Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bûyerên di rojevê de ne ji televîzyona Medya Haberê re nirxand. Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:
Pêngava ji Rêbertî re azadî, hat asteke pir girîng. Bi rastî jî hem di warê berxwedana civakî de, hem jî di warê têkoşîna hiqûqî, dîplomatîk, siyasî û îdeolojîk de asteke girîng bi dest xist. Lê divê em pêngavê bigihînin asteke hîn jortir.
Di pêngavê de armanca esas azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Yanî avakirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêbertî ye. Lewma ev têkoşîneke hîn berfirehtir û hîn mezintir dixwaze. Asta têkoşîna heyî, ji vê armancê re têrê nake.
Di vî warî de me gelek caran nirxand. Helbet têkoşîna siyasî, dîplomatîk û hiqûqî jî girînge. Bi taybetî hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Tirkiye hiqûqa xwe binpê dike. Li Îmraliyê ti hiqûq nayê pêkanîn. Bi temamî bêwijdaniyeke mezin e û bêexlaqî li dijî Rêbertî heye. Di vî warî de têkoşîna hiqûqî jî girîng e. Lê ji bo ku di têkoşîna hiqûqî, siyasî û dîplomatîk de encam bê wergirtin, pêdivî bi têkoşîneke civakî ya pir mezin heye. Di vê qadê de rêya encamwergirtinê jî, di têkoşîna civakî re derbas dibe. Ji ber ku divê em bi têkoşîn û berxwedana civakî, zexteke pir cidî li ser dewleta Tirk ava bikin. Dîsa li ser Konseya Ewropa, CPT û bi temamî li ser welatên Ewropayê, li ser hêzên komploger divê em zexteke civakî ya mezin ava bikin ku di warê siyasî, dîplomatîk û hiqûqî de hin gavan biavêjin û guhertineke polîtîkayê pêk bînin.
Di rewşa heyî de Konseya Ewropa û CPT jî hevkarên polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk in. Ti helwestê li hemberî Tirkiyeyê pêk nayînin. Tirkiye ji vê nêzîkatiya Konseya Ewropa û CPT cesaret digire. Lewma li Îmraliyê sîstema tecrîd û êşkenceyê didomîne. Zêdeyî 3 sal in ti hevdîtin bi Rêbertî re nayê kirin. Ne parêzerên wî dikarin pê re hevdîtinê bikin, ne jî malbat. Ti agahî jê nayê wergirtin. Bi temamî pêkanîneke dermirovî, derexlaqî heye. Konseya Ewropa jî bi vê helwestê hiqûqa xwe binpê dike.
Tirkiye welatek e ku Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî îmze kiriye. Lê niha Tirkiyeyê Peymana Navneteweyî ya Mafên Mirovan binpê kiriye. Tirkiye niha ti peymana navneteweyî nas nake, tune dihesibîne. Mîna Tirkiyeyê Ewropa dîl girtiye. Yanî êdî ka peymaneke veşartî heye, ma ev polîtîkaya penaberan bandorê li Îmraliyê jî dike? Hîn astên wê yên cudatir hene? Helbet mirov vê yekê baş nizane.
Lê tişta ku em dibînin û dizanin ev e; Ewropa hevkarê sûc ê van polîtîkayên Tirkiyeyê ye. Yanî bi rastî dîlgirtiyê Tirkiyeyê ye. Tirkiye çi dixwaze dike, çawa dixwaze hiqûqa navneteweyî binpê dike. Bi vî rengî Konseya Ewropa jî hiqûqa navneteweyî binpê dike. CPT jî hiqûqa navneteweyî binpê dike. Yanî hiqûqa ku wan bi xwe ava kirî, binpê dikin. Dibin hevkarê her cure sûcên qirkirinê û dermirovî yên Tirkiyeyê. Ev nayê qebûlkirin.
Me ê bi têkoşîneke civakî, hiqûqî, siyasî û dîplomatîk hîn zêdetir fikrên Rêbertî belavî tevahiya cîhanê kir û me pêngava ji Rêbertî re azadî di asteke girîng de kir gerdûnî. Lê divê em vê bi temamî bikin gerdûnî û bi sed hezaran, bi milyonan kesan, ji gelên din jî divê em mirovan tevlî vê pêngavê bikin û divê em li ser welatên Ewropayê, Konseya Ewropa û Emerîkayê zexteke pir cidî ava bikin. Bila her kes polîtîkaya xwe ya li hemberî Tirkiyeyê liber çav re derbas bike û neçar bimîne ku biguherîne da ku ev qirkirin, êşkence û polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê bidawî bibin. Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe, pêk were.
Di vî warî de bi rastî jî pêdivî bi têkoşîneke civakî ya piralî heye. Mesele em wiha bifikirin, mînak niha li Ewropayê bi deh hezaran mirov li ber Konseya Ewropayê, li ber CPT’ê bi rojan çalakiya rûniştinê lidar bixin… Li hemû bajarên Ewropayê, yanî bi rastî jî Kurd belavî cîhanê bûne, niha nifûseke pir cidî ya Kurdan li Ewropayê heye, li çar aliyên cîhanê heye. Li Emerîkayê jî nifûseke girîng heye. Li gel vê yekê dostên me yên pir hêja hene. Pêngava ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî ya 25 salan, bi rastî jî dostên pir hêja bi me dan qezenckirin. Niha li Ewropayê jî me ev yek bi taybetî di pêngava azadiyê ya 10’ê Cotmehê de dît. Ji bo gerdûnîbûna pêngavê ji xwe pêşengiyeke pir cidî ya van dostan çêbû û rol lîstin.
Bifikire dost hîn zêdetir bûne, civaka Ewropayê jî tevlî vê pêngavê bûye û bi deh hezaran kes li her devera Ewropayê, girseyeke bi sed hezaran rabûye ser piyan. Bifikire ji wan bi deh hezaran jî li ber Konseya Ewropa û CPT’ê çalakiya rûniştinê ya dem dirêj lidar xistine. Li gorî min wê hingê Konseya Ewropa neçar bimîne ku bi rengekî dengê xwe li dijî polîtîkayên qirkirin û êşkenceyê yên li Îmraliyê, derxîne. Wê neçar bimîne ku polîtîkayên xwe yên bi Tirkiyeyê re, têkîliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, van têkîliyên xwe yên qirêj ên ji bo berjewendiyê biguherîne. Ji ber ku zexta civakî li Ewropayê pir bandor dike. Em vê dizanin.
Ji aliyê Tirkiyeyê ve jî, lingê vê pêngavê yê Tirkiyeyê pir girîng e. Yanî me di Newrozê de, di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de dît ku li Kurdistanê jî û li Tirkiyeyê jî tirs hatiye derbaskirin. Ji ber ku êdî vê desthilatdariya faşîst jî derbeyeke pir cidî xwar. Bi rastî birîneke kûr wergirt. Di nava civakê de ew ruh, îrade û cesareta berxwedanê di rêjeyeke pir girîng de derketiye holê.
Niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê divê em lingê civakî yê vê pêngavê, bi rengekî pir xurt pêş bixin. Mesele em bifikirin, gelê me mîna berxwedana li Wanê, mîna di Newrozê de bi sed hezaran kes rabin ser piyan, li Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi Îmraliyê ve bimeşin, ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşin, ber bi Enqereyê bimeşin, li her devera ku lê ne astengiyan derbikevin jî, li her bajar û metropolê bi sed hezaran kes rabin ser piyan wê tecrîd bişikê. Wê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were. Wê rêya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya demokratîk, vebe. Wê rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe. Ji ber ku çavkaniya hemû pirsgirêkan, polîtîkayên qirkirinê yên ku li Îmraliyê tên meşandin in. Eger şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan nebe, ma wê li Tirkiyeyê faşîzm hebe? Nabe. Eger şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan nebe, wê li Tirkiyeyê evqas bêedaletî hebe? Wê bêwijdanî hebe? Bêhiqûqî hebe? Nabe.
