În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa Azadî ya li Koyê dîsa hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD: Di protestoyên Rojava de herî kêm 930 kes hatin binçavkirin, 123 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgen Yuksekdag tevlî merasîma cenazeyê kekê xwe bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Îstîxbarata Baasê li Hewlêrê mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Ji bo serketina pêvajoyê qanûnên pêwîst diyar in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nisêbînê mayîn teqiya: 2 zarok birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pêşbirka werzîşê hat lidar xistin û li Qendîlê 77 şitilên daran hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, rojbûna mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Adil Osman: Bandora fikrî ya Rêber Apo zanebûna neteweyî bi pêş xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Rojên Amara bi hezaran kes ber bi Xelfetî bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hat eşkerekirin
Kurdistan

Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hat eşkerekirin

HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe yên hêja yên xwe bi serketinê ve girêdabûn û şêwaza fedaî ya Apoyî esas girtibûn, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya derbarê gerîlayên şehîd de ev tişt anîn ziman:

“Di 18’ê Nîsana 2024’an de di encama êrîşên dijmin ên li dijî herêma Xakûrkê de hevrêyên me Merwan û Tûfan şehîd bûn.

Hevrêyên me Merwan û Tûfan li her qada ku lê bûn bi awayekî fedaî tevlî bûn û ji bo xeta Apoyî bi jiyanî bikin kedeke mezin dan. Hevrêyên me Merwan û Tûfan ku li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me bi cihgirtina li nava refên gerîla derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û li herêmên cuda gerîlatî kirin. Ew exlaqa jiyana partiya me ji bo xwe kirin çavkaniyê pêşketinê û bûn milîtanên bi mînak. Hevrêyên me Merwan û Tûfan ên hewl dan bi baweriyek mezin, li ser bingehek xurt têkoşîna xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bikin, li ser esasê dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdan re hewl dan hemû erkên xwe bi cih bînin. Mîna milîtanên fedaî yên Apoyî bûn xwedî têkoşiyaneke xurt ya bê sînor. Hevrêyên me yên ku berê xwe her tim didan qadên şer lê giran û ji bo parastina destketiyên gelê me kedek mezin dan, karîn bi tevlîbûna xwe bibin milîtanên ku neyên jibîrkirin. Mîna milîtanên dilsozê Rêber Apo û şehîdan, ji bo bicihanîna armancên xwe her tim xwe ji bo qadên herî zehmet pêşniyar dikirin.

Hevrêyên me Merwan û Tûfan ên ku amade bûn li her qadê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî serketî bi cih bînin, xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî derketin û karîn bi vê seknê di dilê hevrêyên xwe de cih bigirin. Em careke din hevrêyên xwe yên hêja yên xwe bi serketinê ve girêdabûn û şêwaza fedaî ya Apoyî esas girtibûn, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.

Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Merwan û Tûfan re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe ji cihê lê mane bi biryardarî bidomînin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Merwan Zêrevan
Nav û Paşnav: Ahmet Îbrahîm El Ahmet
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik û Bav: Fatma– Îbrahîm
Dem û Cihê Şehadetê: 18 Nîsan 2024 / Xakurkê

 

Nasnav: Tûfan Koçer
Nav û Paşnav: Ahmet Bayar
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Taybet – Abdullah
Dem û Cihê Şehadetê: 18 Nîsan 2024 / Xakurkê

MERWAN ZÊREVAN

 

Hevrêyê me Merwan Zêrevan li bajarê Helebê ji dayik bû. Hevrêyê me ku bi çanda Kurdewarî û hişmendiya neteweyî mezin bû, bi rengekî ku bi cewhera xwe ve girêdayî bû mezin bû. Di temenê biçûk de eleqeya wî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê pêş ket. Xeyal dikir ku li ser şopa xalê xwe yê di sala 1997’an de tevlî nava refên gerîla bû, bimeşe. Ji bo destekê bide malbata xwe di karên înşaetê de xebitî. Ji ber ku aliyê wî yê ked dayînê her tim li pêş bû, ji aliyê malbat û derdorê ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Merwan ê ku têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê nas kir, bihîst û eleqe nîşan da, li hemberî zilma li ser gelan û bi taybetî gelê Kurd bû xwedî kesayetek hesas. Hevrêyê me têgihişt ku bersiv û têkoşîna herî xurt a li dijî polîtîkayên asîmlasyonê û qirkirinê ya sîstemê ya li dijî gelan, di nava refên PKK’ê de cih girtin e. Di sala 2007’an de hevrêyê me ku derfet dît Tevgera me ya Azadiyê ji nêz ve nas bike, lêgerîna xwe kûrtir kir. Hevrêyê me Merwan ê piştî ku nirxandinên Rêbertiya me yên li ser rastiya Kurd û Kurdistanê bihîst, jiyana berê êdî ji bo xwe qebûl nekir. Bi lêhûrbûn, lêpirsîn û guhdarîkirina welatparêzên derdorê xwe re rastiya Kurd û Kurdistanê baştir fêm kir. Tevî ku xwest tevlî berxwedana destanî ya li Rojava bibe jî, hevrêyê me yê ku çiya heskir kir ku ev der warê gerîla ye, biryar da ku berê xwe bide çiyayên azad.

