Piştî Serokkomar Îbrahîm Reîsî 19’ê Gulanê di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, wê 28’ê Hezîranê li Îranê hilbijartinên ji bo serokkomariyê bên kirin.
Li gorî medyaya dewletê wê serokkomarê berê Mahmûd Ahmedînecad da jî beşdarî hilbijartinan bibe.
Mahmûd Ahmedînecad ê 67 salî, di navbera salên 2005-2013’an de du deman serhev serokkomarî kir. Bi taybetî têkildarî bernameya nukleer a Îranê, bi geşedanên tund ên bi Rojava re hatibû rojevê. Lê di sala 2017 û 2021’an de ji pêşbirka serokkomariyê dîskalîfiye bûbû.
Ahmedînecad piştî ku roja Yekşemê ji bo namzetiyê serlêdan li Wezareta karên Hundir kir, daxuyanî da û got: “Ez bawer dikim hemû pirsgirêkên welêt, wê bi karanîna kapasîteyên neteweyî ya di asta maksîmûm de bên çareserkirin.”
Serokê Meclîsê yê berê Alî Larîcanî û muhafakarê tund Saîd Celîlî jî di nav de, kesên din ên naskirî bûn namzet.