Çarşem, 18 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Mîmarî bêyî qanûn û prensîban nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora dawî ya Komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Komîsyona Meclîsê: ‘Mafê Hêviyê’, ‘Qanûna Taybet’ û Sererastkirina Qeyûm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karavana Gelan heya sînorê Kobanê: Ji bo şkandina dorpêçê em bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê cara dawî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê şerhê muxalefetê danî ser ‘Pêşnûme Rapora Hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê em dersê ji Fermana 2014’an derxin û tifaqa xwe ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozmen: Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin demokratîkbûn pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozdemîr: Bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 çeteyên DAÎŞê li herêmên Başûr hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê ciwanên ku tevlî seferberiya Rojava bibûn, pêşwazî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeyûm li Wanê hate şermezarkirin: Dawî li desteserkirina îradeyê bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinek li Silêmaniyeyê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: ‘Em avakirina jiyana nû pîroz dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çarenûsa 25 jinên li Îranê hatibûn binçavkirin ne diyar e 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çalakiyên ji bo bîranîna 14’ê Tîrmehê: Helîkoptereke Skorsky hate xistin
Kurdistan

Çalakiyên ji bo bîranîna 14’ê Tîrmehê: Helîkoptereke Skorsky hate xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna Şehîdên 14'ê Tîrmehê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de helîkoptereke bi tîpa Skorksy û 2 drone hatin xistin, derb li konteynirek û konekî hate xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi çalakiyên bi bandor pêşwazî kirin û pêşengên me yên ku xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê diyar kirin hevrê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anîn. Em biryardariya xwe diyar dikin ku li ser şopa pêşengên me yên nemir bi heman ruhê fedaî û hişmendiya Apoyî têkoşîna xwe dewam bikin, di şexsê Şehîdên 14’ê Tîrmehê de şehîdên me hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin.”

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:

“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

9’ê Tîrmehê saet di 16:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyek bi çekên ferdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10’ê Tîrmehê saet di 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyek bi çekên ferdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9’ê Tîrmehê saet di 06:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encama vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

9’ê Tîrmehê saet di 10:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin, konteynirek û konek hatin îmhakirin.

10’ê Tîrmehê saet di 18:18’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê, di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

9’ê Tîrmehê saet di 14:46 û 15:47’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperê, bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kir. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

10’ê Tîrmehê saet di 23:40’î de helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa Tirk a dagirker dema ku hewl dida hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dîne, bû hedefa çalakiya sûîqestê ya hêzên me. Helîkoptera ku derba giran xwar, ket. Cihê ku helîkoptera Skorsky lê kete xwarê, ji aliyê helîkopterên êrişê ve hate bombekirin.

10’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bi cih bibin.

Li Herêma Metînayê;

9’ê Tîrmehê saet di 22:30’î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

10’ê Tîrmehê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de derb li konteynirek û çeperekê hate xistin.

Êrişên artêşa dewlet Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

10’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 12 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyan hatin bombekirin.

10’ê Tîrmehê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2  caran bi bombeyên taktîk nukleer hatin bombekirin.

10’ê Tîrmehê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê bi droneyên bombebarkirî hate bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

9 û 10’ê Tîrmehê li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hawar, Girê Berbizinê 6 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Garê qadên Dêreşê, Mijê, Girê Zengilê, Gûzê, Girê Reşît, Xêrê, Yekmalê, Deşta Kafya, Şiyê 9 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 21 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10’ê Tîrmehê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ESP’ê bang kir ku li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan
Nûçeya Pişt re Êrişên dagirkeriyê yên Tirk: Şandeyeke payebilind a Bexdayê li Hewlêrê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girseya gel serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê kir

Girseya gel bi dirûşma "Şehîd namirin" serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê Hasîbe Karataş…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E: Soza me ji şehîdên Parîsê re, em ê şoreşa jinê mezin bikin

TJK-E’yê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê banga rawestandina êrîşên Tirkiyeyê kir

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Divê em dersê ji Fermana 2014’an derxin û tifaqa xwe ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ozmen: Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin demokratîkbûn pêk nayê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ozdemîr: Bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

10 çeteyên DAÎŞê li herêmên Başûr hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?