Duşem, 16 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari bi ciwanan re civiya: Em neçar in xwe birêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê Konferansa Serhedê: Ciwanan banga rêxistinbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Guven: Em di qonaxa jinûve avakirina Komara Demokratîk de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bêhna zembûrê ji çiyê tê
Kurdistan

Bêhna zembûrê ji çiyê tê

Ev der Kurdistan e. Çiyayên Kurdistanê ku her biharê bêhna zembûrê jê tê. Kurdistana ku bi çiyayên bilind dorpêçkirî, ku ezman ji nêz ve bi şênberî tê dîtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fîlozofekî gotibû ‘Mirov mir’. Mirov mir ji ber ku darek mir; xweza hate kuştin.

Em li ber zinar in. Em ê niha xwe ji zinêr berdin ser rê. Bi vê rêyê zanim. Berê tê re derbas bûbûm, lewma pê zanim. Ji xwe ji ber vê ji zinêr natirsim. Dilê mirovan rehet e ku dema zanibe rêyek li ber wê heye. Ev yek nîşan dide ku rê dewam dike. Tiştekî balkêş e ku dema mirov li ser zinêr be. Carna dawî ye, carna jî dibe destpêkek. Tu bişemite tu yê jê bikeve, tu neşemite û bimeşe hingî tu yê xwe bigihîne rêyên nû.

HER RÊYEK LI ÇIIYÊ RÊYEK ÇALAKIYEKÊ YE

Sê gerîlayên ku min daye dû wan, bi barekî zêdeyî 20 kîloyî yê li ser pişta wan, bi lez ber bi kampan ve dimeşin. Di demsaleke bi vî rengî de her gav, her liv û tevger, her rê mîna rêyeke çalakiyê ye, her barek dibe darbeyeke mezin û li dagirkeran dikeve. Ew bi lez dimeşin, ez jî bi rengekî westiyayî hem li xwezayê dinihêrim hem jî bi bayê hênik bedewiya xwezayê tehm dikim. Dema ku ber bi jor ve dimeşim bêhn tê ber min û berê xwe didim ezmên. Ev bedewiya bêhempa mîna ku ji aliyê wênesaz ve hatiye neqişandin. Ji rengê tarî û sor ê ewr tê fehmkirin ku hindik maye roj biçe ava.

NIKARE VÎ EZMANÎ PARVE BIKE

Di cih de disekinim, min serê xwe ber bi ezmên ve bilind kiriye. Ji nişka ve dengek tê guhê min; gerîlayeke jin a ku li benda min sekiniye dibêje ‘Heval tu ê?’. Gerîlayê mêr ê li kêlekê jî dibêje ‘Tu careke din bi ku ve çû heval? Were, were winda nebe’. Berê min hîn jî li ezmên e. Ev ahengiya rengan a ku gewr û sor tevlîhev bûne, dişibe kelekekê. Yên pê zanin ji xwe zanin; kelekek vala li deryayê mîna dergûşekê kil dibe. Rengên li ezmên jî hemû kil bûn, piştre jî veguherîn rengê şîn. Bi fikrê ku careke din dibe ku vê bedewiyê nebînim, li binê darekê rûniştim û vê carê min çavên xwe hîn bêhtir vekir û li ezmên nihêrî. Tiştekî ecêb e, mirov nikare vî ezmanî parve bike.

QUNTAREK BI SERANSERÎ ŞEWITÎ YE

Bêhnek tê min, bêhna zembûr û ya dû ketiye nava hev. Radihêjim çenteyê xwe û didim pey gerîlayan ku bi lez di ber min re derbas bûn. Bêhn hîn jî tê min, her ku diçe zêde dibe. Rê diguhere, du quntar xuya dikin. Di nava herdu quntaran de dû bi ser daran dikeve. Serê xwe berjêr dikim, dibînim ku gelek darên zembûrê yên biçûk hatine şewitandin. Kezwan û hîn gelek cûreyên darên din. Qad şewitî ye!

Ji gerîlayan hîn dibim ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye bombekirin. Seranserê quntarekî kesk e, pinpinîk difirin, gêrîk dikevin hêlîna xwe, kulîlkên bi rengê mor û zer şîn bûne, serî hildane, li benda hilatina rojê ye ku ji nava guliyên daran xuya bike. Quntarek bi seranserî şewitî ye; daran xweliya pelên xwe berdane ber koka xwe.

Dara Kezwanê gelekî li ber xwe da; pelên wê yên reş dişibin mûyê şewitî, hem jî weşiyane nava axê. Guliyekî wê hîn jî ji bo kesk bimîne li ber xwe daye. Xelkê Başûr bi van kezwanan debara xwe dike. Wan kom dike, dihêre û debara xwe pêk dike.

Ev der Kurdistan e. Çiyayên Kurdistanê ku her biharê bêhna zembûrê jê tê. Kurdistana ku bi çiyayên bilind dorpêçkirî, ku ezman ji nêz ve bi şênberî tê dîtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çîçek: Em ê faşîzmê ji ser xaka xwe biavêjin
Nûçeya Pişt re Zilar Stêrk: Çalakiya Zîlanê xala werçerxê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk a dagirker bombe li Qereqozaxê dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li derdora Pira Qereqozaxê û gundê Bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê di hefteya 1118’an a çalakiya xwe de hatin ba hev

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de bi zorê…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Li Efganistanê 17 milyon kes vê zivistanê di bin xetereyê de ne

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hejmara kesên ku di zivistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji malbatekê şeş hevrê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?