-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
-Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer di salvegera 47’emîn şehadeta xwe de tê bîranîn.
– PKK, Hakî Karer e û şehadeta Hakî Karer e. Di bingeha PKK’ê de şehadeta mezin a vî hevrêyê mezin heye. Hakî Karer bi pêngava avakirina partiyê û partiya ku di encama vê de ava bû, nemir bû. Di vê wateyê de PKK jîndarbûna Hakî Karer e.
-Çalakiyên xizmên windayan ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.
– Mahmûd Mihemed Nûr Salih bi dilsoziya xwe ya axa xwe û bi berpirsiyariya xwe ya xweparastinê di berxwedana Şêxmeqsûdê de bû mînak.
-Li Wanê piştî berxwedana gel bi ser ket, li ser gel ambargoya ewlehiyê xistin meriyetê û ev pêkanîn bandoreke neyînî li ser jiyana gel a rojane dike. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û parêzer Mahmût Kaçan diyar kirin ku gelê Wanê tê cezakirin.