Sêşem, 28 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbîn û Qoserê ji bo du şehîdan sersaxiyên girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên ku kêliya dîrokî jiyan: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Cîhan Teha: Ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sema Kurdistan: Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Jiyana Ecevît Pîroglû di xeteriyê de ye
Rojane

Jiyana Ecevît Pîroglû di xeteriyê de ye

Greva birçîbûnê yê Ecevît Pîroglû ku li Sirbîstanê bi zexta Tirkiyeyê hat girtin û tevî biryarên dadgeha bilind jî nehat berdan di roja 114’an de ye. Ji bo Pîroglû yê ku daket 47 kîloyan banga hevgirtinê hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Ecevît Pîroglû dema ji Rojava dixwest derbasî Ewropayê bibû di Hezîrana 2011’an de li Sirbîstanê hat girtin. Dewleta Tirk daxwaza radestkirina Pîroglû dike. Li dijî daxwaza radestkirinê, Pîroglû di 12 Sibata 2024’an cara duyemîn dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû û ev çalakî di roja xwe ya 113’mîn de didome. Hevdîtin û hewldanên li Balyozxaneya Sirbîstanê ya ji bo Pîroglû ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê giran bûye û daket 47 kîloyan jî, bê encam man. Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû got, “Derketina Ecevît a ji wir, ancax bi zexta gel pêkan e.”

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû derbarê rewşa Ecevît Pîroglû de ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku Ecevît Pîroglû bi hinceta teblîxata sor a ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye derxistin li Sirbîstanê hatiye girtin.

DERKETINA WÎ JI SIRBÎSTANÊ ASTENG DIKIN

Mûsa Pîroglû, diyar kir ku di encama pêvajoya darizandina du salan de dadgeha bilind biryar da ku ji bo Ecevît şertên dersînorkirinê nîne û wiha domand, “Di vê navberê de, sê roj piştî ku ji girtîgehê derket, bi komployeke ku hikumeta Sirbîstanê ava kir, careke din hate girtin. Salek cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadgeha jêrîn di dawiya salekê de careke din biryara dersînorkirina Ecevît da û ferman da ku di nava 15 rojan de welêt biterikîne. Dadgeha Bilind biryara dersînorkirin rawestand. Hikûmeta Sirbîstanê zextên dewleta Tirk weke hincet nîşan dide û derketina Ecevît asteng dike. Di nava sê salan de ev cara duyemîne dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike. Ya pêşî 134 roj dom kir û ya niha jî 113 roj dewam dike.”

LI NEXWEŞXANÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIDOMÎNE

Pîroglû, da xuyakirin ku Ecevît Pîroglû demeke dirêj li navenda bi şûn de şandinê dihat ragirtin û ji ber ku personelên tibî û revîrek nîne, rewşa wî ya tenduristiyê gav bi gav xirabtir bûye û got, “Bi bandora zexta navneteweyî re ev 4-5 roj in ranekirine nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê greva birçîbûnê didomîne û kîloya wî daketiye 47’an. 50’î rojên destpêkê hikûmeta Sirbîstanê ew nebir nexweşxaneyê jî. Piştî zextên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û çapemeniyê ew rakirin nexweşxaneyê. Niha jî ji ber zexta navneteweyî qebûl kirine ku li nexweşxaneyekê bê razandin.”

DI BIN TECRÎDEKE GIRAN DE JIYANA XWE DIDOMÎNE

Pîroglû, destnîşan kir ku ji ber zextên hikûmeta Tirk, hikûmeta Sirbîstanê ku serî ji bo berjewendiyên xwe tewandiye nahêle Ecevît biçe welatekî din û got, “Divê zexta civaka navneteweyî bi hêz be da ku Ecevît serbest were berdan. Ecevît ev 3 sal in di nava tecrîdê de dijî. Ewlehiya girtiyên siyasî bi awayekî cidî di xeteriyê de ye. Pêwîste saziyên navneteweyî bikevin dewrê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jineke din a Êzidî hate rizgarkirin: Tewaf Dawid Çito gihîşt Şengalê
Nûçeya Pişt re Humeyra Armût: Divê gelê me bêdeng nemîne û li qadan be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wekîlê Îtalî: Konseya Ewropayê divê mudaxilî doza Ocalan bibe

Li Îtalyayê Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya Tifaqa Kesk-Çep Marco Grimaldi daxuyaniyek da çapemeniyê û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê bi nameyekê sersaxî ji malbata Fedekar Şengalî re xwest

Di merasîma birînanîna Fedekar Şengalî de nameya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Dilsozê şoreşê: Şehîd Xebat Hîmo

Gerîlayê ji Rojava Xebat Hîmo ku li gelek herêmên welêt şer kir û canê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?