Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand ku di encama şerê ku ji 7’ê Cotmehê û vir pêk tê li herêma Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de 37 hezar û 124 kes hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê di 24 saetên dawî de di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de 40 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyar kirin ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve li herêmên Filistînê 84 hezar û 712 kes jî birîndar bûne.