Pêncşem, 23 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîş lêpirsîneke bi bandor xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serbestberdana Sayilgan ê ji sedî 80 nabîne 6’emîn carin tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘DEM Partî ne parçeyekî desthilatdariyê ye, ne jî cîgirê muxalefetê ye; rêyeke sêyemîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeha herêmî cara duyemîn ceza li strana Kurdî birî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li girtîgeha Qizilhesar lêvên xwe dirûtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya ji bo Rêber Apo di roja 825’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çete gel bê av dihêle: Li Sûriyeyê krîza avê giran dibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Şîndar Zîlan sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê fedaî ku çek, gotin û tembûra xwe yek bû: Şiyar Malatya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT’ê Osman: Dewleta Tirk daristanên Behdînanê talan dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Îlham Ehmed: Em ê bi piştevaniya jinan Sûriyeya demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvanan bang li Nasim Gulamî kirin ku dawî li greva birçîbûnê bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Jin nebe Sûriyeyeke demokratîk ava nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştgirî da jinên ji Ekvadorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E’yê ji bo meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dilê berxwedêriya li dijî afetan de lîderiya jinê heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol li Qamîşloyê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Hewraz Mihemed: Ez xelata xwe diyarî gerîla û girtiyan dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunera Mizgîn wê 24’ê Cotmehê li Kolnê konserê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên hilbijartinê dewam dikin
Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên hilbijartinê dewam dikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 11'ê Hezîranê dewam dikin. Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm got, wê bibe hilbijartineke demokratîk.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Gulan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên şaredariyê yekemcar di sala 2015’an de pêk hat. Di encama hilbijartinê de jî meclîsên şaredariyan hatin avakirin û hevşaredar hatin hilbijartin. Di sala 2017’an de jî bi hilbijartinên meclîsa bajêr û komunan li gorî temsîliyeta meclîsê hevşaredar hatin hilbijartin. Bi vî rengî karên şaredariyê di nava şoreşê de destpê kirin û dewam kirin.

Şaredariyên Gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêrin feraseta siyaseta demokratîk û xwerêveberiyê. Rêveberiya Xweser li Efrîn-Şehbayê bi 5, li Tebqayê bi 9, li Reqayê bi 16, li Firatê bi 11, li Cizîrê bi 56, li Dêrazorê jî bi 18 bi giştî bi 121 şaredariyan xizmetê digihîne gel.

133 ŞAREDARÎ

Di hilbijartinên ku wê 11’ê Hezîranê bêne kirin de hejmara şaredariyên li 7 kantonen bi vî rengî ye: Li Kantona Tebqayê 9, li Kantona Efrîn-Şehbayê 5, li Kantona Dêrazorê 18, li Kantona Firatê 16, li Kantona Reqayê 12, li Kantona Minbicê 6 û li Kantona Cizîrê jî 67 bi giştî 133 şaredarî.

Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 28’ê Adarê de civîna xwe ya destpêkê lidar xist û bi daxuyaniyekê ragihand ku hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di 30’ê Hezîranê de bê kirin, piştre eşkere kir ku hilbijartin ji bo 11’ê Hezîranê hatiye taloqkirin.

Bernamzetên Kongra Star û Civaka Jinan a Zenobiya yên ji bo hilbijartinên şaredariyan bi rêya pêşhilbijartinê ji aliyê jinan ve hatin diyarkirin. Kongra Star, Partiya Yekîtiya Suryanî, Civaka Jinan a Zenobiya, Meclîsa Ermenî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê jî di nav de 22 partî û rêxistinan 20’ê Gulanê eşkere kirin ku wan Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê ava kirine.

Ji 28’ê Adarê û vir ve amadekariyên ji bo hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê weke tifaqa herî mezin tê dîtin. Di bloka Partiya Keskan a Demokratîk de Tevgera Hemdem a Kurdistanê, Partiya Biratiyê ya Kurdistanê (PBK), Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê û Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê hene. Her wiha di 9’ê Gulanê de Partiya El Weten a Sûriyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê tevlî hilbijartinên şaredariyan bibe.

QERTÊN HILBIJARTINÊ

Bi avakirina komîsyonên hilbijartinê re qertên dengdanê li hilbijêran hatin belavkirin. Li gorî qanûna hilbijartinê navê şêniyên taxan têne qeyitkirin û qertên hilbijartinê têne dayin.

Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Îbrahîm têkildarî hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wê 11’ê Hezîranê pêk werin, axivî.

