistan û herêmê dijîn, bi zîhniyeta neteweya demokratîk û azad jiyana bihevre bidomînin, zêdetirî 50 sal in em têdikoşin. Di vê têkoşîna bi rûmet a ku bi îradeyeke mezin hat meşandin de xort û keçên hêja yên gelê me yê Êzidî cih girtin û gelê Êzidî bi bedelên mezin piştgirî da têkoşînê. Di vî warî de gelê me yê Êzidî bi nasnameya xwe ya baweriyê, bi hişmendiyeke kûr û bi biryardariyeke pir watedar bi têkoşînê re ye. Weke Tevgera Azadiya Kurd, em careke din diyar dikin ku em ê li gorî perwerdeyên Rêber Apo, bi piştevaniya dozên mafdar ên gelê Êzidî û gelên herêmê yên ku ji aliyê hevrêyên me yên şehîd ve hatine emanetkirin, bibin yek. Em diyar dikin ku weke gel em ê bawerî û nirxên xwe yên nasnameyî biparêzin û heta azadiya Kurdistanê û hemû gelên Kurdistanî bi pêşengiya PKK’ê têbikoşin. 

Bi boneya Cejna Çarşema Sor jî em tekezî li ser wê yekê dikin ku divê di navbera Êzidiyan de yekitiyek bihêztir bê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku rûspiyên Êzidiyan wê rola xwe di xurtkirina yekîtiyê de bilîzin û li dijî êrîşên qirkirinê û şerê taybet ên qirêj têkoşînê bimeşînin. Em cejnên wan jî pîroz dikin. Bi taybetî fermandar û şervanên wêrek ên civaka Êzidî di şexsê Hacer, Binevş, Xane, Berîvan, Mam Zekî, Mam Beşîr, Saît Hesen, Dijwar (Mervan Feqir), Zerdeşt Şengalî ku di têkoşîna azadî, xweserî û statuya Êzidiyan de jiyana xwe ji dest dan bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelên ku canê xwe feda kirine bi ser bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî name ji CPT re şand
Nûçeya Pişt re TEV-ÇAND’ê Hozan Sefkan bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

OHD’ê têkildarî tecrîda Îmraliyê serî li Baroya Wanê da

OHD’ê têkildarî tecrîda Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da. Piştî ku ti bersiv ji serlêdanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin

Di êrîşa qirkirina siyasî ya li navçeya Hezexê de 2 kes hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

RAJIN: Nazim û Cîhan bûn dengê berxwedana Rojava

Koordînasyona RAJIN’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êzidiyan li gelek bajaran Cejna Çarşema Sor pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sozdar Avesta: Yekîtîya xwe ava bikin, hêza xwe ya parastinê bikin yek

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Zeynep Cansiz li Dêrsimê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?