În, 27 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÇHD: Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ye nebaş e, divê daxwazên wan pêk bên

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Êdî divê hiqûqa aştiyê were nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê em derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 27’ê Sibatê: Civîna çapemeniyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP û TJA’yê bang li dewlet û desthilatdariyê kir ku gava şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Heta pêvajoya rûbirûbûn, heqîqet û sererastkirin pêk neyê, çareserî çênabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyek Şengalê serdana Bexdayê kir, banga diyalogê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Her gotineke Rêbertî ji bo me ferman e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Kurdîtiya azad a li Başûr xwefedakirina mîna Helmet e
Kurdistan

KCK: Kurdîtiya azad a li Başûr xwefedakirina mîna Helmet e

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya salvegera 5’emîn a şehadeta Helmet Diyar bang li gelê Başûr kir ku rêxistinbûna xwe ya civakî xurt bike, destketiyên xwe biparêze û bi ruhê yekîtiya neteweyî dagirkerên Tirk ji Kurdistanê biavêjin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê û Komîteya Navendî ya PKK’ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb) ku 5’ê Tîrmeha 2019’an di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Qendîlê de şehîd bû, bi bîr anî. Konseyê bang li civaka Başûr kir li pey şopa şehîd Helmet bimeşe, li dijî artêşa çeteyên dagirker a AKP-MHP’ê helwesteke têkoşer û berxwedêr nîşan bide û got: “Çi dibe bila bibe, em ê sedsala 21’an teqez bikin sedsala Kurdên azad.”

Daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Hevrê Ş. Diyar Xerîb ku weke ewladê şoreşger ê pêşeng ê Başûrê Kurdistanê tevlî nava têkoşînê bû, beriya bi pênc salan dema ku bi erka xwe ya endametiya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê radibû tevlî karwanê Şehîdên Mezin bû. Em hevrê Ş. Diyar Xerîb careke din bi hurmet û mineteke mezin bi bîr tînin. Di şexsê wî de bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna pîroz a Şehîdên me yên şoreşê ditewînin. Ya ku PKK’ê xurt dike û nahêle têk biçe, mîna Ş. Helmet hevrêyên me yên şehîd ên pêşeng in ku li ser xeta Rêbertî meşiyan. Hêzên mêtinger, qirker, dagirker û nokerên wan ên herêmî bila zanibin, ku bi şehadeta hevrêyên me re têkoşîn naqede, bi dawî nabe. Berevajî vê yekê, bi her hevrêyên me yên şehîd re daxwaz û biryardariya me ya têkoşînê hîn mezin dibe. Lewma divê bê zanîn, ji bo pêkanîna armanca jiyana azad, gelê azad û welatê azad ku şehîdên me yên leheng di oxira wê de şehîd bûn, ji her demê bêhtir em bi biryar in ku têkoşînê mezin bikin.

BI FELSEFEYA ‘PARTIYEK, XIRQEYEK’ JIYAN KIR

Hevrêyê me Ş. Helmet di hembêza gelê me yê Başûr de bi guhdarîkirina li zêmarên enfalê mezin bû. Li ber ronahiya tilîliyên biryardar ên li Raperînan bû şoreşger. Jiyana xwe ji bo hilanîna tola komkujî û qirkirinên li her devera welêt feda kir. Ji bilî çeka wî ya berxwedanê, ji bilî hezkirina gel a di dilê xwe de, ji bilî dilsoziya bi armanca azadiyê ya di mejiyê xwe de û ji bilî îradeya xwe, çavê wî ti carî ne li tiştekî din bû. Li ser bingeha pîvanên azadiyê jiya. Weke mirovekî îdeolojîk, polîtîk û xwedî exlaq, pîrozmendiyên başî, xweşî û rastiyê di kesayetiya xwe de bi rengekî mînakdar afirand. Di nava atmosfereke mezaxtinê ya kapîtalîst de ku li tevahiya cîhanê serwer bûye, wî felsefeya ‘pariyek, xirqeyek’ hilbijart, dilê xwe bi hezkirin û manewiyatê dagirt. Hişmendî û kesayetiya xwe ya rewşenbîrî ji êşên dîrokî yên gelê xwe mezin kir. Îdeolojiyên zayendîperestî, neteweperestî û olperestiyê bi fikir, gotin û hewldanên xwe têk bir. Ji ber vê jî hevrê Ş. Helmet bû yek ji milîtanên sereke û serketî yê Rêber Apo. Bû hevalekî welê ku ji Rêber Apo re bû hevrê.

Hevrê Ş. Helmet ji bo sîstema konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk a Rêber Apo baş û rast bê fêhmkirin û bicihanîn, di têkoşînê de bi erka pêşengiyê rabû. Ji bo paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê veguhere sîstem û mejiyekî civakî yê nû, gelekî hewl da, ked da. Ji xwe re kir wezîfe ku jin û ciwanan, gelê me yê Başûr li ser vê bingehê hem perwerde û zane bike, hem jî bi rêxistin bike, bixe nava liv û tevgerê. Ji bo xelkê Başûr ji paşverûtiya xeta neteweperestiya kevn û ji xefikên xeta modernîst kapîtalîst rizgar bike têkoşîneke bêdawî meşand. Di vê mijarê de her tim bi berpirsyarî rabû.

