Li gorî agahiyên HBDH’ê, şeva 9’ê Hezîranê li Îzmîr Kemalpaşayê di derdora saet 20’an de febrîqeyeke paletan hate şewitandin. Çalakî li Taxa Sekîz Eylul hate lidarxistin. Di çalakiyê de febrîqeta palet, 2 traktor û kepçeyek zirar dîtin.
HBDH’ê her wiha çalakiyên ku 10’ê Hezîranê li Bûrsayê li hemberî kargehên tekstîl û elektronîk ên du qat hatin lidarxistin jî, girtin ser xwe.
Di daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin: “Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan di eniya hemû bindestan de cih digire. Em bang li faşîzma AKP-MHP’ê û alîgirên wan dikin; hûn ê her tim di hedefa milîsên Şoreşa Yekbûyî de bin! Me ev çalakî weke bersiva li dijî xespên qeyûm lidar xist. Bijî Şoreşa me ya Yekbûyî!”