Pêncşem, 18 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mehmet Emîn Karayilan li Bêrecûkê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wesayita ku karkên çandiniyê tê de bûn wergeriya: 1 mirî, 11 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê li Silêmaniyeyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber binpêkirinên li dijî zarokan dibe ku NY niştecihên Îsraîlî bixe lîsteya reş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê wesayita ku karkerên çandiniyê tê de bûn wegeriya: 22 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Binpêkirinên li girtîgehên Derya Reş: Gardiyanan girtî di bin baranê de hiştin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ’ê Kawa Şengalî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferhat Dêrik û hevalên wî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê li ser bombardûmana li Merîwanê û kiryarên şerê taybet daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Neçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê şehadeta fermandar Kawa Şengalî ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: ‘Krîza mêrtiyê’ sedema zêdebûna kuştina jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brezîlyayê verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiyê hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E’yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E ji bo ‘Festîvala Jinan a Zîlan’ banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo Doza Kobanê li sê bajaran çalakî hatin kirin
Rojane

Ji bo Doza Kobanê li sê bajaran çalakî hatin kirin

Li Stenbol, Enqere û Rihayê ji bo Doza Kobanê ya ku dê sibê li Edliyeya Sîncan a Enqereyê bê lidarxistin banga xwedîderketinê hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Têkildarî Doza Kobanê ku dê sibê danişîna biryarê were lidarxistin, li Stenbol, Enqere û Rihayê daxuyanî hatin dayîn. 

STENBOL

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM)  têkildarî Doza Kobanê ku dê sibe biryar were dayîn, li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Gelek hunermendên NÇM’ê tev li bûn. Hunermend Dîlan Suyu di daxuyaniyê de Doza Kobanê weke “Doza Kompasê” pênase kir û wiha got: “Dozeke derhiqûqî ye û doza tolhildanê ye. Siyasetmedarên kurd û dostên wan bi komployên mezin mîna di Dadgehên Îstîklalê de tên darizandin. Ev darizandin tê wateya parastina DAÎŞ’ê ku di dîrokê de rêxistina terorê ya herî hov e. Em vê pêvajoya tolhildanê ku wijdanî, exlaqî û hiqûqî nîne, qebûl nakin.” 

Suyu, anî ziman ku Kobanê di heman demê de rengê hunerê yê li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê ye û banga tevlibûna danişîna Doza Kobanê kir. Suyu, axaftina xwe wiha qedand: “Xwedîderketina li Kobanê sûc nîne, xwedînederketina li Kobanê sûc e.” 

ENQERE 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî dozê li nvaenda xwe ya giştî daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban di daxuyaniyê de axivî û got ku danişîna dozê dê rêgeha siyaseta Tirkiyeyê jî diyar bike. 

Kuçukbalaman wiha domand: “Pergala ku bi Dadgehên Îstîklalê dest pê kirî û bi Dadgehên Rêveberiya Awarte, Dadgeha Ewlekariyê Dewletê û Dadgehên Rayeyên Taybet hate domandin, her kesên li dijî îdeolojiya fermî derketin bi awayekî derhiqûqî ceza kirin. Mînaka vê ya herî şênber û nûjen jî Doza Kobanê ye ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin.” 

Bi domdarî Kuçukbalaman diyar kir ku bidawîkirina rewşa girtî ya kesên di dozê de bi awayekî derhiqûqî tên darizandin; pêdiviyeke aştiya civakî, edalet û hiqûqê ye. 

RIHA 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê têkildarî Doza Kobanê li avahiya xwe daxuyanî da. Li gel rêveberê ÎHD’ê, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li bûn. Li ewyana daxuyaniyê pankarta “Heke çiya, mirov û heta mirin jî westiya be, niha helbesta herî xweşik, aştî ye” ya ji gotinên nivîskar Yaşar Kemal hate daliqandin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Rihayê Zeynep Dîlek Polat axivî û wiha got: “Bidawîkirina rewşa girtî ya tevahiya kesên ji Doza Kobanê tên darizandin, pêdiviyeke aştiya civakî, edalet û hiqûqê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran meş: Em xwedî li zimanê xwe derbikevin
Nûçeya Pişt re Qirkirina siyasî hat protestokirin: Li qereqolê lêgerîna tazî hat kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Banga ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’

Aktîvîsta TJA'yê Arzû Karaman ji bo 'Meşa Aştiya Civakî' ya 31'ê Gulanê ya li Amedê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cesur ê piştî 29 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîn bidome

Bahattîn Cesûr ku piştî 29 salan di girtîgehê derket, got: “Dê têkoşîna me bidome."

Ji aliyê Stêrk TV

Di dozên erdhejê de bersûc yek bi yek têne berdan

Di ser erdheja 6'ê Sibatê re sê sal derbas bûn, bersûcên girtî têne berdan. Parêzer…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ’ê Kawa Şengalî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mehmet Emîn Karayilan li Bêrecûkê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wesayita ku karkên çandiniyê tê de bûn wergeriya: 1 mirî, 11 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?