Ji bo li dijî Kurdan şer bikin, Kurdan di qirkirinê re derbas bikin hiqûq jî rakirine. Ji xwe bêedaletî, bêwijdanî û qirêjî heye. Di nava siyasetê de qirêjî, di nava civakê de rizîbûn heye. Niha ji bo ku Tirkiye bi temamî demokratîk bibe, edalet û hiqûq pêk were, siyaset û sîstemeke demokratîk pêş bikeve divê dawî li van polîtîkayên qirkirinê were. Navenda vê jî Îmralî ye. Li Îmraliyê divê ev sîstema êşkence-tecrîdê rabe. Divê şert û mercên azadî, ewlehî û tenduristiya Rêber Apo pêk bên. Çi bibe, yanî li Tirkiyeyê wê demokrasî, azadî û edalet pêk were.
Niha têkildarî vê yekê jî têkoşîna civakî roleke pir girîng dilîze. Eger hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî, hemû beşên alîgirên demokrasî, hiqûq, edalet, wekhevî û azadiyê tevkariyê li vê têkoşîna azadiyê ya Kurdan û pêngava ‘ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ nekin, di nava piştevanî û yekîtiyê de vê têkoşînê nemeşînin, Tirkiye wê ji faşîzmê rizgar nebe.
Ji vî alî ve ez bang li gelê me dikim. Eger gelê me bi ruhê Wan, Şirnex û Newrozê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hêzên demokrasiyê re têkoşîna civakî bilind bikin wê li Îmraliyê tecrîd bişikê.
Heman têkoşîn helbet li Ewropayê jî pir girîng e. Ji ber ku welatên Ewropayê hevkarê vê polîtîkayê ne. Ev sîstema tecrîd û êşkenceyê di wî warî de li wir jî girîng e. Li her çar parçeyên Kurdistanê teqez em ê vê pêngavê bi ser bixînin.
TÊKILDARÎ ROJEVA HILBIJARTINÊ
Hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê pir girîng bûn. Heta bi rehetî jî em dikarin vê bêjin. Encameke siyasî û civakî ku hilbijartinên xwecihî derbas dikir, derxist holê. Desthilatdariya faşîst bi rastî jî derbeyeke cidî xwar, lewaz bû. Bajarên sanayiyê yên herî mezin ên Tirkiyeyê, cihên turîzmê, yanî cihê ku sermayeya mîllî lê kom dibe û derdikeve, niha dest guhert. Hema bêje bi temamî gihişt destê CHP’ê. Bajarên Kurdistanê jî DEM Partiyê bi dest xist.
Di serî de AKP, partiyên sîstemê yên din li Kurdistanê qels bûn. Di vê hilbijartinê de gelê Kurd bi ser ket, gelên Tirkiyeyê bi ser ketin, kedkarên Tirkiyeyê bi ser ketin, jin û ciwan bi ser ketin. Li Tirkiyeyê di vê hilbijartina xwecihî de demokrasî bi ser ket. Daxwazên civakê yên ji bo demokrasî, azadî û edaletê bi ser ketin. Helbet ev encameke pir girîng e. Di encamê de ya têkçûyî jî, desthilatdariya faşîst e. Yê bi bin ketî jî desthilatdariya AKP, MHP û Ergenekon a faşîst e.
Wê encamên vê hebin, hin hevalan jî nirxand. Wê di hundir de encamên wê hebin. Ji derve di siyaseta derve de wê encamên vê hebin. Ev rewşeke welê ye ku mirov nikare jê bireve. Bi desthilatdariyeke qels bûyî re, helbest wê têkîliyên her kesê bikeve asteke cuda, wê bandora vê hebe. Her ji niha ve li Tirkiyeyê destpê kir ji xwe. Mesele niha di nava AKP’ê de hejandineke pir cidî heye. Niha gelek kes di nava AKP’ê de derketine ku têkîliyên AKP û MHP’ê lêpirsîn dikin, van têkîliyan rast nabînin û dibêjin ku AKP bûye MHP û vê yekê bi AKP’ê daye windakirin. Di rastiyê de berê jî nerehetî hebûn. Lê ev hilbijartin bû sedem ku ev kes hîn bi cesarettir fikrên xwe bînin ziman. Niha nîqaşeke wiha di nava AKP’ê de heye.
Erdogan bi zanebûn ji bo ku girseya xwe bigire, ket helwesteke wisa, mîna ku rexnedayînê dide. Niha li ser wê yekê jî gelek rexne tên kirin, rexnedayîn tên kirin. Erdogan lê temaşe kir, her ku diçe dikeve nuqteyeke ku AKP’ê têk dibe. Dibêje ji dervey min ti kes nikare AKP’ê rexne bike. Dibêje eger kesek hebe rexnedayîn bide û rexne bike, ew jî ez im. Ji dervey min ti kes bila vî karî neke. Yanî dîktator e. Rexne bike jî encex ew ê rexne bike. Rexnedayîn jî bide, encex ew ê rexnedayîn bide. Ev bandorê li her tiştê dike. Eger demokrasî were Tirkiyeyê jî, ez ê bînim. Niha heman tiştî di partiya xwe de jî dike. Bi vî rengî pêşî li wan rexne û rexnedayînan jî girtiye.
Lê di vê rewşa heyî de, wê hejandin û parçebûna di nava AKP’ê de ji holê ranake. Bi rastî jî AKP belav dibe, dihele. Tifaqa AKP-MHP’ê, AKP bi temamî veguherand MHP’ê. Veguherand partiyeke dijminê civakê. Veguherand partiyeke nîjadperest. Bi salane, bi taybetî 8-9 sal in Erdogan li ser xeta MHP’ê polîtîkayê dimeşîne. Yanî polîtîkayên MHP’ê dimeşîne. Zihniyeta MHP’ê û Devlet Bahçelî her roj di zimanê Erdogan de tê anîna ziman.
Tifaqa AKP-MHP’ê, AKP tune kir. Veguherand MHP’ê û lewma tune kir. Niha di tabanê de helîneke cidî heye. Evqas bilindbûna Partiya Yenîden Refah jî, çavkaniya xwe ji wê helandina di nava AKP’ê de digire. Di xurtbûna DEM’ê de rolê vê yekê pir zêde ye. Beşeke Kurd a diyar jî ku ji AKP’ê qut dibe, tevlî DEM Partiyê dibe.
Niha tişteke wiha heye, yanî helandin heye. Ji xwe bi salane li ser netewperestî û nîjadperestiyê siyasetê dimeşîne. Êdî di vê hilbijartinê de hat dîtin ku ev yek bi pere jî nake. Plana hilweşandinê ya ku 8-9 sal in dewam dike jî hilweşiya. Ev polîtîkayên qirkirinê û faşîst bi rastî jî îflas kirin. Faşîzm di van hilbijartinan de têk çû. Helbet divê ev yek were dîtin.
Helbet Kurdan jî bersiveke pir xurt dan. Yanî qasî ku me şopandî û qasî ku em dizanin, DEM Partî niha li Kurdistanê û giştî Tirkiyeyê 82 şaredarî bi dest xistin. Ev serketineke pir girîng e. Dîsa li 13 bajaran di meclîsê de partiya yekemîn e. Pir girîng e. Ji van bajaran 4 heb bajarên mezin in. Ji dervey Amed, Mêrdîn û Wanê, Riha jî bajarekî mezin e. Li 4 bajarên mezin DEM Partî di meclîsê de bû partiya yekemîn.
Ji derve wê AKP’ê hin cih desteser kirin. Di serî de bajarên Qers, Bedlîs û Şirnexê, li gelek navçeyan bi rastî jî hilbijartin desteser kirin. Desteser kir, îradeya Kurdan desteser kir. Me ev yek li Şirnex, Bedlîs û Qersê pir eşkere dît. Me li Hîlwan û Beytuşebapê jî pir eşkere kir. Lê li Şirnex, Bedlîs, Qersê û gelek navçeyan jî DEM Partî di meclîsê de partiya yekemîn e. Ev serketineke pir mezin e.
