Rêxistina DEM Partî ya Wanê di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de her 14 şaredarî bi dest xist. Bi serkeftinê re AKP li Wanê bûye partiya tabelayê. Piştî hilbijartinan Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr mazbataya Hevşeraderê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan desteser kir û hewl da mazbatayê bide namzetê AKP’ê Abdulahat Arvas ê ku di hilbijartinê de bû duyemîn. Li ser vê yekê gelê Wanê daket qadan û bi berxwedana xwe li YSK’ê paşde gav da avêtin û YSK’ê biryar da ku mazbatayê bide hevşaredarê DEM Partiyê.
Lê tevî ku meh û nîvek di ser berxwedana gelê Wanê ya li dijî desteserkirina vîna wan re derbas bû jî, li bajêr liv û tevgera polîs û leşkeran heye. Ambargoya ewlehiyê li ser bajêr hat sepandin ku trafîka bajêr asteng kir, bazirganiyê zehmet kir û jiyana rojane felc kiriye. Li hemû kolanên bajêr TOMA û ekîbên polîsan bi cih bûne. Helîkopterên polîsan 24 saetan hewl didin gelê Wanê ji hewayê têxe bin kontrola xwe. Walîtiya Wanê bi daxuyaniyên ku têketin û derketina bajêr di bin kontrolê de ne û qedexeya xwepêşandan û çalakiyan jî dirêj dike, her tim li dijî gel operasyonên derûnî pêk tîne.
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û parêzer Mahmût Kaçan ambargoya ewlehiyê ya hikûmeta AKP’ê ya li ser Wanê tê meşandin ji ANF’ê re nirxandin.
DÎLEKÇÎ: TEHAMULÎ VÎNA GEL NAKIN
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku piştî hilbijartinên 31’ê Adarê li Wanê polîtîkayek ambargo û dorpêçê tê meşandin. Dîlekçî anî ziman ku gelê Wanê bi helwesta xwe ya demokratîk bi deshilatê gav paşde da avêtin û wiha got: “Rewşa Awarte ya ku di sala 2016’an de hatibû îlankirin, di sala 2018’an de hat rakirin, lê li Wanê hîn jî ev rewş didome. Em li Wanê bi dorpêçeke ewlekariyê re rû bi rû ne ku jiyana rojane felc dike. Mafê xwepêşandan û meşê ku di destûra bingehîn de hatiye diyarkirin desteser dikin. Jiyana civakî û bazirganiyê asteng dikin. Bi taybetî jî piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê dijwartir bûye. Tişta ku ji walîtî-qeymeqamtî û hêzên ewlekariyê dikin, bi temamî bêtehamuliya li dijî vîna gel e. Li Wanê qanûna bingehîn bi temamî hatiye rawestandin.”
HIKÛMET BI HIŞMENDIYA TOLHILDANÊ TEVDIGERE
Parêzer Mahmût Kaçan diyar kir ku di sala 2016’an de li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan hatiye sîstematîkkirin. Kaçan da zanîn ku ew weke parêzer nikare ambargoya ewlekariyê ya li Wanê bi hiqûqê vebêje û got: “Ev rewş ji vê jî wêdetir e. Wisa têgihiştinek ku li Wanê her roj bûyer diqewimin tê afirandin û li ser vê yekê jî di bin navê tevdîrên ewlehiyê yên li bajêr de jiyana mirovan zehmet dibe. Her cure rêbaz tên bikaranîn. Bi taybet piştî hilbijartinên 31’ê Adarê gel mafê xwe yê herî demokratîk ê protestoyê bikar anî. Ez difikirim ku di helwesta hikûmetê ya ku bi mebestên siyasî tevdigere de motîvasyoneke cezakirin û tolhildanê heye.”