Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Vîncent Gerber: Teoriyên Ocalan û Bookchîn li dijî kapîtalîzmê ne
Rojane

Vîncent Gerber: Teoriyên Ocalan û Bookchîn li dijî kapîtalîzmê ne

Dîroknas Vîncent Gerber destnîşan kir ku êdî modelên netewdewlet û demokrasiyên temsîlî bêçare ne û got: ‘’Teoriyên Abdullah Ocalan û Bookchîn li dijî kapîtalîzmê derdikevin û ji bo pêşerojê modeleke nû pêşkêş dikin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di mijara ekolojiya civakî de Mûrray Bookchîn kesekî binavûdeng e. Fikrên Mûrray Bookchîn ku di warê siyaset û felsefeya civakî ya îroyîn de hê jî xwedî roleke mezin in.

Teorîsyenê Emerîkî Mûrray Bookchîn beriya jiyana xwe ji dest bide bi rêya nameyan li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava danûstendinê de bû û her wiha Boochîn yek ji wan rewşenbîran e ku di warê teorîk de  bandor li Abdullah Ocalan kiriye.

Aktîvîstê Ekolojiyê û dîroknasê Swîsreyî Vîncent Gerber têkildarî mijarên weke şaredarvaniya azadîxwaz ku cara ewil li Rojava hate sepandin, teoriya ekolojiya civakî, di warê siyaset û felsefeya civakî de têkiliya di navbera Boockhîn û Abdullah Ocalan de, tesîra teoriya şaredarvaniya azadîxwaz a Boochîn a li ser paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava ji ANF’ê re axivî.

Vîncent Gerberî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pênaseya teoriya ekolojiya civakî ya Bookchîn û ev yek anîn ziman: ‘’Ekolojiya civakî tevgerek e ku di salên 1960’an de ji aliyê Boochîn ve hatiye pêşxistin ku Bookchîn bingeha pirsgirêka ekolojîk dispêre pirsgirêkên civakî. Her wiha çareseriya pirsgirêka ekolojîk ne tenê girêdayî parastina xwezayê ye ku di vê mijarê de têkiliyên civakî jî xwedî roleke mezin in. Yanî pirsgirêka civakî û pirsgirêka ekolojîk têkildarî hev in û hewce ye bi hev re werin çareserkirin.’’

Vîncent bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin bandora fikrên Mûrray Bookchîn de maye û got: ‘’Di sala 2004’an de Abdullah Ocalan û Mûrray bi rêya nameyan di nava têkiliyekê de bûn. Di navbera wan de têkiliyeke siyasî hebû. Yanî em dikarin bibêjin di warê konfederalîzma demokratîk û rêgezên ekolojîk de danûstandineke siyasî hebû di navbera Ocalan û Boockhîn de.’’

Vîncent di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şaredarvaniya azadîxwaz û wiha pêde çû: ‘’Şaredarvaniya azadîxwaz aliyekî siyasî yê fikra Mûrray Bookchîn e. Li gorî wî hewce ye civak di warê siyasî de were bênavendîkirin û piştre jî weke siyasî avaniyên ku ji komunên xweser pêk tên, werin avakirin. Ev yek hem dikare destûra bingehîn ava bike û hem jî dikare di warê parastinê de were pêşxistin. Bi gotineke din ev yek li şûna jinûveavakirina dewleteke navendî  avakirina konfederasyonekê ye.  Bi qasî ku ez dizanim Ocalan di bin bandora şaredarvaniya azadîxwaz de  maye ku fikra Bookchîn e. Ocalan bi vê yekê pêşxistina alternatîfa şoresa gel esas girt. Yanî li şûna netewedewlete Kurd berê xwe daye hin alternatîfên din. Helbet di vî warî de di navbera fikrên herduyan de cudahî jî hene. Bi taybet jî pergala li Rojava mînaka wê ye. Ji ber ku rastiya şer û zehmetiyên siyasî li Rojava derdikevin pêşiya me wisa dixuye ku pergala ku dihat hizirkirin,  bi temamî nehatiye avakirin.’’

Vîncent destnîşan kir ku fikrên Bookchîn di Şoreşa Rojava de xwe nîşan dane û ev yek anîn ziman: ‘’Ev yek girêdayî fikra konfederalîzma demokratîk pêk tê. Ez dizanim ku niha li Rojava hewlên mezin ên weke peymana civakî û di warê hilbijartinan de xebatên avakirina pergalekê hene. Armanc sepandina konfederalîzma demokratîk e ku bingeha  ew demokrasî bi xwe ye. Pergala li Rojava ne tam weke ya Bookchîn jî be nêzîkî fikrên wî ye.’’