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ WÊ GAVA DESTPÊKÊ BE

Rûken Mele Îbrahîm anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê cara destpêkê hilbijartineke bi vî rengî bê kirin û got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 7 kantonan komîsyonên hilbijartinê (28’ê Sibatê ava bû) yên ser bi Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind ava bû. Van komîteyan jî li bajarok û bajaran komîsyonên hilbijartinê ava kirin. Komîsyonên hilbijartinê yên li bajar, bajarok û kantonan bi demkî hatin avakirin. Piştî hilbijartinê ev komîserî wê karê wan bi dawî bibe. Karên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind wê dewam bikin.”

KOMÎSYONÊN HILBIJARTINÊ WÊ BI ROLA NAVENDA SERLÊDANÊ JÎ RABIN

Rûken Mele Îbrahîm li ser sedema avakirina komîsyonên hilbijartinê yên li bajar û bajarokan got, “Komîsyonên li bajarok û bajaran hatin avakirin, bi rola navenda serlêdanê ji bo partî, tifaq û kesayetên serbixwe radibe ku ji bo tevlîbûna li hilbijartinê serlêdanê dikin. Wê hejmara sindoqên dengdanê yên li bajar û bajarokan tespît bike. Piştî vê tespîtê jî ji 3 heta 4 kesan wezîfedarên sindoqên dengdanê diyar bike.”

JINAN BERNAMZETÊN XWE HILBIJARTIN

Rûken Mele Îbrahîm bal kişand ser pêşhilbijartinê û got, “Piştî diyarkirina dema hilbijartinê, pêşhilbijartinê jî destpê kir. Jinan namzetên xwe diyar kirin. Ji kîjan gelî dibe bila bibe mafê xwe yê bernamzetiyê heye. Di navbera herdu zayendan de kotayeke wekhev a ji sedî pêncî hate diyarkirin.”

MAFÊ RABÛNA LI BER NAMZETIYÊ WÊ 2 ROJAN DEWAM BIKE

Rûken Mele Îbrahîm anî ziman ku piştî Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind namzet eşkere kir wê pêvajoya îtirazê ya ji bo 2 rojan destpê bike û got, “Îtiraz ne di çarçoveya qanûnan de bin wê neyên qebûlkirin. Piştî ku pêvajoya îtirazê bi dawî bû Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind wê navê namzetan careke din eşkere bike.”

HILBIJARTINEKE ZELAL

Rûken Mele Îbrahîm anî ziman ku piştî namzet ji aliyê Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind hatin eşkerekirin wê pêvajoya danasînê ji bo namzetan destpê bike, di vê demê de jî wê Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind ûsilekê diyar bike û got, “Heta rojek beriya hilbijartinê saet di 18:00 de wê pêvajoya danasîna namzetan bi dawî bibe. Ji bo namzet, namzetên serbixwe, tifaq an jî partiyên siyasî yên ku dema hatiye diyarkirin derbas bike, mafê me heye ku dest li namzetên wan werbidin. Wê bêne diyarkirin ku kîjan namzet li ku derê karibe xwe bide naskirin.”

Rûken Mele Îbrahîm destnîşan kir ku bi amadebûna wezîfedarên sindoqên dengdanê û muşahîdan 11’ê Hezîranê saet di 08:00 de wê hilbijartin destpê bike û got, “Kesên ku qerta xwe ya hilbijartinê nebe wê nikaribe deng bi kar bîne. Yên ku deng li şûna yekî din bi kar anî be wê dengê xwe neyê hesibandin. Piştî dengdanê jî wê pêvajoya jimartina dengan destpê bike. 3 wezîfedarên sindoqên dengdanê wê li gel muşahîdên partiyên siyasî jimartina dengan bikin. Ji bo hilbijartina hevşaredaran û endamên meclîsa şaredariyan wê du pûsûlayên dengan hebin.”

Rûken Mele Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku di roja hilbijartinê de tevlî dengdanê bibin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Esra Solîn Dal: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
Nûçeya Pişt re ‘Hunerê bi pêş bixînin, dest ji xeyalên xwe bernedin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çînê yekemîn astronotê sivîl şand fezayê

Çînê yek jê sivîl bi giştî sê astronot şand fezayê.

Ji aliyê Stêrk TV

Çav li rêye şandeya YNK û PDK’ê vê hefteyê bên ba hev

Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, diyar kir ku biryare ku vê hefteyê bi şandeya PDK’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di meha 146’an de bîranîna Komkujiya Roboskî

Hewldana Edaletê ya Ji bo Roboskiyê di meha 146’an a komkujiyê de li ber Şaxa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Efrînê talan û revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD li Tebqayê bi şandeya Şamê re rûnişt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrazorê mayîn teqiya: 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şedadê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?