LI BAŞÛR KURDÎTIYA AZAD, MÎNA HELMET XWE FEDAKIRINE

Hevrê Ş. Helmet bû navê pêşengî û şoreşgerbûyîna li ser xeta Rêber Apo ya li Başûrê Kurdistanê. Bû sembola Kurdîtiya azad, Kurdîtiya bi rûmet. Li Başûrê Kurdistanê di nava gelê me de xeta şoreşger demokratîk, welatê azad, civaka azad û jiyana azad bi rengê herî baş temsîl kir. Li Başûrê Kurdistanê li dijî qirkirin, dagirkerî û her cûre zilmê bû sembola teslîmnebûnê, serînetewandinê û berxwedanê. Veguherî qiblegeha şoreşgeriya rasteqîn a li Başûr. Bû xeta berxwedêr a bi rûmet. Ev xeta azadîparêz û sekna bi rûmet ku hevrê Ş. Helmet bi biryardarî û kedeke mezin afirand, ji bo xelkê me yê Başûr sekneke mînak e. Rêya bingehîn a şoreşgerî ye ku divê bê şopandin. Lewma têkoşîn û sekna bi rûmet a hevrêyê me Ş. Helmet dewam dike. Çawa ku hevrêyê me Ş. Helmet di jiyana xwe ya şoreşgerî de li Başûr bi rola pêşengî û rêbertiyê rabû, bi şehadeta xwe jî ev rola xwe dewam kir. Weke xeteke Helmetbûyînê, weke sekneke Helmetbûyînê xwe mezin kir, xurt kir û dewam dike.

Li Başûrê Kurdistanê sekna Kurdîtiya azad, sekna Kurdîtiya bi rûmet; bi têkoşîneke bi biryar û fedakar a mîna hevrê Ş. Helmet dibe ku xwe fedaî xeta Rêber Apo kir. Bi esaswergirtina dilsoziya şoreşgerî ya hevrê Ş. Helmet a li nirxên gerdûnî, xwecihî, civakî û destketiyên Kurd û Kurdistanê dibe. Meşa li ser şopa Ş. Helmet xwedîderketina li destketiyên Kurd ên li Başûr e. Xwedîderketina li hemû destketiyên têkoşîna me ya pêncî salan a li hemû parçeyên Kurdistanê ye. Pêşîgirtina li mêtingerî, qirkerî û dagirkeriyê ye. Serînetewandina li ber artêşa çete ya dagirker a AKP-MHP’ê ye, ku dijminê Kurdan e. Rênedana li kujerên ciwanên Kurd ên li ser xaka Kurdistanê ye. Li dijî vê artêşa çete ya dagirker, li dijî vê artêşa kujer helwsteke berxwedêr û têkoşer e.

XELKÊ ME YÊ BAŞÛR DIVÊ TÊKOŞÎNA BI RÛMET A HEVRÊYÊ ME HELMBET MEZIN BIKE

Li ser vê bingehê bi taybetî xelkê me yê Başûrê Kurdistanê divê bi pêşengiya jin û ciwanan têkoşîna bi rûmet a hevrêyê me Ş. Helmet mezin û xurt bikin. Her mirovên me yên welatparêz ên ku hevrêyê me Ş. Helmet bihîstine, dîtine, lê guhdarî kirine, her wiha tevahiya xelkê me yê li Başûrê Kurdistanê ji bo mezinkirina bîranîna hêja ya hevrêyê me Helmet, divê sekna xwe hîn bêhtir têkoşer bike. Xelkê me yê Başûr divê bi sedan mirovên ciwan ên şoreşger û pêşeng ên mîna Ş. Helmet biafirîne. Ji ber ku xaka Başûrê Kurdistanê niha bi rengekî rojane di bin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker de ye. Ji bo hêzên mêtinger dagirker ji ser xaka Başûrê Kurdistanê bêne avêtin, her wiha ji bo meşandina têkoşîneke azad û demokratîk a rasteqîn, pêwîstiya Başûrê Kurdistanê herî zêde bi sekna Helmetbûyînê heye. Pêwîstiya ciwanên li Başûrê Kurdistanê bi wê yekê heye ku li ser xeta Ş. Helmet xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê.

Hevrê Helmet; bi dilsoziya xwe ya bêdawî ya li nirxên neteweyî û jiyana azad, bi hestiyarî, têgihiştin û kesayetiya xwe ya ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurd, bi sekna xwe ya dilnizm a li nava jiyanê bû hevrêyekî me ku her tim û li her derê mînak bê dîtin. Ciwanên Başûr divê sekn, tevlîbûn, dilsozî, jiyan û felsefeya têkoşînê ya hevalê Helmet a li ser vê bingehê ji xwe re bikin esas. Divê vê yekê ji xwe re kirin taybetmendiyên kesayetiyê, veguherînin rêbazeke jiyanê û pêvajoyeke nû ya Helmetbûyînê bidin destpêkirin.

