Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan ê ÎHD’î: Girtîgehên bi tîpa nû tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên şehîdan ên li Êlih û Semsûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêxistinên Jinên Kurdistanê peyama ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Şoreş pêvajoyeke zindî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Mitînga Êlihê: Em dikarin vî welatî bikin welatê ked û azadiyê
Rojane

Mitînga Êlihê: Em dikarin vî welatî bikin welatê ked û azadiyê

Kedkarên li Êlihê di qada 1’ê Gulanê de li hev civiyan û ev peyam dan, “Ger têkoşîna me bibe yek em ê bikarin vî welatî bikin welatê ked û azadiyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Êlihê, 1’ê Gulanê bi mitîngeke ku li Parqa 8’ê Adarê ya Jinan hat lidarxistin hat pîrozkirin. Hevsaeroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Hevşaredarên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr, Berdevka Meclisa Jinan a DEM’ê Halîde Turkoglû, parlamenterên DEM’ê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî, endamên platpforman ên gelek bajaran, kedkar û karker tevlî mîtinga ku bi şîara “Li dijî xizanî, bêwlehî, xwînmêjandin û zextan; ji bo mezinkirina hêvî, piştevanî û têkoşînê keremkin 1’ê Gulanê” hat pîrtozkirin, bûn. 

 

Bi deh hezaran kesên ku ji bajarên cuda hatin Êlihê, li Çerxarêya Ward Markê li hev kom bûn û bi dûrişmeyên mîna “Ji şer na, em aştiyê dixwazin”, “Bijî piştevaniya jinan” , “Bijî têkoşîna demokratîk, wekhev û azad” , “İsrara di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye” , “Bihar û aştiyê wê jin bînin”, “Tişta mafê me ye em ê bigirin” , “Zimanê me rûmet û hebûna me ye”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana kedkaran” û “Bijî 1’ê Gulanê” meşiyan qada mitîngê. 

KEDKARÊN TENDURISTIYÊ YÊN HATIBÛN KUŞTIN NEHATIN JIBÎRKIRIN

Kedkarên tenduristiyê yên ji Şirnexê hatibûn, wêneyên kedklarên tenduristiyê yên di salên 2015-2016’an de dema qedexeyên derketina derve li Cizîrê hatibûn kuştin hilgirtin û wisa ketin qadê. Di mitînga ku hejmareke zêde jin û ciwan tevlî bûn de destpêkê ji bo şehîdên qada kedê û demokrasiyê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Serokê Şaxa Tekstîl-Îş’ê ya Êlihê Veyserl Kartal axivî.

KÊR GIHÎŞTIYE HESTÎ

 

Veysel Kartal ku bi pîrozkirina 1’ê Gulanê dest bi axaftina xwe kir ev tişt got: “Em îro li dijî xwînmijandin û zilmê li qadan e. Em tev bi hev re li dijî xwîinmêjandina diqîrin. Zema ku li heqdesta asgarî û teqatîtan hat kirin heliya. Her tişt hat zemkirin. Enflasyon zêde dibe. Ji bo teqawîtan êdî kêr gihîştiye hestî. Divê ku demildest bergiriyên hemû teqawîtan biparêzin bên girtin. Fedakariya zêde nikare ji teqawîtan bê xwestin. Hê jî çavê wan di berîka me de ye. Her roja ku derbas dibe em hê zêdetir bacê didin. Divê ku pergala bacê bê rewşeke adîlane. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê em dibêjin êdî bes e.” 

‘HÊVÎ EM IN’

Piştre jî Sekretera Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher axivî û 1’ê Gulanê li her kesî pîroz kir. Gevher, da zanîn ku fatûreya hemû krîzan li wan tê birîn. Gevher anî ziman ku ew êdî ji pergala xerab a sermayeyê re dibêjin na û wiha axivî: “Ji bo gel bi hev re bi awayekî azad bijîn, hêvî em in. Divê em mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin û rêxistiniya xwe mezintir bikin.” 

Piştî axaftina Gevher, hunermend Hozan Ciwan derket ser dikê. 

‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Mûstafa Mesût Tekîk jî got ku sedema xizaniya li welat, şerê 40 sal in tê domand in. 

‘EV ŞER NE ŞERÊ KEDKARAN E’

Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got ku 1’ê Gulanê navê jiyana azad û birûmet e. Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Karker, kedkar, jin û ciwanên welêt tevî zextan jî paşvegav neavêtin. Têkoşîna karker û kedkaran ji bo wekheviyê ye. Tevî astengkirinan jî kedkar, karker, ciwan û kesên jiyaneke birûmet dixwazin hatin vê derê. Li Tirkiyeyê krîzên cidî hene û ku yek ji van xizanî ye. 3 milyon û nîv zarok birçî dikevin nava cihan. Sebeba vê jî îktîdara AKP-MHP’ê ye. Di 22 salên îktîdara AKP’ê de 33 hezar karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Karkerên Tirkiyeyê ne tenê xwehê, xwîna wan jî diherike. 

TEKANE RÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR E

Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckrin. Ev şer ne şerê karker û kedkaran e. Keda karker û kedkaran bi şer tune dikin. Sedema krîza heyî polîtîkayên şer û neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Hûn nikarin rastiya Kurd bi rêya şer biguherînin. Bi milyonan kes dibêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirsgirêka Kurd de îradeya wan e. Ew jî dizanin di mijara çareseriya demokratîk de rola birêz Ocalan çiqasî girîng e. Lê li şûna çareseriyê, şer tercîh dikin. Ger têkoşîna me bibe yek em ê bikarin vî welatî bikin welatê ked û azadiyê. Gelê me di hilbijartinan de bersiva wan da. Tenê rêyek li pêşiya me heye, divê em bibin yekdeng û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”

Piştî axaftinan, li ber stranên Kurdî govend hate gerandin û mitîng bi dawî bû. 

         

        

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kedkar tevî barana zêde li Enqereyê li hev civiyan
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Em ê ji bo bajarên xwe seferber bibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Yewnanistanê protestoyên girseyî hatin lidarxistin

Li Yewnanistanê bi sed hazaran welatî ji bo bîranîna xirabtirîn qezaya trênê û protestokirina kêmasiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza Şengalê: Em ê banga Rêber Apo mezin bikin

Gelê Şengalê bi gotina "Em li Çiyayên Şengalê agirê Newrozê pêdixin û banga Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?