DEM Partiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê jî dengên xwe zêde kir. Li Tirkiyeyê cuda tê nîşandan, weke partiya çaremîn tê nîşandan, lê ya rast ne wiha ye. Li Tirkiyeyê li hevkirina bajêr bi ser ket. Kurdan pir bi zanebûn û stratejîk dengê xwe bi kar anîn, li ser bingehê têkbirina desthilatdariya faşîst. Lê bi lihevkirinê ev yek kirin. Kurd ji bo serketina demokrasiyê xebitîn, hêzên demokrasiyê xebitîn û bi rastî jî faşîzmê li vir jî derbeyeke mezin xwar.
Niha helbet evane encamên pir girîng in. Li ser van encaman helbet, di vê civakê de dînamîzmeke cidî derxist holê. Ruhê berxwedana civakî derxist hollê, ruhê têkoşînê derxist holê.
Encamên vê hilbijartinê pir girîng in. Divê ji aliyê hêzên demokrasî, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd ve mirov van encaman pir baş binirxîne. Bi rastî jî divê hîn zêdetir siyaseteke ku her diçe hîn zêdetir dibe gel û civakî, were pêşxistin.
Mesele ji aliyê DEM Partiyê ve ew gelek girîng e. Dem bi dem hin rexneyên derdorên cuda jî ji bo DEM Partiyê hebûn. Ya rast ew ne rexne ne, yanî ew zêde rastiyê raber nakin. DEM Partî partiyeke Tirkiyeyê ye. Di wateya rast de partiya muxalefetê ya sereke ye ku bi rastî jî têkoşîna demokrasiyê dimeşîne, hem jî têkoşîna demokrasiya radîkal dimeşîne. Niha li gorî vê rastiyê, DEM Partî li her devera Tirkiyeyê bû xwediyê bingehê siyasî ya civakî. Divê li metropolên Tirkiyeyê û bajar, bajarok, gundên wê û li her derê biçe cem gel û xwe ji gel re şîrove bike. Divê xwe bi civaka Tirkiyeyê, bi gelên Tirkiyeyê bide naskirin, divê bandor bike, rêxistin bike, taban û endam qezenc bike. Ev pir girîng e. Divê wiha be ku di hilbijartinên pêşiya me de, li gelek bajarên Tirkiyeyê DEM Partî şaredariyan bi dest bixe û parlamenteran derxîne. Divê bi civaka Tirkiyeyê bingehê rêxistinbûneke pir xurt biafirîne, ji xwe re taban biafirîne û bi gelek dînamîkên civakî re tifaq pêş bixe.
Niha bi rastî jî zemînê vê yekê di rewşa hatî avakirin de ye. Di vî warî de, yanî divê ziman, uslûp, tarz, feraset û ferasteke rêxistinbûnê û şêwazê wê were afirandin ku xîtabî hemû civaka Tirkiyeyê bike. Ev pir girîng e. Dîsa ji aliyê rêxistinbûn û pêşketina hêzên demokrasiyê û Tifaqa Ked û Azadiyê ve jî bingeheke pir girîng ava bû. Divê ev yek di pêvajoya piştre de jî were nirxandin. Zemînê vê yekê heye. Me di vê hilbijartinê de dît. Civaka Tirkiyeyê demokrasiyê dixwaze. Bi rastî guhertinê dixwaze. Guhertineke demokratîk dixwaze. Komara demokratîk dixwaze. Ev ji bo rêxistinbûn û xebatê zemîneke civakî ya bê hempa ye. Divê mirov ji vê re seferber bibe. Ji vir û şûnde wezîfeyên pir mezin dikeve ser milê hemû hêzên demokrasiyê û DEM Partiyê ku pêşengiya hêzên demokrasiyê dike. Divê teqez bersiv ji van bendewariyên gel re bê dayîn.
DERBARÊ ROLÊ HÊZÊN DEMOKRASÎ Û CHP’Ê
Beriya çend rojan hevrê Abbas bangeke gelekî girîng kir. Got “Divê li Tirkiyeyê tevgera aştî û demokrasiyê pêş bikeve. Niha bingeha wê ya siyasî û civakî ava bûye.” Bi rastî jî wisa ye, teqez wisa ye.
Niha di warê hêzên demokrasiyê de me di vê hilbijartinê de jî dît. Bingeheke civakî ya gelekî girîng ava bû. Di rastiyê de eger Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk di vê pêvajoya hilbijartinê de bi bernameyeke hevpar ketibûya nava van hilbijartinan, wê destketiyên gelekî mezintir derketibûya holê.
Ez bawer dikim, yanî, ev ne tenê ya Samandag e. Samandag jî TÎP qezenç kir. Bê guman ev encam bi desteka hemû hêzên demokrasiyê, bi taybetî jî bi desteka DEM Partiyê re derket holê. Lê belê eger yekîtiyeke hevpar a hêzê, yekîtiyeke navbera hemû hêzên çep ên demokrasiya sosyalîst, bernameyeke plansaziya stratejiya hevpar hebûya, bi rastî jî dikarîbûn gelek navçeyan û heta hin bajaran li Tirkiyeyê bi dest bixistana. Pir girîng e.
Mînak, ez nimuneyek neyînî bidim we. Mînak, me bi mehan Dersim şopand. Nîqaş û hevdîtin kirin. Li Dersimê bi polîtîkaya tifaqê hilbijartin hatin kirin. Li Dersimê ew siyaseta tifaqê pir baş bi ser neket. Wisa dixuye ku tifaqên li navenda Dersimê nexebitîne. An jî pir hindik xebitî. DEM Partî li Dersimê hevşaredarî bi dest xist, lê weke mînak DEM Partî li Dersimê nekarî piraniya meclîsê bi dest bixe. Bi qasî ku em têdigihin û dişopînin, li ser esasê tifaqan navçe nehatine bidest xistin. Lê belê ji bilî Hozatê, weke mînak, tifaqan nekarîn li tu navçeyên Dersimê bi ser kev in. CHP û AKP’ê navçeyan girtin. Ji bilî Hozatê hemû navçe girtin. Îcar, wek mînak ger bi têgihiştineke hevpar a tifaq, yekitiya hêz, bername û stratejiya wê hatiba kirin, li navenda Dersimê piraniya meclîs wê ji DEM Partiyê pêk bihata. Hemû navçe jî wê tifaqan wergirtibana. Wê tifaqa çepên sosyalîst bigirta. Ne CHP û ne jî AKP’ê wê negirtana. Bi dîtina min ev rexneyek pir cidî ye ji bo wan. Rexne û rexnedayîna wê dikin.
Heman tişt ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Eger Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi rastî jî bi bernameyeke hevpar a li Tirkiyeyê ketiba hilbijartinan, bawerim ku wê gelek cih bigirta. Li bajaran zehmetî bijiyana jî dikarîbûn gelek navçe bi dest bixin. Ev yek jî di aliyê têkoşînê de yanî di warê têkoşîna civakî de bi vî rengî ye. Mesela, Wan mînake. Mînakeke gelekî girîng e. Bi berxwedana Kurdan, berxwedan, hevgirtin û yekîtiya hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û desteka mûxalîfan a li nava sîstemê re, helwesteke gelekî tund li dijî desthilatdariya faşîst derketiye holê. Neçar ma ku paşve gav bavêje. Ji ber vê yekê vîna gelan qezenç kiriye, demokrasî qezenç kiriye. Di şexsê Wanê de yê bi ser ket demokrasiya Tirkiyeyê, gelên Tirkiyeyê bû. Ne tenê gelê Kurd e.
Eger hêzên demokrasiyê bi ruhê Wanê, Tifaqa Azadiyê ya Kedê bi giştî, yanî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê û hêzên demokrasiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi têgihiştineke hevpar, bi têgihiştina yekîtiya hêzê ya demokratîk re bixebitin û têbikoşin, eger karibin tevgereke mezin a aştî û demokrasiyê bi pêş bixin, her wiha berxwedan û têkoşîna civakî ya mezin bigirin pişt xwe û bimeşin, teqez dikarin di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û demokratîkbûyîna Komarê de roleke diyarker û subjektîf bilîzin.
