Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serdana taziye şehîd Lokman Urun hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê komîsyon biryara çûyîna Îmraliyê bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Qanûneke taybet divê demildest were civata giştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oya Ersoy û Cihan Aydin bûn Hevserokên nû yên ÎHD’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo 5 gerîlayên HPG’ê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlaya YJA’Starê Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervanê YPG’ê Yildiz konê sersaxiyê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiyên gerîlayên HPG’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekemîn Konferansa Meclîsa Gel a Qendîlê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Seyîd Riza û hevrêyên wî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên 25’ê Mijdarê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Esra Çîçek Mercan: Ji bo jiyaneke azad û wekhev em ê 25’ê Mijdarê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşeroj bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di meseleya azadiya jinê de pêvajoyeke hesas li benda me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DYE’yê jin bi rêjeyeke zêde ji kar derdikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Rojîn Kabaîş çalakî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Berfîn Aktay piştî demeke dirêj straneke nû: Moza Zêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Ronahiya Sêwazê wê nevemire
Rojane

Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Ronahiya Sêwazê wê nevemire

Li Stenbol, Wan û Îzmîrê qurbaniyên Madimakê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Hotêla Madimakê ya li navenda Sêwazê de 33 rewşenbîr hatin şewitandin û qetilkirin. Qurbaniyên komkujiyê di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Stenbol, Wan û Îmzîrê hatin bibîranîn.

STENBOL

Însiyatîfa 2’ê Tîrmehê ya Sarigazî di 31’emîn salvegera Komkujiya Madimakê de li Kolana Demokrasî ya li Sancaktepeyê meşa protestoyî li dar xist. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û gelek sazî, nûnerên partiyên siyasî, cemxane û bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Wê hesabê Sêwazê bê pirsîn”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.

Li ser navê Însiyatifê Gul Înce daxuyanî da. Înce bi bîr xist ku tevî ku 31 sal bi ser komkujiyê re derbas bûye jî kujer cezayên pêwîst negirtine û edalet pêk nehatiye. Gul Înce wiha got: “Îro bibîranîna dostên me yên li Sêwazê hatine qetilkirin, tê wateya berdewamkirin, mezinkirin û birêxistinkirina têkoşîna wan. Em ê xwedî li têkoşîna wan derbikevin, wan jî bîr nekin û kujeran efû nekin. Wê roniya Sêwazê nevemire!”

WAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekcî, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê  (TÎHV) û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Serokê Şaxa HABER-SEN’ê Hamît Aker daxuyanî xwend û diyar kir ku komkujî weke deqeke reş di nava dîroka Tirkiyeyê de cih girtiye. Aker komkujiyên berê yên wekî Çorûm û Mereşê bi bîr xist û wiha got: “Komkujiya Sêwazê jî mîna komkujiyên Meletî, Mereş, Çorûm, 1’ê Gulana 77’an, Beyazît û Gaziyê di tariyê de hiştin û hêzên li pişt wê bi zanebûn dernexistin holê.” 

Aker anî ziman ku armanca Komkujiya Sêwazê bi taybetî Elewî ne, nasname, bawerî û mezhebên li derveyî îdeolojiya fermî ne.  Aker, wiha domand: “Piştî Komkujiya Sêwazê jî pêkanînên cihêkarî û hedefgirtinê yên li dijî Elewiyan dewam kirin.”

 ÎZMÎR

Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancak a Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Madimak dişewite, me ji bîr nekir, em ji bîr nakin” hat vekirin û timî dirûşmên “Yên Sêwaz şewitandin AKP ava kirin” û “Duh li Mereşê, îro li Sêwazê, çareserî di şerê li dijî faşîzmê de ye” hatin berzkirin.   Berpirsa ABF’ê ya Herêma Egeyê Bahar Kaplan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Komkujiya Madimakê sûcê mirovahiyê ye û ew biryara qedexeyê qebûl nakin û wiha got: “AKP ji roja destpêkê ya desthilatdariya xwe heta niha alîgirê zîhniyeta komkujiyê ye. AKP’ê kujerên ku sûcên hatibûn cezakirin efû kir. Heke AKP gavên asayîbûnê bavêje divê pêşî biryarên DMME’yê yên der barê Elewiyan de bi cih bîne û Otela Madîmakê vediguherînin muzeya şermê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervanê Hêzên El Ekradê Yusif El Ebid hat veşartin
Nûçeya Pişt re Kurdên surgûnbûyî yên Qazaqistanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Ji bo têkbirina komployê dakevin qadan!

Konseya Serokatiyê ya KCK'ê ji bo komploya li dijî Rêber Apo di sala 27’emîn de…

Ji aliyê Stêrk TV

Gundên Kobanê tên topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsan 2 gundên bajarê Kobanê yê kantona…

Ji aliyê Stêrk TV

Koordînasyona Şengalê: Biryara Dadgeha Federal a Iraqê hêja ye

Koordînasyona Şengalê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya redkirina Efûya Giştî erênî dît û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hêzên Şamê gundên Siwêdayê topbaran kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ûkrayna wê ji Yewnanistanê gaz bigire

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlaya YJA’Starê Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?