Çarşem, 1 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Rojeva gel û meclîsê ne weke hev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li peravên Bodrûmê bota koçberan binav bû: 18 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 846 kes binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Pirsûsê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê êrîşê gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Çam ê hat berdan: Bila hemû Kurd bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê çalakiya 4’ê Nîsanê: Ji bo meşa Amara û Gemlîkê bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê parzûngeha petrolê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyva Sor a Kurdistanê li wargeha Mexmûrê pêşdibistanek ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Em ê her rojê zimanê xwe ji dagirkeriyê û windabûnê biparêzin’
Rojava

‘Em ê her rojê zimanê xwe ji dagirkeriyê û windabûnê biparêzin’

"Di odeyeke biçûk de, bi komeke biçûk a amadekirina mamosteyan û bi wan tîpên pîroz em gihîştin asteke bilind ku zimanê me di asta masterê de li zanîngehan tê xwendin. Ew zimanê qedexe bû şoreşek."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê Egîd Nasiro bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji ajansa me re axivî. Nasiro diyar kir ku li gorî hin lêkolînan asta dewlemendiya zimanê Kurdî li gorî asta zimanên din ên cîhanê di rêza 8’emîn de ye. 

Nasiro got ku 15`ê Gulanê weke rûpeleke nû vebû û got: ” Zimanê Kurdî  bi saya Mîr Celadet Elî Bedirxan çarenûsa xwe guhert. Li gorî hin lêkolînan asta dewlemendiya zimanê Kurdî li gorî asta zimanên din ên cîhanê di rêza 8’emîn de ye.  Tevî hemû qedexikirinên bi salan jî  dîsa zimanê me xweparast.”

Nasiro bal kişand ser dîrok û qedîmbûna zimanê Kurdî û ev yek anîn ziman: ‘’Heya beriya şaristaniya Sumeran yanî di serdema Neolotîk de jî zimanê Kurdî hebûna xwe nîşan dide û îspat kiriye. Gava ku em li dîrokê dinêrin em dibînin ku zimanê me bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye.  Dibe ku piraniya pirtûkên pîroz yên vî zimanî hatibin windakirin û dibe ku hin belgeyên kevin yên ku vî zimanî tespît dikin ji ber êrîşan xwe negihandibin roja me ya îroyîn.’’

‘HER ROJ CEJNA ZIMANÊ KURDÎ YE’

Egîd Nasiro di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tundiya li ser ziman û got: “Li Rojhilata Navîn ku tim li vê erdnigariyê şer û alozî hene,  van şer û aloziyan bandoreke mezin li zimanê me kiriye ku zimanê me jî  para xwe jî ji êşê girtiye. Xebatkar û xemxurên vî zimanî ji bo ku zimanên xwe pêş bixin, yên weke Mîr Celadet Elî Bedirxan,  bi derbasbûna tîpên latînî xwestin rûpelekî nû ji bo lêkolînkirina taybetmendiyên vî zimanî derxe pêş, vekin.  Zimanê me gelekî dewlemend e ji bo me her roj cejna zimanê Kurdî ye û em ê  her rojê zimanê xwe ji dagirkeriyê û windabûnê biparêzin.”

Egîd Nasiro qala xebatên ji bo pêşketina zimanê Kurdî kir û wiha pêde çû: ‘’Di salên 1931-1932`yan de gelek hewldan hatine dayîn ku zimanê Kurdî pêş bikeve. Em dikarin li mînaka Roger Lescot binêrin ku  ew bi xwe ne kesekî kurd e lê belê bi Celadet Elî Bedirxan re ji bo pêşketina zimanê Kurdî gelekî xebitiye. Gelek mînakên weke Lescotî hene.’’

‘ZIMANÊ ME YÊ QEDEXEKIRÎ NIHA LI ZANÎNGEHAN TÊ XWENDIN’

Hevserokê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê Egîd Nasiro destnîşan kir ku îro bi hezaran peyrewên Mîr Celadet Elî Bedirxan ji bo pêşketina Kurdî di nava têkoşînê de ne û ev yek anîn ziman: ‘’Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re zimanê Kurdî veguherî asteke nû. Xebatên li ser zimanê Kurdî her ku diçezêdetir dibin.  Me li dibistanên herî biçûk dest pê kir, bi grupên biçûk yên amadekirina mamosteyan. Vaye îro li Kobanê  û li tevahiya Rojava di asta masterê de zimanê Kurdî tê xwendin û gihîştiye asta lêkolînên bilind.’’

‘ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA ZIMAN E’

Nasiro destnîşan kir ku kadroyên nû yên vî zimanî di astên bilind de hatine perwerdekirin û ji bo lêkolînên berfireh di nava xebatê de ne û got:  ‘’Şoreşa Rojava ji bo pêşketina zimanê me gelekî girîng e. Şoreşa Rojava li seranserê cîhanê deng vedaye. Rola Netewa Demokratîk gelekî mezin e ku tevahî netewan di nava xwe de dihewîne û her kes dikare bi rengê xwe, bi zimanê xwe û bi baweriya xwe xwe bide îfadekirin. Şoreşa Rojava ne tenê şoreş jin û ciwanan e her wiha şoreşa ziman e jî.’’

Egîd Nasiro di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan kir ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biavin û got: ‘’Zimanê Kurdî di warê dewlemendbûnê de di asteke bilind de ye. Ger em jî bi zimanê xwe biaxivin,bixwînin û lêkolînan bikin em ê êrîş û qedexekirinên li dijî zimanê me têk bibin. Em vê rojê li her xemxurê zimanê Kurdî pîroz dikin û bi taybet jî li gelê Kurd. Bi saya Şoreşa Rojava êdî tu kes nikare li  pêşiya zimanê me bisekine û zimanê me qedexe bike.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Naskirina Hakî Karer naskirina PKK’ê ye’
Nûçeya Pişt re Tê payîn îro di Doza Kobanê de biryar bê dayîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên KBDH’ê li du bajaran çalakî kirin

Milîsên Zeynep Kinaci (Şehîd Zîlan) ên KBDH’ê ragihand ku wan ji bo silavkirina çalakiya fedayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan li ber Wezareta Edaletê ji bo Rojîn Kabaîş edalet xwest

Platforma Jinan a Enqereyê ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Mîtînga Azadiyê bang: Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, diyar kir ku ew ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Wê nasname ji bo Kurdên bêyî nasname, bên dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hejmara kesên di teqîna Hesekê de iyana xwe ji dest dane derket 6’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevdîtina şandeya YPJ’ê bi Wezîrê Parastinê re bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyên şehîd Toprak û Bahoz hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?