Em nikarin demokratîkbûna Tirkiyeyê tenê ji CHP’ê re bihêlin, em nikarin ji rehma CHP’ê re bihêlin. CHP partiya ku ev dewleta 100 salî ava kiriye ye. CHP hê jî îdeolojiya fermî diparêze. Li gorî kodên îdeolojiya fermî tevdigere û polîtîkaya îdeolojiya fermî dimeşîne. Bê guman di van hilbijartinên xwecihî de civaka Tirkiyeyê, gelên Tirkiyeyê, Kurd û hêzên demokrasiyê bi giştî peyamên gelekî girîng dan CHP’ê. Sedema bingehîn a ku dengê xwe dan ew bû. Ji CHP’ê re gotin ku di demokratîkbûyîna Komarê de rolê bilîze. Di vê îdeolojiya fermî de israr nekin. Gotin polîtîka û kodên Komarê ên 100 salî biguherînin
Niha gelên Tirkiyeyê, civaka Tirkiyeyê guhertina zîhniyetê ji CHP’ê dixwazin. Guhertina têgihiştinê dixwaze, guhertina bernameyê dixwaze, guhertina siyasetê dixwaze. Divê CHP’ê bersiva vê bide, neçare ku bersiv bide. An jî wê CHP tine bibe ango temena wê kurt be.
Gelek rêveberên CHP’ê bi taybet Ozgur Ozel qala demokratîkbûna Komarê kirin. Gotin ‘erê ji Komarê re, Komar hat avakirin û îro 100 salî ye. Em ketin sala wê ya 200’emîn lê me nekarî Komarê demokratîk bikin.’ Gotin ku ‘em bi vê îdîayê ketin rê.’ Ew dê bi rastî jî bikaribin vê yekê pêk bînin? Eger wê vê bikin, eşkere ye ku divê çi bê kirin.
Beriya her tiştî divê CHP’ê paradîgmaya xwe biguherîne. Divê CHP’ê dev ji îdeolojiya fermî berde, dev ji polîtîkaya Îttîhat û Terakkiyê berde . Divê CHP’ê polîtîkayên komarê yên 100 salî ku xwe dispêre înkar û tinekirina Kurdan red bike. Divê CHP’ê bi awayekî radîkal li hemberî sîstema netewe-dewlet û pêkanînên ku vê komarê 100 sal in li dijî Kurdan pêk aniye rexnedayîn bide. Divê bi komkujiya Şêx Seîd re rû bi rû were. Lazim e bi Qirkirina Dersimê re rû bi rû were. Divê bi qirkirina geliyê Zîlan re rû bi rû were. Divê bi komkujiyên li hemberî Elewiyan re rû bi rû were.
Dîroka 100 salî ya Komarê dîrokeke qirkirinê ye. Gelo CHP’ê wê bikaribe bi dîrokeke 100 salî ya qirkirinê re rû bi rû bimîne? Wê lêborîna xwe bixwaze? Bi guhertina polîtîkaya xwe, bi guhertina zîhniyetê re wê vê lêborînê bixwaze? Gelo ew ê bi bernameyek demokratîk derkeve pêşberî gelê Kurd, Elewiyan û gelên Tirkiyeyê? Rexne û rexnedayîn bi vî rengî dibe. Gelo CHP’ê dê li dijî şer derkeve? Ev şer li dijî Kurdan şerekî qirkirinê ye. Gelo CHP’ê wê li dijî vî şerê qirkirinê derkeve? Navenda vî şerê qirkirinê, sîstema tecrîdê ya êşkenceyê ya li Îmraliyê ye. CHP’ê wê li dijî sîstema tecrîdê ya êşkenceyê ya li Îmraliyê derkeve? Çavkaniya hemû bêhiqûqî û bêedaletiya li Tirkiyeyê, sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Gelo CHP’ê wê li dijî vê derkeve? Gelo ew ê helwestê nîşan bide? CHP’ê dibêje ez demokrasiyê dixwazim, hiqûqê dixwazim, edaletê dixwazim. Çavkaniya hemû bêedaletî, bêhiqûqiyê û nebûna demokrasiyê Îmralî ye.
Wê demê CHP’ê wê li dijî şerê qirkirinê bibe xwedî polîtîkayekê, bibe xwedî helwest û seknekê. Wê bibe da ku gelê Kurd, Tirk û Elewî jidilbûna wê bibînin, bawer bikin, piştgirî bidin wê û di meşa CHP’ê ya ber bi desthilatdariyê ve desteka xwe pêşkêş bikin. CHP di sala 200’emîn de di demokratîkkirina Komarê de bi rastî jî berpirsyariyek girîng digire ser milê xwe. Bila bibêjin ‘Biryara vê daye û di vê rêyê de dimeşe.’ Mînak, ev pir girîng in. Yanî tenê bi gotinan anîna ziman ne rast e.
Siyaseta Tirkiyeyê bi temamî demogojî ye. Hemû siyasetmedarên Tirkiyeyê bi rastî bûne demagog. Di aliyê demogojiyê de bûne pispor. Di nixumandina rastiyan de, berovajîkirina wan, derewan, xapandinê, gotinên xweş kirin û di pratîkê de ya herî xerab pêk anîn. Êdî pêbawerîya tu kesî pê nemaye. Ne Kurd, ne Elewî û ne jî kedkar bawerî nadin wan. Hemû hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi giştî jî bawerî nadin wan. Her wiha civaka Tirkiyeyê û gelên li Tirkiyeyê dijîn jî bawerî nadin wan. Her kes pratîkê dixwaze. Gavên şênber dixwaze. Bendewarî ev e. Eger CHP’ê karibe vê bi pêş bixe û nîşan bide, bê guman Kurd û Kurdistan bi giştî û hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê wê tevkariyê li hatina CHP’ê ya desthilatdariyê bikin û ew ê destekê bidin.
Lê belê eger CHP’ê gavên bi vî rengî yên şênber neavêje, wê bernameya xwe, stratejiya xwe, polîtîka, zîhniyet û pratîka xwe bi zelalî neguherîne. Eger dîsa ji bo AKP’ê bibe spartek, wê mîna dema pêvajoya Kiliçdaroglû nebe. Polîtîkayên Kiliçdaroglû di zindîbûna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de roleke gelekî diyarker lîst. Muxalîftî nekir, têkoşîn neda. Çi gotiba ew jî dikir. AKP-MHP’ê gotin Welat, Mîllet û Sakarya, CHP’ê jî yekser hema li kêlek sekinî. Eger CHP’ê erê nekira, dengê xwe nedaba û negotiba erê, wê parêzbendî ji holê ranebûya. Îro Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yûksektaş, Sebahattîn Tûncel, Gulten Kişanak û bi dehan, bi sedan, bi hezaran kesên din wê ne di girtîgehê de bûna. Ev yek bi desteka CHP’ê çêbû.
Eger CHP’ê destek nedaba, wê li Sûriye û Iraqê polîtîkayên bi vî rengî yên Osmanî, dagirkerî, mêtîngerî, û qirkirinê nehatibûna meşandin.
Bo nimûne ma niha wê CHP bi rastî jî têgihiştina xwe bi temamî di pratîkê de nîşan bide? Ez ji bêr vê yekê eşkere dikim. Bo nimûne niha AKP piştî van hilbijartinên xwecihî dikeve nava lêgerîneke bi vî rengî, ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne. Ya yekem berfirehkirin û kûrkirina şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan e. Ya duyemîn jî ew e ku ji bo ku vê yekê baştir bidomîne jî lihevkirina bi muxalefetê re û bi taybetî jî ya bi CHP’ê re ye. Yanî destekstandina ji CHP’ê. Ji ber vê yekê niha Erdogan peyamên nerm dide Ozgur Ozelî. Heya demekê beriya niha jî ji Ozelî re digot beg û efendî. Niha jî dest bi xîtaba ‘birêz’ kiriye. Dibêje ew li bendê ye ku bi Ozel re hevdîtînekê pêk bîne. Dibêje ku wê di hevdîtina li gel wî de li ser gelek mijarên girîng gotûbêjê bike. Hemû tiştên ku wê gotûbêja wê bikin jî têkildarî polîtîkayên qirkirina Kurdan e. Wê ji bo polîtîkayên qirkirina Kurdan piştevaniya CHP’ê bixwaze.
