Habat Demîr ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin diyar kir ku bi awayekî keyfî bi ser qawişên wan de tê girtin, tiştên wan diavêjin çopî, hevalekî wan wergirtiye bloka ku DAÎŞ’î lê ne û xwest ku ji bo binpêkirinên mafan ên li dijî wan tên kirin di cih de tespît bikin ji Meclîsê şandeyeke çavdêriyê biçe girtîgehê. Demîr ê bi nameyekê tiştên qewimîn ji parêzerê xwe Sîdal Bayrak re vegot, ragihand ku di demên dawî de pêkanînên tecrîdê û keyfî di asta herî jor de ne. Demîr di nameya xwe de wiha got: “Roja înê ya derbasbûyî di bin navê lêgerînê de ketin odeya me û ser û bin kirin. Du saetan lêgerîn kirin. Nêzîkatiyên provokasyonê kirin. Dest danîn ser kovarên me. Nivînên me bi hinceta dê di X-Rayê re derbas bikin birin. Bi kaşkirina erdê re anîn. Tiştên me yên weke betanî, çarşef û hwd. kom kirin û avêtin çopî û bi gotina ‘we zirar daye malê cemaweriyê’ gef li me xwarin. Em bi van binpêkirinan û gelek binpêkirinên din re rû bi rû ne.”
Demîr, bilêv kir ku ji dozgerê girtîgehê ji bo binpêkirinên pê re rûbirû dimînin daxwaza serlêdanê kirin lê daxwaza wan nehate qebûlkirin û di nameya xwe de tiştên qewimîn wiha vegotin: “Hevdîtinên ku em dixwazin bi midûrê yekemîn ê girtîgehê re bikin jî nayên qebûlkirin. Giliyên me her tim tên redkirin û ji tu giliyan em encamê nagirin. Hevalê me Ayhan Azgin (60) bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê’ careke din hate girtin û li Bloka C’yê ku DAÎŞ’î û faşîst lê ne, tê ragirtin. Nameyên em dişînin tên desteserkirin û ragihandina dengê me ya derve tê astengkirin. Me ji bo şandeyeke ji Wezareta Dadê û Meclîsê were li vir lêkolînan bike serlêdan kir lê hêj bersivek ji me re nehatiye dayîn.”