Şemî, 6 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê Koç lêpirsîn hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qadirkerem êrîşa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bûcayê û 41 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê jinek û birayê wê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Giştî ya KNK’ê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Dersîmê bersiv dan Ensarîoglu: “Ev mikurhatine, divê tavilê sûcdar bêne cezakirin!”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li dijî penaberan şermezar kir
Kurdistan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li dijî penaberan şermezar kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku êrîşên nîjadperestiyê yên li dijî penaberan, planeke AKP-MHP’ê ya li dijî gelan e û got: “Em bang li her kesê dikin ku bi gelên Sûriyeyê re di nava piştevaniyê de bin û li dijî van êrîşên faşîst rabin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên nîjadperestiyê yên li Kayseriyê destpê kirin û belavî cihên cuda jî bûn, daxuyaniyeke nivîskî da. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst Erdogan ji bo planên xwe qirêj pêk bîne û desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle, mîna li Sûriyeyê li Tirkiyeyê jî polîtîkayekê dimeşîne ku gelan li dijî hevdû rake û got: “Paradîgmaya Rêber Apo ya netewa demokratîk, garantiya jiyana gelan a bi hev re ye.”

Daxuyaniya Hevserokatiyê ya bi sernava “Ji gelê me û raya giştî ya demokratîk re” bi vî rengî ye:

“Çend roj in li Tirkiyeyê êriş li ser penaberên Sûriyeyî têne kirin, gelên Sûriyeyî têne lînçkirin, li wan tê xistin, mal, wesayit, kargehên wan têne şewitandin. Em van êrişên nijadperest û faşîst şermezar dikin ku bi destê dewletê têne kirin. Ev rewşa li derveyî mirovahiyê divê tavilê bi dawî bibe. Li hemberî lîstikên rejîma AKP-MHP a komploger, faşîst û nijadperest divê mirov hay ji xwe hebe, nekevin vê xefikê. Nabe ku mirov li hemberî gelan bi hêrs be, nabe ku xwedî hestên nebaş be, nabe ku helwesteke êrişkariyê nîşan bide. Cihê vê yekê di nava mirovahiyê de nîne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava lîstikên gelekî qirêj de ye. Hewl dide gelan berde hev û planên xwe yên qirêj pêk bîne. Ev êrişên ku li Kayseriyê destpê kirin û li deverên din belav bûn, lîstik û xefikeke AKP-MHP’ê ya li dijî gelan e. Lewma em bang li her kesî dikin, ku bi berpirsyarî tevbigerin.

AKP-MHP POLÎTÎKAYA XWE YA KU SÛRIYEYÊ DIKE QADEKE QIRKIRINA GELAN, BI ISRAR DEWAM DIKE

Di afirandin û kûrbûna kaosa li Sûriyeyê de rola rejîma faşîst a AKP-MHP’ê diyarker e. Serkêşî ji gurbûna şer re kir û bi zanebûn û plankirî bi milyonan mirovên ji Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve kişand. Bi polîtîkaya penaberiyê bi salan şantaj li Ewropayê kir, bi rêya çeteyên xwe li dijî Kurdan û gelên Sûriyeyê şerê dagirkerî û qirkirinê dimeşîne. Rejîma faşîst li bakurê Sûriyeyê bi feraseta neo Osmanî hewl dide plana mîsakî mîlî bixe meriyetê. Rejîma qirker mêtinger bi vê armancê ji bo kûrbûna şerê li Sûriyeyê çi ji dest hat bi salan kir. Ew çeteyên faşîst û hovane yên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirin xwedî kir, piştgirî da wan, pere û çek da wan û bi ser gelan ve dehf da. Komkujî kir, qir kir. Hêzên çete yên tarî û faşîst ku xwe bi rengê olî veşartin, xwedî kir, mezin kir, veguheran amûrek ji bo polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê. Gava ku çeteyan têrê nekir, bi xwe rabû êriş kir û xaka Rojava û Sûriyeyê dagir kir. Li cihên ku dagir kir dest bi guhertina demografiyê kir. Mirov qetil kir, ji cih û warên wan kir, perîşan kir. Li cihên ku dagir kir mirin, êşkence, destavêtin û her cûre hovîtî veguherand parçeyek ji jiyana rojane. Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkaya xwe ya ku Sûriyeyê dike qadeke qirkirina gelan, bi israr dewam dike. Ne tenê Sûriyeyê, her wiha ji bo pêkanîna planên xwe yên qirêj hewl dide Tirkiyeyê jî bixe rewşeke bi vî rengî.