Ew makeqanûna ku behs dikin jî ev e. Dixwaze makeqanûna vê pergala dagirker, faşîst û dîktatoryal derxîne. Ji bo vê yekê jî piştevanîya CHP’ê dixwaze. Li hemberî hemû derên ku li wîr şerî didomîne, CHP bêdeng bimîne. Ne tenê bêdengî wê ji CHP’ê piştevaniyê jî bixwaze. Ev yek zêde eşkere ye. Kiliçdaroglu ev yek tim kir. Ji ber wê yekê ev 89 sal in şerê qirkirinê didomîne. Li Tirkiyeyê li hemberî gelê Kurd faşîzmeke tund a AKP, MHP, Ergenekon û desthilatdariya faşîst heye. Niha CHP wê çi bike? Niha ev yek ji bo CHP’ê ezmûnek e. Niha çavên gelê Kurd, Elewî, karker û kedkaran yanî çavên civaka demokratîk a Tirkiyeyê li ser CHP’ê ye. Şansekê dide CHP’ê, wext dide CHP’ê. Ev pêvajo pêvajoyeke dîrokî ye. Ji aliyê CHP’ê ve ezmûnek e. Daxuyaniya me jî tê vê wateyê. Ev hilbijartinên xwecihî bi rastî jî girîng bûn. Têkçûna desthilatdariya faşîst, şerxwaz û qirker kêm jî be ji bo avabûna bingeha demokrasiyê gelekî girîng e. Helbet hewce ye ku her kes pêvajoya li pêşiya me gelekî baş binirxîne.
TÊKILDARÎ DÎPLOMASIYA ŞER A AKP Û MHP’Ê
Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ev demeke dirêj e ji bo şerê topyekûn ê qirkirinê yê li dijî Kurdan hem li hundir û hem jî li derve di nava lêgerîna piştevaniyê de ye. Bi hinceta siyasetê, dîplomasiyeke leşkerî ya dijwar tê meşandin. Hewl dide ku hem piştevaniya hêzên navneteweyî hem jî ya dewletên herêmê bistîne. Hewl didin ku PDK û hêzên Başûr jî beşdarî vî şerî bibin. Têkildarî vê yekê jî zêde xebat hene. Hevdîtina bi Iraqê re jî û hevdîtina ku wê piştre bi Waşîngtonê re pêk were jî ji bo dabînkirina piştevaniya vî şerê komkujiyê ye. Dibêje ku ez ê biçim Hewlêrê.
Ev desthilatdarî hewl dide PDK’ê bi awayekî aktîftir û zêdetir beşdarî vî şerî bike. Ez vê yekê bînim ziman, ev Projeya Rêya Pêşketinê ji bo Iraqê xefikek e. Tirkiye di bin navê Projeya Rêya Pêşketinê de polîtîkayên xwe yên neoosmanîst û dagirkeriyê vedişêre. Bi rastî ger Iraq bi vê projeya Tirkiyeyê bixape, wê winda bike. Wê bi destê xwe xizmeta polîtikayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bike. Hemû polîtîkayên wan di çarçorçeya îdeolojiya nijadperest de ne. Encamên polîtîkayên neoosmanîst in. Tirkiye bi temamî vê yekê armanc dike. Tu feydeya wan ne ji gelên Tirkiyeyê re ne ji gelê herêmê re ne jî ji dewletên herêmê re heye. Hevalan gelekî banga vê yekê jî kir. Hewce ye Iraq bi van deq û dolaban nexape. Armanca Tirkiyeyê bi rastî jî Misaki Mîllî ye, avakirina hegemonyaya li ser Iraqê ye. Li Kerkûkê xwe û Tirkmenan birêxistin dike. Li Telefer, Mûsil û Kerkûkê… Di çarçoveya leşkerî, siyasî û aborî de ketiye Iraqê. Li her derê şîrketên înşaetê û yên cuda vekirine. Gefa Firat û Dîcleyê jî dixwe. Bi vî rengî ji rewşa lawaz a Iraqê bi kar tîne û dixwaze siyaseta xwe ya dagirker û neoosmanîst pêk bîne. Iraqê dîrokek heye û xwedî bîreke dîrokî ye. Gotinek heye, dibêje ku li cem Osmaniyan deq û dolab zêde hene. AKP jî xwe weke dewama Osmaniyan dibîne. Yanî hem li cem AKP’ê û hem jî li cem dewleta Tirk a dagirker deq û dolab zêde hene. Hewce ye Iraq li hemberî van deq û dolaban nexape.
Gelê Kurd wê li ber xwe bide, gerîlayên gelê Kurd hene û wê li ber xwe bidin. Gelê Kurd wê tu carî van polîtîkayên dagirkeriyê yên qirker qebûl neke. Heya niha jî qebûl nekiriye. Gelekî li ber xwe da. Gerîlayan bi rastî jî destan nivîsandin. Têkoşîneke bêhempa nîşan dan. Gerîlayan Artêşa Tirk şerpeze kir. Wê vi niha û pê ve jî li ber xwe bide. Wê ji niha û pê ve jî bi awayekî xurt, bi biryar û bi îrade li ber xwe bide. Gerîla rûmeta gelê Kurd diparêze. Gerîla azadiya gelê Kurd diparêze. Gerîla azadiya gelan diparêze. Bi fedakarî diparêze. Heta niha têkoşîneke fedaîyane daye meşandin û pêşxistin. Wê ji niha û pê ve jî bidomîne. Lê belê em dubare tînin ziman. Hewce ye ev hêz jî bi van deq û dolabên dewleta Tirk nexapin.
Weke min anî ziman, gerîla wê li hemberî van êrîşan bi fedakarî li ber xwe bide. Lê belê hewce ye gelê me jî li her derê li dijî van êrîşan nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Başûr tê dagirkirin. PDK’ê herêmeke mezin Başur ji dagirkeriya Tirk re vekiriye. Niha qala statûyê dike. Statûya çi? Jixwe dewleta Tirk statûyê ji holê radike. Ma dewleta Tirk statûyê hişt? Hewce ye civaka Başûr qiyameyê rakin. Li Başûr gelek kesên ku pir birûmet hene. Li dijî van kesên birûmet û têkoşer ku li hemberî van êrîşan li ber xwe didin, PDK bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker van hemû kesan qetil dike. Bo nimûne çend rojan beriya niha li Bradostê welatparêzê me yê bi qîmet Server hate qetilkirin. Beriya niha li Behdînanê gelek welatparêzên me bi wî awayî hatin qetilkirin. Li her derê qetlîaman pêk tîne û gundan bombebaran dike. Çend rojan beriya niha dîsa li Asosê welatparêzeke me hate qetilkirin. Ji bo ku gundan vala bike, tim êrîşî li gundan dike, li malan dixe û welatparêzan qetil dike. Lê belê hewce ye gelê me li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Hewce ye li her derê li dijî wan yekan bisekine û bertekên xwe nîşan bide. Niha ger li Başûr bi deh hezaran yan jî bi sed hezaran kes rabin ser piyan, ma dewleta Tirk dikare here gundên Başûr bombebaran bike? Ma dikare sivîlan bikuje? Ma ew dikare van yekan bike? Na nikare! Ger partiyên li Başûr, em bibêjin ku PDK di nava vî şerê qirkirinê de cih digire û partiyên din jî li gel bi sed hezaran nerazîbûnên xwe li hemberî vê yekê nîşan bidin, ma dikarin van welatparêzên bi qûmet qetil bikin? Gelo ev yek pêkan e? Na ne pêkan e.
Ez bang li gelê me dikim ku li hemberî van polîtîkayên qirkirin û komkujiyan bêdeng nemînin û bertekên xwe nîşan bidin. Tirkiye li ser gelê Başûr Enfaleke duyem pêş dixe. Ez bang li gelê me dikim ku li hemberî van kiryar û polîtîkayan helwesta xwe nîşan bidin û rabin ser piyan.
