Qetilkirina 33 welatiyên ku di 28’ê Tîrmeha 1943’yan de bi telîmata Sermandar Mustafa Mûglalî li Çemê Sefo ê navçeya Serav a Wanê hatibûn qetilkirin, di 81’emîn salvegera xwe de hate protestokirin.
Hevsokên navçeyan, rêveber, xizmên qurbaniyên komkujiyê, nûnerên sazî û rêxistinên sivîl û gel jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn ku daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokên navçeyên Serav û Qelqeliyê yên Wanê yên DEM Partiyê ve hate lidarxistin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Cuzeyrî Ozkaplan ê mexdûrê Komkujiya 33 Guleyan ve hate xwendin û Ozkaplan destnîşan kir ku divê li Çemê Sefoyê bîrdariya Komkujiya 33 Guleyan were çêkirin.
Ozkaplan di daxuyaniyê de nerazîbûnên xwe yên li hemberî operasyonên faşîst ên li ser govendên Kurdî yên vê dawiyê nîşan dan û ev yek anîn ziman: ‘’Em Kurd bi govendê ber bi mirinê ve diçin. Divê hikûmet û daraz demildest dev ji van êrîşên xwe yên faşîst berde. Ger wê nekin, em ê hemû herêmê veguherînin serhildana govendê.’’
Piştî xwendina daxuyaniyê demekê çalakiya rûniştinê hate pêkanîn.