Êrîşên dagirkerî û talanê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Piştî êrîşa li ser herêma Rêkanyan a navçeya Amêdiyê ya Dihokê, şewateke mezin derket.
Şewat di encama hedefgirtina cihên sivîlan de derket û li qadeke berfireh belav bû. Her wiha di bombebaranê de traktoreke gel jî hedef hate girtin. Şewata li herêmê hê jî didome.