TÊKILDARÎ DAXUYANIYA KJK’Ê
Koordînasyona KJK’ê di vê pêvajoya dawî de daxuyaniyeke girîng da. Koordînasyona KJK’ê têkildarî tundiya li dijî jinan ku xweparastinê esas digire, daxuyaniyeke pir girîng ya ku banga xweparastin û rêxistinbûnê li jinan dike, da. Bi rastî jî li seranserê cîhanê li dijî jinan polîtîkayan qirkirinê hene. Tundiya li ser jinan pir zêde bûye. Bi taybetî jî li Tirkiyeyê. Diyar dikin ku li Tirkiyeyê rêjeya tundiya li dijî jinan ji sedî 1400 û 1500 zêde bûye. Hem tundiya dewletê û hem jî tundiya mêran. Li hemû deran bi vî rengî ye.
Jixwe li cîhaneke ku şer pêş dikeve, tundî û faşîzm zêde dibe, nabe ku mirov hizra tiştekî din bike. Dijminahiya li dijî jinan û zayendperestî digihîje bilindtirîn astê. Di hemû şeran de mezintirîn mexdûr jin in. Niha li gelek cihan desthilatdariyên faşîst rêveberiya welatan dikin. Pergala kapîtalîst û emperyalîst û pergala kapîtalîst û modernîst di nava krîz û kaoseke mezin de ye. Ev tê wateya şer, pevçûn û tundiyê û encama van polîtîkayan tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe. Her wiha nabe ku jin li hemberî pergalê bêdeng bînin. Nabe ku jin li hemberî serweriya mêran bêdeng bîmînin. Li her derê di nava malbatê de, li kolanan, li kargehan jin tên qetilkirin. Ji aliyê hevjîn, evîndar, heval, bav û birayê xwe ve tên qetilkirin. Jin ji aliyê çanda zayendperest ya paşverî tim di bin êrîşên psîkolojîk de ne. Jin tundiya derûnî dibînin. Hewce ye tundiya li dijî jinan ne tenê weke tundiya fizîkî were nirxandin. Li dijî jinan tundiyekepsîkolojîk a dijwar heye. Girantirîn tundî jixwe ev e. Di encama tundiya fîzîkî de mirov dimire. Lê belê miron bi tundiya derûnî ya şerê taybet a domdar bi hezaran, bi sed hezaran carî tê kuştin. Li hemberî jinan di nava malbatê de, di nava civakê de, li kolanan û li kargehan tundiyeke bi vî rengî ya giran heye. Jixwe ev polîtîkayên faşîst ên van dewletan rasterast xwe di nava civakê de nîşan dide xwe li gel mêran nîşan dide. Li gel mêran ew mêranî, zayendperestî, zîhniyeta serdest û têgihîştina qirêj derdixîne holê û kûrtir dike. Zayendperestiya civakî zêdetir dike. Bi vî rengî jinan vediguherînin objeyekê. Tundiya li dijî jinan weke terapiyeke derûnî qebûl dikin. Xwe bi vî rengî, bi van kiryarên qirêj ên li ser jinan xwe tatmîn dikin.
Bi rastî jî ev pergala serdest a mêran, pergala modernîteya kapîtalîst û pergala dewlet û pergalên netewedewletan pergalên faşîst in. Jixwe hemû ev pergal û polîtîka 5000 sal in hene û ew zayendperestiya civakî ya li gel mêran kûrtir û zêdetir dike. Ev hemû weke tundî û qetlîaman vediguherin jinan.
Ji ber vê yekê jî nabe ku jin li hemberî dewlet û mêran bêdeng bimînin. Dibe ku ev mêr bav, hevjîn, evîndar û bira be yanî kî dibe bila bibe ferq nake. Hewce ye jin li her derê xwe bi pêş ve bibin. Hewce ye jin xwe bi rêxistin bikin. Jinên birêxistinkirî mezintirîn hêz e. Jinên ku birêxistinkirî jinên xwedî feraseta xweparastinê ne. Xweparastina jinan girêdayî birêxistinbûnê ye. Ger birêxistinbûna jinan nebe, nikare xweparastina xwe pêk bîne.
Ger jin xwe neparêzin wê tim tê werin qetilkirin. Wê tim jin werin kuştin. Wê bi hemû awayan werin kuştin. Parçebûna îradeyê jî û parçebûna kesayetê jî tên wateya mirinê. Di cîhaneke bi vî rengî de bo nimûne em li civakê binêrin. Jin dizewicin, zilamê ku pêre zewicî 3 mehan şûnde, mehekê şûnde wê jinê dikuje. Evîndar jî wisa ne. Mirov lê dinêre dibîne ku piştî demekê bi awayekî hovane evîndara xwe dikuje. Bi rastî jî jin 24 saetan rastî tecawiza mêran tên. Rêbertî gotibû ku êdî tu ferqa xaniyê taybet ji xaniyê giştî nemaye. Jinên bêîrade û bêhêz tim tûşî tecawizê tên. Xaniyên taybet û yên giştî vê rastiyê naguherînin. Ma pêkan e ku di cîhaneke bi vî rengî de ku mêr gelekî dijminahiya jinan dikin û zayendperestî zêde heye, evîndar bûn pêk were? Ma jinek dikare bibe evîndarê merêrekî ku dijminatiya jinan dike, jinan weke kole û xizmetkara xwe dibîne? Ma ev yek evîndarî ye? Ma ev yek hezkirin e? Tu eleqeya vê bi evîn û hezkirinê re tune ye. Jiyan hatiye windakirin.
Rêbertî ev yek gelekî baş rave kiriye û gotiye: ‘’Li cihê ku jiyan hatiye windakirin evîndarî nabe. Ji ber ku li wir evîndarî tune ye, miriye û hatiye kuştin. Ger hûn bixwazin evîndariyê rizgar bikin, biafirînin û evîndar bibin, hewce ye hûn jiyanê rizgar bikin. Hewce ye hûn jiyan û mêrekî ku evîndar bibin biafirînin. Mêrekî azad ku jinan weke xwe azad û wekhev dibîne. Bes bi vî awayî jiyana azad pêk were. Bi vî awayî jiyaneke ku exlaq û civakeke azad dikare pêk were. Jiyaneke ku mirovan esas digire dikare pêk were.’’
Niha jiyan hatiye windakirin. Hezkirin hatiye windakirin. Coş, evîn û azweriya jiyanê hatiye windakirin. Di vê jiyanê de evîndarî nepêkan e, hezkirin nepêkan e. Bi rastî jî min fêm nekir bê ka jin çima dizewicin. Bi qatilê xwe re dizewicin. Ber bi mirinê ve diçin. Min çend rojan beriya niha li ser televîzyonê dayîkek dît, gelekî tesîr li min kir. Keça wê nû zewicî ye û hevjînê wê ew qetil kiriye. Kirasê keça xwe yê bûkaniyê anî nava kolanê, benzîn rijand û ew şewitand. Bang li jinên ciwan dikir û digot: ‘’Nezewicin, ger hûn bizewicin wê dawiya we jî bi vî rengî be. Ji rewşa keça min dersekê bistînin.’’ Yanî hewceye jin destpêkê ji bo rizgarkirina jiyanê li ber xwe bidin. Li holê ne jiyaneke guncav ne jî mêrekî ku hûn pêre jiyana xwe bidomînin heye.
Ji ber wê yekê hewce ye jin xwe pêş bixin, xwedî li îradeya xwe derkevin, xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe pêş bixin, li ber xwe bidin û jiyana xwe rizgar bikin. Ji bo ku azad bijîn, hewce ye jiyan û pergaleke azad, wekhev, demokratîk ava bike. Hewcehî bi birêxistinbûn û têkoşînê heye.Heya ku ev neyên pêkanîn, jin wê li her derê rastî her cure êrîşan werin.
Niha helbet ew bûyera Şirnexê pir girîng e. Her wiha ev demeke dirêj e li Kurdistanê gelek bûyerên tacîz û tecawizê rû didin. Dengê civakê li hemberî van polîs û leşkerên ku endamên şerê taybet in, dernediket. Leşkerekî şerê taybet destdirêjiya jinekê kir. Gel û ciwanên Şirnexê rabûn ser piyan û ew leşkerê nemerd lînç kirin. Xwezî bikuştana. Bi rastî gel û ciwanên Şirnexê derseke dîrokî dan.
