Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Naqqarînê 270 cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dolzer: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi çalakiyeke rasteqîn heye
Rojane

Dolzer: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi çalakiyeke rasteqîn heye

Siyasetmedarê Elman Martin Dolzer diyar kir ku nerazîbûna li hemberî tecrîdkirina Abdullah Ocalan tê nîşandan têrker nîne û got, "Çalakiyeke rasteqîn divê, tenê bi îmzeyan, bi gavên sembolîk nabe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nêzî 4 sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Siyasetmedarê Elman Martin Dolzer li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Martin Dolzer anî ziman ku tecrîda ji aliyê dewleta Tirk ve tê ferzkirin binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye û got, “Di hemû serdemên çend sed salên dawî de kesek tine bû ku sê salan an jî demeke hîn jê dirêjtir serdana wî nehate kirin an jî dengê wî nehate bihîstin. Di vê tecrîdê de bêguman tiliya hikumeta Tirk heye. Beriya her tiştî rejîma Erdogan naxwaze pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê bi taybetî jî pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane çareser bike.

Em vê yekê ji gelek aliyan ve dibînin. Mînak bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên qedexekirî, komkujiyên bi balafirên bêmirov ên li Rojava tê kirin, kuştina bêdaraz, mîna doza Kobanê polîtîkaya li dijî girtiyên siyasî tê meşandin vê yekê radixe pêş çavan. Û em vê yekê bi taybetî di polîtîkaya dijî Abdullah Ocalan de dibînin, ji ber ku Abdullah Ocalan ew kes e ku dixwaze pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane çareser bike.”

Martin Dolzer anî ziman ku ev tecrîd hewldanek ji bo astengkirina çareseriyeke siyasî ye û got, “Neteweyên Yekbûyî, Ewropa, civaka navneteweyî li hemberî vê tecrîdê helwesteke şênber nîşan nadin. Di serî de CPT û yên din, ji bo bidawîkirina vê tecrîdê divê zexteke rasteqîn li ser hikumeta Tirk bikin. Lewma divê CPT serdana Ocalan bike û di heman demê de dewletên rojavayî hemû, hikumetên hemû dewletên NATO’yê divê vê bikin, ji ber ku Tirkiye parçeyek ji NATO’yê ye. Hikumeta DYE, hikumeta Elman, hikumeta Fransayê, hemû hikumetên NATO’yê yên ku dibêjin ew dilsozê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e, ne tenê biçin serdanê di heman demê de divê zextê bikin ku parêzer karibin serdana Ocalan bikin, xizmên wî, xizmên mehkûmên din karibin bi rêk û pêk serdanê bikin.”

Li ser kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ya ku 10’ê Cotmeha 2023’an hate destpêkirin û hîn jî dewam dike Martin Dolzer got, “Bêguman ev tiştekî baş e. Yanî bêguman erênî ye. Hin mirov hene ku hin tiştan dikin, bêguman mirovên ku piştgiriyê didin tevgera Kurd, piştevaniyê bi tevgera Kurd re dikin, hin humanîstên ku kampanyayên bi vî rengî dimeşînin hene. Ev yek pêwîst e, tiştekî baş e û divê qet nesekine, her wiha divê hîn berfireh bibe. Divê hîn bêhtir mirov tevlî bibin. Ne tenê şexs, di heman demê de aktorên mîna rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî tevlî vê kampanyayê bibin. Bi dîtina min di vir de tiştekî bi vî rengî heye, tevlîbûn bi tenê têrê nake, di pratîkê de divê hin gav bêne avêtin, ji ber ku tiştekî gelekî cuda ye. Ez îmzeyekê diavêjim û bi kesên ku ji bo hinekan îmzeyan diavêjin di astekê de têkiliyên min hene. Lê belê piştre divê çalakiyeke rasteqîn bê kirin. Ne tenê bi îmzeyê re sembolîk be, divê çalakiyeke rasteqîn bê kirin.

Mînak Die Linke yan jî Bundnis Sahra Wagenknecht, ya jî Francis Homies, mîna yên din ên PCF ên li Fransayê, yan jî derdora çepgirt, humanîst, mîna Sosyal Demokratên li Swêdê divê zextekê li hikumeta Tirk bikin. Ji bo guhertina hin tiştan divê zextê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BERLÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Hiqûqnas Çelîk: Tayînkirina qeyûm sûc e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serxwebûn bi manşeta ‘Bi manîfestoya sed salê ber bi azadiyê ve’ derket

Hejmara 520'emîn a rojnameya Serxwebûnê bi nivîsên li ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê şehadeta 3 şervanên xwe eşkere kir

Sê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser rêya di navbera Reqa û Hesekê de…

Ji aliyê Stêrk TV

YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

Fermandariya YJŞ’ê daxuyaniyek nivîskî da û Fermandar Berfîn Nûrhaq û mîlîtana xeta fedayî ya Apoyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Naqqarînê 270 cenaze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?