Hevrêyê me ku di sala 2014’an de derbasî çiyayên azad bû, perwerdehiya xwe ya yekemîn li herêma Qendîlê dît. Bi perwerdeya wergirtî re di demeke kurt de adapteyî jiyana çiya û gerîlatiyê bû û tevlî xebatên pratîkî bû. Ji ber meraqa wî ya di perwerdeyê de zêde bû, ev yek bi awayek lez rê li ber pêşketina wî vekir. Ji ber tevlîbûna xwe ya sade û sekna xwe ya gihîştî di jiyanê de, karî her tim ji bo hevrêyên xwe alîkar be. Tevî ku şervanekî nû bû jî bi fedakarî û keda xwe bal kişand. Hevrêyê me ku xwedî armancên mezin bû, bi îdîayeke mezin tevlî her karî bû. Hevrêyê me ku li herêma Qendîlê di gelek xebatên girîng de cih girt û tecrûbe bi dest xist, piştî perwerdehiya îdeolojîk a ku dîtî zanebûneke diyar bi dest xist. Hevrêyê me ku qadên perwerdê cihê veguherînê û xurtbûnê dibîne li ser vê esasê bû xwedî tevlîbûneke xurt. Piştî her perwerdeya ku tevlî bû, bêyî ku ti sînor ji xwe re deyne bi pêş ve çû. Ji bo kêmasiyên ku dîtiye ji holê rake pêşniyarên çareseriyê kir. Di şert û mercên herî neyînî de israra wî ya di afirandina alternatîfan de, ji hevrêyên xwe re bûye mînak. Di perwerdeya bîrdozî û leşkerî de astek a pisporiyê bi dest xist û ji bo her wezîfeyê, xwe weke milîtanek amade kir. Bi ruhê serdemê tevgeriya û ji bo biçe qadên ku şer lê girane, pêşniyar kirin. Hevrêyê me Merwan ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji bo derbên giran li dijmin bixe di sala 2017’an de derbasî herêma Xakûrkê bû, bû yek ji pratîkkarên taktîk ên serdemê. Weke gerîlayeke ku ti sînoran nas nake û xwe bi ti cihî ve sînordar nake, biryardariya xwe ya têkoşînê xurttir kir.

Hevrêyê me Merwan li Xakurkê tevlîbûneke bicoş û bifidekarî pêk anî û tim hêz da hevrêyên xwe û hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî. Weke şervanekî wêrêk tim li dijî dijmin derket û di dilê hevrêyên xwe de bi wêrekbûna cihekî mezin girt. Hevrêyê me Merwan di 18’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa dijmin de şehîdan dibe û em careke din hevrêyê xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna wî li Kurdistana azad zindî bihêlin.

TÛFAN KOÇER

Hevrêyê me Tûfan li navçeya Dihê ya Sêrtê di nava malbateke welatparêz de tê dinê. Hevrêyê me Tûfan li navçeya Dihê ku yekem guleyên artêşbûna tevgera me li wir hatin avêtin, bi çanda dêrîn a Botanê mezin dibe. Ji ber welatparêzbûna malbat û derdora xwe hevrêyê me bi çirokên lehengiyê yên li herêma Botanê mezin dibe û gerîlatî tim xeyala wî bû. Her wiha hevrêyê me Tûfan her çend guhdariya çîrokên şewitandina gundan û komkujiyên dewleta Tirk dikir jî hêrsa wî ya li hemberî pergalê her zêdetir dibû. Hevrê Tûfan bi neçûna dibistanên pergala qirêj hê di zarokatiya xwe de helwesta xwe ya li hemberî pergalê nîşan da. Hevrê Tûfan ji bo piştevaniya malbata xwe şivantiyê dike. Weke dildarekî xwezaya Kurdistanê, di nasîna erd û çiyayan de tecrûbeyeke mezin bi dest xist. Weke hemû ciwanên li Kurdistanê dijîn, wî jî bi xwe rastiya dijminî nas kir. Hevrê me bi saya kûrkirina lêgerînên xwe û bi dîtina nakokiyên pergalê biryarê dide ku tevlî refên gerîla bibe û li dijî dewleta Tirk a dagirker di nava têkoşînê de cihê xwe bigire.

