Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Pêncşemê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di nava şer û êrişên heft mehên derbasbûyî de li Şerîda Xezeyê 36 hezar û 224 kes hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hate dayin, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 53 kes mirine. Hate ragihandin ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve 81 hezar û 777 kes jî birîndar bûne.