Komîteya Navendî ya Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) got: ‘’Behra Reş lawikekî xwe yê din ê şoreşger oxir kir. Hevrê Zafer Aydin ê endamê MLKP’yê, gerîlayê Rêxistina Kurdistanê û fermandarê Tûgaya Şehîd Alîşêr Denîz li gundê Êrîşa yê li eniya Til Temir a Rojava bû nemir.’’
MLKP’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêvajoya têkoşîna Zafer Aydin û got: ‘’Em di şexsê hevrê Zafer Aydin/Dîlşer Rênas/Cîhan Sonmez de dubare soz didin gelê xwe ku em ê girêdayî ked, armanc û bîranîna hemû ciwanên ku ji bo azadî, edalet û sosyalîzmê canê xwe feda kirine, şerê şoreşgeriyê mezintir bikin û bîranên wan di nava têkoşîna xwe de zindî bigirin.’’