Duşem, 3 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Heta ku Rêber Apo azad nebe em azad nabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji aliyê sosyalîzmê ve komun: Mînakên Zapatista û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan dewam dikin: Mafê jiyanê tê binpêkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têrê nake, divê berpirsyarî bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hakan Fîdan dîplomasiya li dijî Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bêstûn Abdullah ku di şewata daristanên Pênciwênê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê pêleke nû ya girtinê li dijî Kurdan hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro nerazîbûna li dijî cezayê li mamosteyan hatî birîn, zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji DEM Partiyiyan re got: Wezîfeya xwe bikin, civakê bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bestayê qirkirina daran didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmaniyê Komaleya Jinên Serbixwe hat avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Murad: ‘Aboriya jinan hemû jinên civakê digire nava xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Encamnamaya civîna navberê ya 4’emîn a KON-MED’ê
Rojane

Encamnamaya civîna navberê ya 4’emîn a KON-MED’ê

Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) ku saziya sîwanê ya Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê ye, 4’emîn civîna xwe ya navber bi beşdarbûna zêdeyi 500 delegeyan pêk anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Civîna navberê ya KON-MED’ê di 22 û 23’yê Hezîranê de bi dirûşma “Em Meclîsên Gel Ava bikin, Çand û Zimanê xwe Biparêzin” bi beşdarbûna zêdeyî 500 delegeyan li bajarê Kolnê hate lidar xistin. Di kongreya ku 42 meclîs, 16 komun,13 komîte 32 klûbên werzişê û 49 komele û nûnerên ji zêdeyî 150 saziyan hatin cem hev, KON-MED’ê destnîşan kir ku wê li dijî krîmînalîzekirina Kurdan têkoşîn û xebateke xurtir were meşandin.

Rêveberiya KON-MED’ê du rojan li gel meclîsê û pêkhateyan nirxandineke pratîkî yên salekî kir û li ser kêmasî û nebesîyan nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin pêşkêşkirin. 

Di encama nîqaşên du rojan de, li ser armancên 2024-2025’an rêzek biryar û nêrîn hatin girtin. Di civînê de, hate destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya qirkirin û tasviye kirina gelê Kurd û hat gotin ku divê ji bo şikandina tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn zêdetir xebat bi şêwekî pergalî were xurtkirin. 

Her wiha di civînê de, hat diyar kirin ku li dijî polîtîkayên îmha û dagirkeriyê yên dewleta Tirk, divê xebatên hişyarkirina gel û xurtkirina rêxistinbûnê were pêş xistin. Dîsa hate destnîşankirin ku li dijî qirkirina çandî divê navendên civaka demokratîk li navendên xwe xebatên çand û ziman pêş bixin. 

Di civînê de hat daxuyakirin ku ji bo ev xebat û armanc hemû bi ser bikevin, divê meclîs û sazî li ser esasê hişmendiya paradîgmaya neteweya demokratîk, civaka xwazayî û xeta azadiya jinê bên xurtkirin, rêxistin kirin.

Dîsa rêxistinkirina civakê her wiha ji nû ve avakirina pergala Konfederalîzma Demokratîk weke karekî esasî hate destnîşan kirin. Di vê çarçoveyê de di encama civînê de dîwanek ji 6 kesan hat nû kirin.

Rêveberiyeke bi pêkhateya ku ji 32 kesan pêk tê, ku 22 kes ji bo Rêveberiyê, 5 kes ji bo çavdêriyê û 5 kes jî ji bo dîsîplînê hatin hilbijartin. 

Bi sedan nûnerên pêkhateyan meclîs û komûnên ku girêdayî federasyonên weke FED-KURD, FED- MED, FED-DEM, FCDK- KAWA û FED-GEL’ê beşdar bûn. 

Hat diyar kirin ku KON-MED’ê, bi taybetî di serdema dawî de, di afirandina raya giştî û pêşxistina çalakiyan de ya li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker pratîkeke bênavber a têkoşînê meşandiye. 

KON MED’ê ev tişt gotin, “Ji dema ku me dest bi kar kir û vir ve, ji bo KON-MED bibe xwedî nasnameya xwe ya sazîbûnê, em ketin nava hewldanekê de. Li Elmanya ku nêzî du mîlyon Kurd lê dijîn, di aliyê karên dîplomatîk de em hîna jî kêm in. Helbet pirsgirêkên me yên çavkaniyên xwe ji derve digrin hene. Lê belê divê evane ji me re nebin asteng. Di qadek ku ewqas girseya gelê me mezin heyî de, pêwîste xebatên dîplomasiyê hîn xurttir bin. Em di ferqa vê rastiyê dene. Çi pêşketinên ku li Kurdistan û Tirkyê çêdibin, çi jî hêvî û daxwazên gelê me yên li vir dijîn, nîşa dike ku divê di qada dîplomasî de xebatên hîn berfirehtir bên meşandin. 