Hevrêyê me di sala 2012’yan de li ser Wanê tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me li herêma Zagrosê perwerdeya gerîlatitê ya nû dibîne û di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û jiyana li lûtkeyên dijwar ên Zagrosê dibe. Jiyana komunal û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîlayan tesîreke mezin li ser hevrêyê me Tûfan çêdike. Bi perwerdehiyan tim hewl da ku xwe hem di warê leşkerî û hem jî di warê bîrdozî de pêş bixe. Hevrêyê me ji ber ku neçûbû dibistanên pergalê di nava tevgerê de hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Hevrêyê me di warê leşkerî de xwedî azweriyeke mezin bû û vê yekê jî kir ku di demeke kurt de li herêma Avaşîn bibe gerîlayekî xwedî tecrûbe. Her wiha di her du salên xwe yên ewil yên di nava refên gerîla de jî gelekî wezîfe bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me Tûfan di sala 2014’an de ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê derbasî Rojava dibe û di gelek pêngavan de cihê xwe girt. Hevrêyê me li Rojava rastiya PKK’yê û Rêber Apo baştir nas kir û bi dil û can nêzî erkên xwe yên şoreşgeriyê bû. Bi tevlîbûna refên azadiyê hevrêyê me hewl da ku berpirsiyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne û di hemû kêliyên xwe yên di nava tevgerê de tim di nava wê hewlê de bû derbeyê li dijminî bixe. Hevrêyê serkeftin ji xwe re weke tekana armanc pejirand û di gelek çalakiyan de bû xwedî roleke aktîf. Hevrêyê dizanîbû ku wê bi têkoşîneke fedaîyane azadiya Rêbertî û gelê me pêk were û ji bo ku xwe bigihîne armanca xwe tim di nava kûbûnekê de bû. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya lehengî û bi hevrêtiya xwe ya fedakar karî bibe milîtanekî mînak.

Hevrêyê me Tûfan bi tecrûbeyên xwe yên leşkerî ku di şer de bi dest xist û bi perwerdehiyan di warê bîrdoziyê xwe de xwe gelekî pêş xist û dubare berê xwe dide çiyayên azad û derbasî herêma Xakurkê dibe. Bi şanaziya derbasbûna li qadên gerîla di hemû xebatan de tevlîbûneke bicoş û bimoral nîşan da. Hevrêyê tim di nava pratîkeke zêde de bû û bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakar erkên serdemê bi awakî serkeftî bi cih anîn. Li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bû pêkhênerê taktîkên gerîla yên serdemê. Hevrêyê me di têkoşîna destanî ya ku li dijî dagirkeran hatî meşandin de bû xwedî kedeke mezin û weke milîtanekî Apoyî dixwest ji hemû êrîşan re bibe bersiv. Hevrêyê me Tûfan tim dixwest hêrsa xwe ya li hemberî dijmin derbasî çalakiyan bike û di hemû çalakiyan tevlîbûneke fedaiyane nîşan da. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku dilsoziya Rêbertî û şehîdan û pêkanîna xeyalên şehîdan bes bi lêxistina derbên mezin ên li dijmînî pêkan e û her wiha bi vê armancê kûrbûnên xwe zêdetir û têkoşîna xwe jî mezintir kir. Hevrêyê me ji têkoşîna gerîlayan ya biîrade hêzeke mezin digire û ev yek jî dibe sedem ku hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêdetir bike. Ji bo ku tektîkên serdema nû yên gerîlayan bi awayekî profesyonelî pêk bîne, tim hewl da û bi vê yekê gelekî alikariya hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Tûfan serkeftin ji xwe re weke tekane armanc pejirand û bi dilsoziya armanca xwe, bi terza xwe biisrar ya xwegihandina serkeftinê û bi sekne xwe ya jiyanê bandorên gelekî mezin li hevrêyên kir.

Hevrêyê me Tûfan Koçer bi tevlîbûna xwe ya sade û jidil ji me re dîrokeke têkoşînê ya têr û tije hişt. Hevrêyê me di 18’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê tevlî karwanê şehîdan dibe û em dubare soz didin ku em ê ala têkoşînê ya hevrêyê me dewrî me kirî bi serkeftinê ba bikin û bîranînên şehîdên xwe zindî bihêlin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PDK hilbijartinê taloq bike jî dawiya wê têkçûn e !
Nûçeya Pişt re HPG: Li Metînayê 4 dagirker hatin cezakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tankên Tirk li Bendava Dêrelukê hatin bicihkirin

Hate ragihandin ku dewleta Tirk tankên xwe gihandiye Bendava Dêrelukê ya di bin kontrola PDK'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bêndera Çand û Hunerê (3)

Bêndera dexl û dan bi  wateya ku li xwe bar dikir, di nîvenga jiyana mirovahiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Berxwedan li Hesekê hate veşartin

Şervanê QSDˈê şehîd Berxwedan (Mihemed El Serhan) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Nisêbînê mayîn teqiya: 2 zarok birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê pêşbirka werzîşê hat lidar xistin û li Qendîlê 77 şitilên daran hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, rojbûna mirovahiyê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Festîvala Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?