Hewce ye ev yek li her derê wisa be. Gava kesekê ji jin, keç û zarokekê re gotineke nebaş dike? Bi çavekî xirab lê dinêre? Hewce ye were lînçkirin yan jî kuştin. Ev helwesteke gelekî girîng e. Hewce ye ev yek li her derê pêş bikeve. Ji ber vê yekê hewce ye jin li her derê xwe bi rêxistin bikin û xweparastinê ava bikin. Pêngava Jin Jiyan Azadî bi awayî dikare encamên serkeftî bi dest bixe. Yanî bi birêxistinbûnê, avakirina xweparastinê, têkoşînê û avakirina jiyan û pergala azad û demokratîk, dikare pêngava Jin Jiyan Azadî pêk were. Bi vî rengî pêngav wê bi ser bikeve.
TÊKILDARÎ CIWANAN
Ciwanan di Newrozê de, di van hilbijartinên xwecih ên 31’ê Adarê de, dema ku hewl hat dayîn îradeyê wan li Wanê bê desteserkirin, li Şirnexê, li Colemêrgê, li Êlihê, li Rihayê, bi gotineke dî hema hema li her devera Kurdistanê û li Tirkiyê helwesteke pir birûmet nîşan da, têkoşîn û berxwedaniya ciwanan derkete holê. Ev gelek bi wate bû. Ji ber vê yekê ez ciwanan pîroz dikim. Sekneke gelekî watedar nîşan dan. Rola ciwanan a di encama berxwedana Wanê de tevî jinan gelekî girîng bû. Dîsa em dizanin ku li Colemêrg, Şirnex û li hemû Botanê li dijî hewla desteserkirinê û dagirkeriyê sekn û têkoşîneke pir xurt a ciwanan heye. Me dît, me bi çavên serê xwe dît, me temaşe kir. Ev gelek bi wateye. Wekî ku li Bakure Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê artêşeke ciwanan ava bûye.
Ez dikarim vê ji bo ciwanan bibêjim. Ciwan bi rastî jî hêzên herî dînamîk ên civakê ne. Mîna ku dibêjin ciwan mêrxas in. Bi gotineke din xwîna wan germ e. Di vê wateyê de kelecanî ye, bi coş e, zindî ye, dînamîk e, ji dil e, çav tarî ye, lêgerînvan e û bi azwer e. Ev hemû taybetmendiyên ciwanan in. Em hemû di wê pêvajoya ciwantî de derbas bûn. Em bûn xwedî wan tecrûbeyan. Ev gelekî girîng in.
Dînamîzma têkoşînê ye. Hêviya nêrînek azad e.Ciwan siberoja van gelan in. Siberoja gelan e. Siberoja azadiyê ne. Ew garantiya siberoja azad in. Di vî alî de ez dikarim vê yekê ji bo ciwanan bibêjim. Divê ciwan li her derê bi xurtî beşdarî têkoşîna azadiyê bibin. Yên ku dikarin werin çiyê, divê were çiyê. Divê jin û mêrên ciwan tevlî têkoşînê bibin. Divê li dijî vî dijminê mêtinger û qirker îrade û helwesteke mîna berxwedêrên Zap û Metîna nîşan bidin û bibin hevparê vê berxwedanê. Yên ku nikaribin werin Başûrê Kurdistan, Bakurê Kurdistan û Kurdistanê li ku bin dikarin bi rehetî li cihê lê ne welatê xwe biparêzin. Me ev yek li Wanê, li Şirnexê, Colemêrgê û Êlihê dît. Me ev yek li her derê dît. Ciwan li ku bin jî dikarin pir baş welatê xwe biparêzin. Dikare îradeyeke mezin a berxwedanê û têkoşînê nîşan bide û gelê xwe, siberoja xwe û nirxên xwe biparêz e.
Di vê wateyê de divê ciwan her destê ku li dijî gelê me, li dijî zarokan, li dijî jinan, extiyaran, li dijî gelê me bi tevahî dirêj dibe, bişkênin. Divê li dijî vî dijminê mêtinger, qirker bi xurtî têbikoşe. Divê her cihî veguherîne qadên çalakiyan. Divê her cihî veguherîne qadên serhildanê. Ji bo gel rakin serhildanê divê pêşengiyek xurt bê kirin. Ma eger ciwan vê yekê nekin, kî wê bike? Ev karê ciwanan e.
Ev rejîma mêtinger, qirker polîtîkayên xwe yên qirkirinê ji gelek aliyan ve dimeşîne. Mînak qirkirina leşkerî, qirkirina civakî, qirkirina çandî, bi hezar û yek rêyên cuda qirkirina aborî, ekolojîk pêk tîne û niha jî li dijî ciwanan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Mînak tiryak, ev polîtîkayeke qirkirinê ye, ciwanan hedef digire. Li her deverê, li her derê Kurdistanê, li her kolanê bazirganên tiryakê hene. Polîs hemû bazirganên tiryakê ne. Leşker hemû bazirganên tiryakê ne.
Bi vî awayî hin meleyan jî bi kar tînin. Karmendên dewletê wiha bi kar tînin. Hemû jî personelên şerê taybet in. Li Kurdistanê zarokên Kurdan hêj di temenê biçûk de hînê tiryakê dikin. Ciwanan hînê tiryakê dikin. Hewl didin wan ji têkoşîn, nirx, çand û civakbûnê dûr bixin. Di ciwanan de hêza îradeyê dişikînin, kesayetiya wan parçe dikin. Wan dejenere û bêesil dikin. Pêwîste li dijî tiryakê, fûhûş, destavêtin û koçberiyê helwesta xwe nîşan bidin.
Mînak divê wisa bê kirin ku polîsek, leşkerek û endamek şerê taybet û bazirganekî tiryakê, bi cesaret nekaribe li ti kolaneke li Kurdistanê tiryakê bifiroşin. Divê ciwan hemû kolanên Kurdistanê ji bazirganên tiryakê û endamên şerê taybet paqij bike. Divê hemû kolan, hemû qad, hemû tax, hemû bajarok û bajarên Kurdistanê ji tecawizkaran, endamên şerê psîkolojîk ên taybet, baronên tiryakê û ji bazirganên tiryakê paqij bike. Divê li dijî wê têkoşîneke pir xurt bimeşîne. Divê ciwan di nava xwe de xwe bi rêxistin bikin. Ne hewce ye ku kesek fermanê bide ciwanan. Ne hewce ye ku kesek ciwanan bi rêve bibe. Ciwanên me bi rastî jî ciwanên herî polîtîk ên cîhanê ne. Ciwanên Kurd ciwanên herî polîtîk û têgihîştî yên cîhanê ne.
Li her derê dikarin bi hêsanî xwe birêxistin bikin. Dikarin komîteyan ava bikin, dikarin meclîsan ava bikin. Dikarin yekîneyên xweparastinê ava bikin. Dikarin civaka Kurd biparêzin. Li dijî her cure êrîşa dijmin, jinên ciwan an jî mêr dikarin jinên Kurd biparêzin. Dikarin hemû kolan, bajar û bajarokên Kurdistanê ji van êrîşên şerê taybet ê psîkolojîk paqij bikin. Ez bawer dikim ku ciwan dê vê yekê bikin. Û ez bang li ciwanan dikim ku vê têkoşînê bimeşînin.
LI SER ALOZIYA NAVBERA ÎSRAÎL Û ÎRANÊ
Di derketina şerê Îsraîl û Hamasê de êdî bi awayekî zelal diyar dibe ku Tirkiye li pişt êrîşa Hamasê ye. Ji bo ku plana xeta enerjiyê ya ku li ser Hîndistanê ber bi Îsraîlê ve û piştre li ser Yewnanîstanê ber bi Ewropayê ve ku di lûtkeya G20’ê de hatibû diyar kirin bê sabote kirin e. Di heman demê de Îsraîlê têkiliyên xwe yên bi welatên Ereb re gav bi gav baş dikir. Lihevkirin jî çêbûbûn. Dewleta Tirk jî ji ber vê nerehet bû.