Dîsa mijareke girîng, pêngava ku bi pêşengiya dostên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ku hatibû armanc kirin, me jî xiste navenda tevayî xebat û têkoşîna xwe. Wisan xuya kir ku, ev rêbaz serketin anî. Nêzî 8 mehane ku pêngava me ya “Ji Rêbertî re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi meşa Kolnê, meşên ciwana ên dirêj, mihrîcan, çalakiyên 8 Adarê, pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên 4‘ê Nîsanê bi serhildanên gelê Wanê re hate astekê diyarker. Girînge ku ev ast paş nekeve û her ku biçe mezin û berfireh bibe. Ji vir û pêde jî di wateya girsebûyînê de û li gorî armanca pêngavê, pêwîste pêngav bê mezinkirin û berfirehkirin. Pêwîste bi çalekiyên heta îro hatine kirin neyên xapandin û têrnebînîn û pêngavê hîn zêdetir di asta netewî û navnetewî de mezin bikîn, girseyî bikin û bigihînin serketinê. Di vê wateyê de pêwîste di çarçeveyek hîn berfirehtir û giştgîrî de bi planên hîn şênbertir pêngavê pêk bînîn. 

Wek encam: Kurdistaniyên ku li Elmanyayê dijîn, tevî hemû kêmasî, pirsgirêk û zehmetiyan jî, civîneke serketî hate pêk anîn. Civîna navber a KON-MED ́ê bi moral, coş, heyecan û biryardariya ji bo pêş xistin û mezinkirina rêxistinê, li dijî her cure êrîşa çandî, derûnî û fîzîkî hat nîşandan.” 

Kongre bi bawerî û azweriya hevdîtina bi Rêbertiya Azad re û gihiştina armancên avakirina Kurdistana Azad bi dawî bû. 

Armanc û biryarên sereke yên ku di civînê de hatin girtin ev in:

*Di civînê de biryar hat girtin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a mutlaq bê şikandin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin û Ji bo pirsgirêka Kurd çareserî were pêş xistin û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li her qadê têkoşîn bê mezinkirin. 

*Ji bo parastin û berfirehkirina destketiyên gelê Kurd, di heman demê de ji bo naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û statûya Şengalê jî ji alîyê Dewleta Elman ve bê naskirin xebat werin pêş xistin. 

*Pêş xistina xebatên dîplomatîk û xurtkirina têkiliyan bi hemû saziyên sivîl, weqf, sendîka û partiyên siyasî yên Elmanyayê re; 

*Li dijî krimînalizekirina Kurdan bi sendîqa, baroyên parêzeran, saziyên mafên mirovan û gelek rêxistin û bi înîsiyatîfên curbicur re xebatên hevbeş bêne xurtkirin. 

*Ji bo naskirina nasnameya kurdî û ji bo pêkanîna perwerdeya zimanê zikmakî li seranserê Elmanyayê xebat were meşandin. Li ser esasê têkoşîna gelê me ya li çar beşên Kurdistanê û danasîna wan di qada navneteweyî de. 

*Di hemû NÇDK’ê de perwedên qursên ziman Kurdî were dayîn. 

Bi giştî xebatên ciwanan derfet werin seferberkirin her wiha ji bo qulubên werzîşê û ji bo werzîşvanên takekesî jî werin teşwîqkirin piştgirî bê dayîn. 

*Divê hedefa hejmara endamên NÇDK’ê bibe 30 hezar. 

Ji bo bidawîkirina qedexeyên li ser sembol û alên tevgera azadiya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanî her wiha girtina siyasetmedaran xebatên hiqûqî, siyasî û dîplomatîk werin meşandin. Li dijî qetlîamên li ser jinan, her cure tundî û cudakariya li ser jinê, li ser esasê azadiya jinê têkoşîneke aktîf were meşandin û her wiha hemû kar û plansazîyê YJK-E weke karê xwe yê sereke were dîtin û xwedî lê were derketin.  Divê Meclîs, Federasyon û TEV-ÇAND bi hevre xebateke hevbeş bidin meşandin. Her wiha herî kêm divê her Federasyon Hefteya Çandê lidar bixe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Başûrê Kurdistanê goristana jinên hatin qetilkirin û jibîrkirin: Sîwan
Nûçeya Pişt re Temellî: Li Îmraliyê êşkenceyeke gelekî giran heye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Amanosan heya Mûglayê coşa Newrozê berdewam dike

Li Hatay, Edene, Osmaniye û Mûglayê Cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Di şahiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê dikin

Li Girtîgeha Evîn a Tehranê 48 girtiyên siyasî yên jin li dijî cezayên darvekirinê dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Aqûbeta Îbrahîm û Edîp Çelîk hate pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Îbrahîm û Edîp Çelîk hatin ba hev ku beriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Heta ku Rêber Apo azad nebe em azad nabin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji aliyê sosyalîzmê ve komun: Mînakên Zapatista û Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan dewam dikin: Mafê jiyanê tê binpêkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 3’Ê MIJDARA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?