Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 637’emîn çalakiya ‘Rûniştina F’ a ku her hefte lidar dixe, vê carê jî li ber avahiya şaxê lidar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandina ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin. Ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek aktîvîstên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn.
Endamê ÎHD’ê Îsmaîl Yucel diyar kir ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên Kûday hene û destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê daketiye 41 kîloyan.
Di çalakiyê de bang hate kirin ku demildest Kûday were berdan.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re ji bo bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, cara 509’emîn li ber Şaxa Enqereyê ya ÎHD’ê daxuyanî da.
Hevserokê Şaxê Omer Farûk Yazmaci bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Cemîl Îvrandî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin. Yazmaci ragihand ku Îvrendî 60 salî ye û ji sala 1994’an ve li girtîgehê ye û da zanîn ku pirsgirêka wî ya dil heye. Yazmaci anî ziman ku di heman demê de hîpertansiyon, kolesterola bilind û astim jî pê re heye û destnîşan kir ku Îvrendî divê were tehliyekirin.