Ji ber ku Îran jî li herêmê hem ji bo hêzên navneteweyî hem jî ji bo DYE’ê wê biba hêza diyarker. Hinek wê herêm li ser Îsraîlê teşe bigita. Bera xeta enerjiyê jî diguherî. Ev yek jî wê dahateke aborî ya mezin ji bo Îsraîlê anîba û hêza wê mezin kiriba. Pozîsyona jeopolîtîk û jeostratejîk a Tirkiyeyê jî wê li paş mabûya. Ji xwe ev dewleta netewe-faşîst a Tirk, rejîma heyî ya faşîst, mêtinger û qirker nekarî vê yekê tehemûl bike û qebûl bike. Li dijî vê yekê ket nava lêgerînê û di vir de rol lîst.
Niha jî ji bo belavbûna vî şerî roleke provokatîf dilîze. Çapemeniya Tirk bişopînin, bi rastî jî ji bo şer di navbera Îsraîl û Îranê de derkeve her tiştî dikin. Banga şer dikin. Rojê 24 saetan, her roj weşanê dike. Hemû jî weşanên provokatîf in.
Ji şerê ku wê belav bibe jî hêviyek wan ya wiha heye. Bi vî şerî re wê Îran jî qels bibe. Ji ber ku Îran jî li herêmê weke hevrikekî dibînin. Îran jî li herêmê hêzeke hegemonîk e.
Hegemonya Îranê ya li herêmê jî qebûl nake. Ji xwe nakokiyên dîrokî jî hene. Her wiha hegemoniya Îsraîlê ya li herêmê jî qebûl nake. Ji ber ku pozîsyona wan a jeopolîtîk dikeve xeteriyê. Di vê wateyê de dixwaze Îsraîl jî û Îran jî Îran qels bibe. Difikire bi qelsbûna van hêzan re wê li herêmê ji bo wî qadek vebibe. Ji ber ku bi xwe welatekî NATO’yê ye. Difikire ku NATO û DYE’ê wê qada vala bi Tirkiyeyê tejî bike.
Ew difikire ku Emerîka dê berê xwe û giranî bide Pasîfîka Rojhilat. Difikire wê giranî bide Asya, Asyaya Dûr. Di wê hesabê de ye ku Emerîka li herêmê koalîsyonekê ava bike û valahiya ku çêbibe bi xwe dagire.
Tevî wê eger şerekî bi vî awayî belav bibe, hesab dike ku wê êrîşên Îsraîlê ên qirkirinê mîna firsendekê bibîne û bi rehetî êrîşên qirkirinê yên li Başûr, Sûriyê, Bakur-Rojavayê Sûriyeyê pêk bîne.
Her wiha hesab dike ku ew ê heman siyasetê li Kafkasan jî bimeşîne. Îran hewl dide li Kafkasyayê bi Ermenîstanê re xetekê çêbike. Li ser rêya Zengazûrê wê xetekê ava bikin. Tirkiye dixwaze li wê derê bi welatên Komarên Tirkiyeyê re xeteke enerjiyê ava bike. Bi Rûs, Komarên Tirkiyeyê û Azerbaycanê re di nava lêgerîneke bi vî rengî de ye.
Di nava lêgerîna rêyên alternatîf de ye. Ji xwe ev projeya ‘rêya pêşketinê ya Bexdayê’ jî parçeyek ji vê ye. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze ev şer berfireh bibe. Provoke dike, roleke gelekî provokatîf dilîze.
Haya Îranê ji vê heye. Bi qasî ku em dibînin, rewş bi vî rengî ye. Îran jî ne di pozîsyoneke xurt de ye. Bi salan e li ser Îranê ambargoya aborî, çekan û dîplomatîk ên piralî hene. Di vê aliyê de krîzeke cidî ya aboriyê dijî. Ji aliyê aboriyê ve di nava tengasiyekî de ye. Her wiha mûxalefet bi salan e li Îranê ser piyan e. Mûxalefeta civakî gelekî xurt bûye. Nerazîbûn gelek zêde ne. Rêvebereke demokratîk dixwaze. Gelên Îranê û civaka wê siyaseteke demokratîk dixwazin. Reformê dixwaze. Di salên dawî de serhildanên Jin Jiyan Azadî û şoreş, di nava civakê de daxwazeke pir cidî ya guhertin, veguhertin û demokratîkbûnê derxist holê. Ji ber vê yekê, li hemberî desthilatdariya heyî jî bêbawerî û nerehetî heye. Di vê mijarê de jî zehmetî heye. Zexteke civakî jî heye. Ji ber vê yekê, dema van pirsgirêkan hemû tîne ba hev, Îran jî di nava van şert û mercan de şer naxwaze. Gelekî bi baldarî nêzî wê dibe. Ne alîgirê belavbûna şer e.
Rewşa Îsraîlê jî, ev êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Xezeyê bi rastî jî şerekî qirkirinê li dijî Fîlîstîniyan meşand. Lê belê Îsraîl bi xwe jî zerareke mezin dît. Îsraîl ji aliyê aborî û leşkerî ve hilweşiya. Di vê rewşê de Îsraîl jî gelek bêhêz bûye. Eger desteka Emerîka û welatên Rojavayî nebin Îsraîl nikare li ser piyan bimîne. Îsraîl nikare vî şerî li Xezeyê bimeşîne. Ev rastiyek e. Rewşa Îsraîl bêhtir bi vî rengî ye, di rastiyê de bi zêdekirina vê rageşiyê bi Îranê re hewl dide desteka DYE’yê û piştgiriya welatên Rojavayî bi dest bixe. Lê Îsraîl jî ne di wê pozîsyonê de ye ku niha şerekî berfireh bi Îranê re bike. Lê belê eger Emerîka tevlî vî şerî bibe, Îsraîl jî dikare bike. Lê bi qasî ku em dibînin Emerîka jî bi baldarî nêzî wê dibe. Bi lez tevnagere. Emerîka hewl dide nîyeta xwe hinekî veşêre.
Di rastiyê de niha di navbera Îsraîl û Îranê de rewşeke şer ê negerm heye. Rewşeke pevçûnê heye. Lê belê naxwazin di vê qonaxê de veguherînin şerekî ewçend vekirî û berfireh. Di vê mijarê de nêzîkatiyeke bi vî rengî ya baldar heye. Îsraîl û DYE’yê polîtîkayeke ku Îranê qels bike, ji hev bixe, teslîm bigire dimeşînin. Şer jî weke parçeyek ji vê polîtîkayê dimeşîne. Rewşeke bi vî rengî heye.
Lê niha Tirkiye bi rastî jî dixwaze ev derkeve û belav bibe. Ji ber tiştên berî niha min gotibûn ji xwe re hêviyan çêdike. Wisa difikire ku berjewendiya wî di vir de ye. Û ji ber vê yekê bi vî awayî rolekî xerab dilîze.
Lê belê, em weke tevger tevgereke li dijî şer in. Têkoşîna ku em dimeşînin jî bi rastî têkoşîna xweparastinê ye. Di vê wateyê de li herêmê rijandina xwînê û belavbûna şer ne ji bo berjewendiya Kurdan û ne jî ji bo berjewendiya gelên herêmê rast nabînin. Ji ber ku şer dibe sedem ku gel winda bike. Ev gel bi rastî jî êdî ji xwînê têr bû, gelek xwîn hat rijandin. Ev ax ji xwînê têr bû. Êdî teqeta gel li hemberî rijandina xwînê nemaye. Nikare rake. Lewma em li dijî şer in. Li her derê stratejiya me demokrasî ye, çareserkirina pirsgirêkan li gorî feraseta sîstema demokratîk, konfederal e. Çareseriya pirsgirêkan li ser bingeha demokratîk, bi rêya muzakereyên siyasî demokratîk e. Şer ji bilî emperyalîst, qirker û mêtingeran ti sûda wê ji bo gelan nîne. Em jî tevgereke gel in. Lewma em li dijî şer in. Helwesta me wisa ye.