Pêncşem, 4 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Bahçelî daxuyaniya ‘sererastkirina qanûnî’ ya têkildarî pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber ku ji Meral Akşener re got, ‘Ev der Kurdistan e’ bi hinceta dosyayek din hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Qezayên madenê qeder nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar: Rûbirûbûn wê tekez bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Em êdî di qonaxa duyemîn de ne; divê gavên şênber bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Aliye Tîmur li Colemêrgê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘PDK sûc dike, em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in’
Kurdistan

‘PDK sûc dike, em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in’

DFG’ê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed ê beriya 200 rojan ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, daxuyanî da û got: “Fikarên me yên têkildarî jiyana wî zêdetir dibin. PDK sûc dike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed ê di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistana Federe bibe, ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 200 roj in agahî jê nayê girtin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) têkildarî agahînegirtina ji rojnamevan Silêman Ehmed daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG’ê diyar kir ku rêveberiya Herêma Kurdistanê û PDK di mijara aqûbeta Ehmed de bêdengiya xwe diparêzin û daxuyaniyeke ku fikarên malbata wî û hempîşeyên wî ji holê rabin nade. DFG’ê destnîşan kir ku PDK û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi vê helwesta xwe sûc dike û bang li PDK’ê kir ku dest ji van pêkanînan berde û Silêman Ehmed serbest berde.

Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Ev bû 200 roj… Ji rojnamevanekî 200 roj in agahî nayê girtin. Ji rojnamevan Silêman Ehmed 200 roj in agahî nayê girtin. Malbata wî hempîşeyên wî ji bo aqûbeta Silêman Ehmed hîn bibin 200 roj in her roj dipirsin, lê tevî ev qas roj derbas bûne jî PDK û Herêma Kurdistana Federe bêdengiya xwe didomînin. Pirsên Silêman Ehmed li ku ye? Rewşa wî çawa ye? Jiyana wî di bin xetereyê de ye? bê bersiv tên hiştin.

Silêman Ehmed ê 5 sal in li Herêma Kurdistana Federe dijî di ajansa nûçeyan a Rojnewsê de edîtorî dikir. Di 1’ê cotmeha 2023’yan de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Di 25’ê cotmehê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federe. Di dema vegerê de li deriyê sînor yê Pêşxabûr (Sêmalka) ji aliyê hêzên asayîşê yên girêdayî PDK’ê hate binçavkirin. Tevî ku têkildarî derbasbûna Ehmed ya başûrê Kurdistanê tu astengiyên qanûnî nebûn jî hêzên PDK’ê ew binçavkirin û radestî teşkilata îstîxbaratê Parastinê kirin.

Silêman bi awayekî bêhiqûqî hatibû binçavkirin û nedihate qebûlkirin ku di bin çavan de ye jî. Lê di encama hewldanên parêzerên wî bi biryara ku dadgehê dayî, neçar man qebûl bikin ku di bin çavan de ye. Tevî van geşedanan û bang û hewldanên malbat, parêzer û saziyên çapemeniyê jî PDK derbarê Ehmed de agahiyeke pêbawer nade rayagiştî.

Revandina Silêman Ehmed ji aliyê rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê yên navxweyî û navnetewî ve ku Rêxistina Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas jî di nav de hate şermezarkirin. Ji rêveberiya PDK’ê ku ji bilî rêxistinên pîşeyî, rêxistinên sivîl ên civakî jî bang lê dike têkildarî Silêman Ehmed tu daxuyanî nedan. Rayedarên Rojnewsê, têkildarî aqûbeta edîtorên xwe Ehmed bi daxwaza rayagiştî demildest were agahdarkirin serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) û Komîteya Parastina Mafên Mirovan a Mînayê jî di 12’ê nîsanê de ji bo diyarkirina aqûbeta Ehmed bi daxwaza lezgîn serî li Komîteya Windakirina bi Darê Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.

Tevî van hemû bangan jî rêveberiya PDK’ê di mijara aqûbeta Ehmed de bêdengiya xwe diparêze û daxuyaniyeke ku fikarên malbata wî û hempîşeyên wî ji holê rabin nade. PDK û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi vê helwesta xwe sûc dike. Ji bo ku sûcdar in jî tiştên qewimîne paşguh dike û naxwaze bibîne û bibihîze. Lê hemû rayagiştî li bendê ye ku derbarê aqûbeta Silêman Ehmed de demildest daxuyaniyek were dayîn.

Ev helwesta PDK’ê û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe li dijî hiqûqa gerdûnî ye û ev nêzîkatî berhema polîtîkayeke qirêj û xetere ye. Ev rêbaz azadiya çapemeniyê ji holê radike. Weke rojnamevanên vê erdnîgariyê em tu carî rêbazê bi vî rengî yên bêhiqûqî û faşîzan qebûl nakin. Fikarên me yên têkildarî jiyana Silêman Ehmed zêde dibin û em dixwazin demildest ji wî agahiyekê bibihîzin.

Em bang li PDK’ê dikin ku dest ji van pêkanînan berde û Silêman Ehmed serbest berde.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Bîranîna hevalên me çavkaniya têkoşîna me ye’
Nûçeya Pişt re Li Mexmûrê dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyon hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Salîha Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di çalakiyê de axivî û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Hatîmogûllari: Bêyî naskirina sînoran têkoşîn para me ya hevpar e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komxebata Koma Xebatê ya Wekheviya Zayenda Civakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Koyluoglû mewlûd hate xwendin

Ji bo rojnamevan Azîz Koyluoglû yê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?