Vîncent Gerger di berdewamiya axaftina xwe de qala paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan kir û ev tişt got: ‘’Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan gelekî guncaw e û hêzeke mezin temsîl dike. Li hemberî pergalên berê avakirina fikreke din pêngaveke pir girîng e. Jêhatîbûneke mezin hewce dike û Ocalan kariye vê yekê bike. Ev yek gelekî girîng e. Ocalan bi vê yekê rê vekiriye ku li gel gelê Kurd hemû gel çand, ziman û baweriyên xwe bi awayekî azad îfade dikin û dijîn. Li gorî Bookchîn jî armanca demokrasiyê ev e. Pêkvejiyana gelan. Ocalan bi paradîgmaya xwe ev yek kiriye. Her wiha fikrên wî tesîreke mezin li çepgirên li Ewropayê kir.’’

Vîncent destnîşan kir ku Şoreşa Rojava li hemberî fikra netewedewletê weke alternatîfeke qewî pêş ketiye û got: Rojava ew cih e ku teorî li wir hatin sepandin. Ji ber vê yekê girîngiya wê pir e. Fikra şaredarvaniya azadîxwaz cara ewil li Rojava rengê xwe nîşan da. Îspat kir ku teoriyeke serkeftî ye. Ev yek bi saya Ocalan gelê Rojava pêk hat. Her wiha hewce ye em jî piştevaniya Şoreşa Rojava bikin. Tiştekî din a girîng ew e ku bi Şoreşa Rojava hate îspatkirin ku kapîtalîzm ne ew tişt e ku tu carî nayê têkbirin.’’

Vîncent Gerger bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘Divê li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li ser Rojava em piştgiriya Rojava bikin ku li gorî qaîdeyên navneteweyî tu mafê dewleta Tirk tune ye ku êrîşî li Rojava dike. Her wiha divê em ji bîr nekin ku Emerîka li hemberî hevkarên xwe xwedî hin berpirsiyaran e û divê em bînin bîra Ewropayê ku nayê qebûlkirin ku PKK hê jî weke komeke terorîst tê pênasekirin. Nabe ku em rêxistina ku me di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de alîkarî jê xwestî  bi vî rengî pênase bikin. Bi rastî hewce ye em nêrîna cîhanê ya li hemberî PKK’ê Rojavayê biguherînin. Hewce ye PKK weke tevgereke rizgarbûnê were dîtin. PKK û Rojava hewce ye weke avakarên projeyeke demokratîk werin dîtin. Her wiha hewce ye pergala li Rojava ne tenê ji bo Sûriyeyê weke gotina Ocalan divê ji bo demokrasiyê li hemû Rojhilata Navîn were sepandin.‘’

Vîncent di berdewamiya axaftina xwe de tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û têkildarî tecrîdê ev yek anîn ziman: ‘’Tecrîda li ser Ocalan şermeke mezin e.  Ocalan girtiyekî siyasî ye. nayê qebûlkirin ku 25 salan têkiliya wî ya bi derve re were qutkirin. Em dikarin rewşa Mandela jî ji bo vê yekê weke mînak nîşan bidin. Ku Mandela jî b egerên manend hatibû rehîngirtin. Gelek salan li girtîgehê ma û dema ku ji girtîgehê derket weke rizgarker û lehengekî hate pêşwazîkirin. Divê em ji van yekan dersekê bistînin. Li cîhana Rojava têkildarî vê mijarê durûtiyek eşkere heye. Nabe ku em li hemberî rewşa Ocalan durûtiyê bikin û ez dixwazim vê peyamê bidimku Ocalanî ji bîr nekin û bizanibin ku Ocalan nûnertiya kê û çi dike.’’

Vîncent Gerger di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hêvîbexşiya Rojava û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Têkildarî Rojava ez dixwazim çend tiştan bînin ziman. Çi dibe bila bibe ji bo pêşerojê li Rojava tiştên girîng ên serkeftî hatine pêkanîn. Tiştekî pir mayînde û hêvîbexş hatiye kirin. Şoreşeke civakî hate kirin û pêşeroja welat her çawa jî be wê rastiya vê yekê tim xwe nîşan bide. Ji bo berdewamkirina wê û pêşeroja wê jî ez silavên xwe li gelê Kurd û Rojava dikim û serkeftinê dixwazim.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serokwezîra Danîmarkayê rastî êrîşê hat
Nûçeya Pişt re Ji bo girtiyê nexweş Atsiz serî li ÎHD’ê hat dayîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Blinken: Ji bo agirbesta li Xezeyê dibe ku fersenda dawî be

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) Antony Blînken, bal kişand ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Yaşar re xwest

Girseya gel serdana malbata gerîlayê HPG'ê Cengîz Yaşar a li Amedê kir û sersaxî jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Êlihê civîna gel

Di çarçoveya Pêvajoya Civaka Demokratîk de li Êlihê civîna gel hate lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?