Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Selam Elî: Erdogan jî wekî Sedam Hisên komkujiyê pêk tîne
Kurdistan

Selam Elî: Erdogan jî wekî Sedam Hisên komkujiyê pêk tîne

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selam Elî li ser dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker axivî û got: "Armanca Tirkiyeyê ji dagirkirina başûrê Kurdistanê ji bo dewlemendiya axa wê û statûya wê ya stratejîk e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gelê başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe li hember dagirkerî û êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker nîşan dide. Ew ji bêdengiya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya li hember dagirkeriya dewleta Tirk bi fikar in. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Selam Elî têkildarî vê mijarê ji ANF’ê re axivî.

 

‘TIRKIYE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WEKÎ AXA XWE DIBÎNE’

Selam Elî diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ji dagirkirina Başûrê Kurdistanê ew e ku wê bike herêmeke leşkerî û wiha axivî: “Armanca Tirkiyeyê ya dagirkirina Kurdistanê ne nû ye, ji serdema Osmaniyan ve hewl dide wê dagir bike. Bi baweriya min dewleta Tirk baweriya xwe bi wê nexşeya siyasî nayne ku ji wan re hatiye amadekirin. Ew dixwazin wê nexşeya siyasî ya ku ji wan re hatiye danîn bi awayekî nû dîsan amade bikin. Dagirkerî û êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê ne ji ber PKK’ê ne, hin alî û bi taybetî PDK bi rêya medyayê dide xuyakirin ku sedema hatina hêzên Tirkiyeyê ji ber PKK’ê ye, ev yek dûrî rastiyê ye. Armanceke stratejîk a Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê heye, Başûrê Kurdistanê wek mîrateya xwe dibîne û hewl dide wê dagir bike. Mixabin PDK jî beşek e ji van dagirkeriyan. Di rastiyê de metirsiyeke mezin heye û tenê gerîla li hember metirsiyên dewleta Tirk a dagirker radiweste.”

‘PDK SIYASETA DAGIRKERAN PÊK TÎNE’

Selam Elî da xuyakirin ku Barzanî siyaseta Erdogan pêk tîne û got: “Pêkanîna siyaseta Erdogan dê bibe sedema jiholêrabûna PDK û malbata Barzanî, ji ber ku ev dagirkeriya Tirkiyeyê dê bi ser nekeve û têk biçe. Di van demên dawî de Erdogan hatibû Iraqê û çend peymanên leşkerî û aborî çêkiribûn. Lê belê Hikûmeta Iraqê û Iraqiyan dema ku tabloya Tirkiyeyê ya li Berwarî Bala ya ser bi parêzgeha Dihokê dît, ku li ser tabloyê hatibû nivîsîn ‘Di vê herêmê de hatûçûn qedexe ye û ev axa Tirkiyeyê ye’, Iraqiyan hest bi metirsiyê kir, lewma di civîna Encumena Iraqê de ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî li dijî dagirkeriyên Tirkiyeyê derketin. Ya girîng ew e ku divê gelê başûrê Kurdistanê û aliyên siyasî piştgiriya biryara Hikûmeta Iraqê bikin.”

‘HERÊMÊN DIBIN DESTHILATDARIYA PDK’Ê DE NE RADESTÎ TIRKIYEYÊ HATINE KIRIN’

Di berdewamiya axaftina xwe de Selam Elî bilêv kir ku divê gel li dijî dagirkeriyê bertekan nîşan bide û got: “Di rastiyê de demeke dirêj e tê zanîn ku PDK û malbata Barzanî herêmên di bin desthilatdariya xwe de pêşkêşî Tirkiyeyê kirine. Ya girîng ew e ku divê gel çi bike? Divê em xwe bi rêxistin bikin û li dijî dagirkeriyê derkevin, bi taybetî gelê Behdînanê gelekî şoreşger e, ew nerazîbûnên berê yên li dijî dagirkeriyên Tirkiyeyê nîşanî me didin ku gelê Behdînanê xayîntiya malbata Barzanî û qirkirina dewleta Tirk baş fam kiriye. Dewleta Tirk gundên ku niha di bin desthilatdariya xwe de ne, dike herêmeke leşkerî. Mixabin helwesteke cidî ya aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê nîn e. Divê hemû gelê Başûr li dijî dagirkeriyên dewleta Tirk derkeve, piştgiriya gerîla bike û piştgiriya gelê Behdînanê bike û dengê xwe bigihîne hemû cîhanê.”

‘ŞERÊ TAYBET TÊ MEŞANDIN’

Selam Elî ragihand ku niha şerê taybet tê meşandin û medya tê bikaranîn û wiha pê de çû: “Dezgeha Parastinê ya PDK’ê û MÎT’a Tirkiyeyê bi rêya malper û kanalên xwe şerê taybet dikin ji bo şikandina vîna gel. PDK bi rêya medyaya xwe propagandaya wê yekê dike ku Bafil Talabanî Kurdistan terk kiriye û Tirkiyeyê jê re gotiye ku em ê werin Silêmaniyê dagir bikin. Hemû axaftinên PDK propaganda ne û ne rast in. Ev du hefte ne dewleta Tirk di şer de ye li gel gerîlayên Kurdistanê û nekariye tu herêmeke Başûrê Kurdistanê bigire.”

Selam Elî, bang li gel kir ku bertekên xwe nîşan bide û ji mamosteyên dînî xwest ku helwesta xwe nîşan bidin û diyar kir ku her kesê ku helwestê nîşan nede, diçe nav xeta xayîntiyê.

Selam Elî, di dawiya axaftina xwe de behsa berxwedana Şeladizê kir û wiha got: “Wekî çawa Sedam Hisên komkujî dikir û gund wêran dikirin, Erdogan jî heman tiştî dike. Dema ku DAÎŞ hat Mûsilê, êrîşî Iraq û Sûriyeyê kir, Erdogan bi her awayî piştgiriya wê dikir. Niha dewleta Tirk heman çete û DAÎŞ anîne Başûrê Kurdistanê, ji ber ku dizane leşkerên wê nikarin li hember gerîlayên azadiyê şer bikin û bê guman dê li hember gerîla têk biçin. Ez bawer im ev yek dê bibe dagirkeriya dawî ya dewleta Tirk; û desthilatdariya AKP û Erdogan dê bi dawî bibe û her wiha dê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê jî bi dawî bibe ku di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de hevkariyê dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN GERMIYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran heremêke Kerboranê ‘qedexe’ kirin
Nûçeya Pişt re ‘Bi çand û hunerê re xweparastina jinê hat pêşxistin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji DAD’ê banga ji bo piştgiriya bi Dersimê re

DAD'ê diyar kir ku şaredariyên Dersim û Pulurê hedef hatine girtin û banga piştevaniyê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo kontenjana sê kesan a komîsyonê DEM Partî, AKP û CHP wê endaman bide

Ji bo kontenjana 3 kesan a komîsyona li Meclîsê ya ji ber helwesta ÎYÎ Partî…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî da: Demildest berdin!

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê got, “Sevtap Akdag Karahali û hemû girtî divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hawagê meş û çandina şitlan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?