– Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
– Tê plankirin ku çeteyên ku ji aliyê MHP’ê ve hatine birêxistinkirin, li Başûrê Kurdistanê li gundên Xristiyan ên hatine valekirin, bên bicihkirin.
– Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê Heyfa Mehmûd, piştgiriya PDK’ê ya ji dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê rexne kir û bang li hemû tevger, partî û pêkhateyên Kurdistanî kir ku parastina Kurdistanê bikin.
– Nûda Garzan weke gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê her xebatên meşandiye bi serketî encam kiriye. Ne tenê hêviyên xwe, têkoşîna xwe ya azadiyê weke mîrat ji şopdarên xwe re hişt. Ew mîrate ji bo kesên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bi serê xwe xezîneyek e.
– Berdevkê Navenda Çand û Hunerê ya Rojhilatê Kurdistanê ya li Ewropa Hunermend Hemîd Urmiye diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê Başûre, ne PKK ye û ne jî YNK ye, dagirkrina giştî Kurdistanê ye.
– Nivîskar Letîf Fatih Ferec, têkildarî operasyon û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker wiha got: “Di çavê Tirkan de hemû Kurd dijmin in, îro dora Başûr e, sibê dora hemû Kurdan e.”