NÊZÎKATIYA KU DIBÊJE ‘ERDOGAN GELÊ EREB DIPARÊZE’ XAPANDINEKE MEZIN E

Nêzîkatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li penaberên Sûriyeyî di çarçoveya vê polîtîkaya qirêj de bû. Nêzîkatiya ku dibêje ‘Tayyîp Erdogan û AKP ji gelê Ereb, ji Sûriyeyiyan hez dike û diparêze’ xapandineke mezin e. Her roj hîn bêhtir tê fêhmkirin ku ev yek xapandineke. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan bi ti awayî ji gelê Ereb hez nake, xwedî hesteke erênî nîne. Hewldanên xwe ji bo wê yekê ye ku gelê Ereb bike dijminê Kurdan, gelê Kurd û gelê Ereb bi hev bide qirkirin. Bi heman rengî dixwaze gelê Kurd û gelê Tirk, gelê Ereb û gelên Tirkiyeyê jî bi hev bide qirkirin. Bi qirkirina gelan dixwaze desthilatdariya xwe ya li ber hilweşînê ye li ser piyan bihêle. Dixwaze Kurdên ku têkoşîna herî mafdar û rewa ya azadî û demokrasiyê dimeşîne bê rêveberî, bê parastin bihêle û bi vî rengî temenê xwe dirêj bike. Di vê oxirê de jî her tiştî difiroşe, dike amûrek ji bo bazarê. Hewl dide gelê Ereb jî bike amûrek ji vî mejiyê xwe yê qirêj ê mêtinger qirker. Êrişên faşîst û qirker ên li Tirkiyeyê li dijî gelên Sûriyeyê têne kirin encamek ji polîtîkaya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya dijminatiya li gelan e.

EM DIKARIN XWIŞK-BIRATIYA GELAN AVA BIKIN

Em gel xwedî hêz û feraseta jiyana bi hev re ne. Bêyî ku dest bidin sînoran, bêyî ku sînorên nû dînin û demografiyê biguherînin, bi têgihiştina jiyana bi hev re û xwişk û biratiya gelan divê em jiyana xwe li her derê ji nû ve ava bikin. Daxwaza me ya herî esasî ew e ku di nava hestên aştî, hezkirin, xwişk û biratiyê de gel bi hev re û di nava wekheviyê de bijîn. Em ji bo vê dixebitin, ji bo vê têdikoşin. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd xwedî feraseteke bi vî rengî ne. Gelê Kurd jî bi vî rengî nêzîk dibe, gelan hemûyan weke xwişk û birayên xwe dibîne. Paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo misogeriya jiyana bi hev re ya gelan e. Feraseta neteweya demokratîk ku feraseta jiyana azad, bi hev re, wekhev, aştiyane û hezkirinê ya gelan e, rêya herî rast û hêja ya çareserkirina pirsgirêkan e.

Em van êrişên faşîst û nijadperest careke din şermezar dikin. Bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin gelên Sûriyeyê bi taybetî jî gelê Ereb û bi rengekî xurt li ber van êrişên faşîst rabin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêlîn Umît: Divê mirov guh bide banga Zîlan a ji bo jiyana azad
Nûçeya Pişt re KCK: Kurdîtiya azad a li Başûr xwefedakirina mîna Helmet e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li pêşiya girtîgehan çalakiyên “Deng bide azadiyê didomin

Çalakiyên “Deng bide azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên QSD’ê 3 hewldanên êrîşê asteng kirin

Şervanên QSD’ê li herêma Dêr Hafirê 3 hewldanên komên girêdayî hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Lehî û hezazên li Hindistan û Bangladeşê: Herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku li Hindistan û Bangladeşê di encama lehî û hezazên de herî kêm…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê jinek û birayê wê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Desteya Giştî ya KNK’ê didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?