EM BANG LI CIWANÊN BAŞÛR DIKIN: TEVLÎ TÊKOŞÎNA PARASTINA KURDISTANÊ BIBIN

Li ser vê bingehê weke hevrêyên têkoşînê yên Ş. Helmet em bang li ciwanên Başûr dikin: Dijminên Kurdan baş nas bikin. Hêzên dijmin ên mêtinger, qirker ku hem di dîrokê de hem jî niha dijminatiyê li gelê Kurd dike ji hev re bibêjin, nîşanî hev bidin, li her qadê wan teşhîr bikin û rûyê wan ê dijminane raxin pêş çavan. Ji xwe re bikin armanc ku tolê ji dijminên Kurdan hilînin, ji ber kiryarên xwe yên berê û yên niha. li ser vê bingehê xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Ji her alî ve xwe hînî parastina xwe, xaka xwe, xweza û mirovên xwe bikin. Xayinan di nava xwe de venehewînin. Nehêlin ku xayin û sîxurên bi dijmin re hevkariyê dikin di nava we de bimînin. Qadên xwe yên jiyan, perwerde û rêxistiniyê ji van kesan teqez paqij bikin. Bîranîna hevrê Ş. Helmet mezin bikin. Weke wî bibin xwedî hunera pêşengiya şoreşgerî. Li dijî dijminên Kurdan û xayinan, sekna wî ya têkoşer ji xwe re bikin esas. Tevlî meşa wî ya şoreşa azadîparêz û wekheviyê bibin. Ji bo xeyala Kurdistana Azad û Demokratîk a Ş. Helmet li her devera Kurdistanê pêk bînin, werin çiyayên azad. Tevlî erk û têkoşîna parastina Kurdistanê bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê bibin.

ÇI DIBE BILA BIBE, EM Ê SEDSALA 21’AN TEQEZ BIKIN SEDSALA KURDÊN AZAD

Em ji gelê xwe re jî vê dibêjin: Em gelê Kurd û tevgera azadiyê di demeke diyarkirina çarenûsê de ne. Şerê me yê şoreşgerî ku li ser bingeha misogerkirina azadiyê û parastina hebûnê tê meşandin, bi xurtî dewam dike. Giraniya êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker a li her qadê, her wiha bîlançoya berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya li hemberî vê yekê li holê ye. Di serî de dewleta Tirk a mêtinger qirker ku ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve tê birêvebirin, hin hêzên herêmî û hêzên hegemon ên mezin ku xwe dispêrin wan, hîn jî xwe nadin ber qebûlkirina hebûna Kurdan û dest ji armanca xwe ya tasfiyekirina îradeya Kurd ên Azad bernedane. Li hemberî bikaranîna gazên bi jehr û kîmyewî, li hemberî rê û rêbazên hovane yên li derveyî mirovahiyê ku artêşa Tirk a dagirker li Zap, Metîna û Avaşînê bi kar tîne, ev hêz bêdeng dimînin ku ev helwesta wan nîşaneya herî mezin a vê rastiyê ye. Her wiha nîşaneyeke din a vê rastiyê jî ew e ku ev hêzên navborî ji destketiyên siyasî yên gelê me yê li Başûr jî poşman bûne. Di heman demê de ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku heman hêz tevî her cûre çek û derfetên şer ên dane desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, li pêşberî îradeya berxwedanê ya gelê me û Gerîlayên Kurdistanê dikin nakin nikarin bi ser bikevin û ketine nava pêvajoyeke mezin a jihevketinê. Ji ber vê jî divê her kes li gorî berê hîn bêhtir bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibin. Em gelê Kurd û tevgera wê ya pêşeng, nikarin jidestdana sedsaleke din bidin ber çavên xwe. Çi dibe bila bibe em ê sedsala 21’ê bikin sedsala Kurdên Azad. Biryardarî û armanca me ya têkoşînê ya bingehîn bi vî rengî ye. Li ser vê bingehê, di şexsê Ş. Helmet de ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdên me yên leheng û pêkanîna armanca azadiyê ya pîroz a şehîdên me, em bang li gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jî xelkê Başûrê Kurdistanê dikin, ku yekîtî û hevgirtina xwe ya civakî xurt bikin, destketiyên demokratîk siyasî biparêzin, rêxistiniya xwe ya civakî xurt bikin, têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger mezin bikin û bi ruhê yekîtiya neteweyî dagirkerên Tirk ji ser xaka Kurdistanê biavêjin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li dijî penaberan şermezar kir
Nûçeya Pişt re Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH: Sembola berxwedanê ya gelan Newroz pîroz be!

Komîteya Rêveber a HBDH’ê got, “Newroza ku li gelek cihan tê pîrozkirin, li tevahî gelên…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li Stenbolê agir berdan febrîqeyeke tekstîlê

Milîsên Mahsûm Karaoglan ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku li Halkali…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?