Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî têkildarî geşedanên dawî yên di rojevê de daxuyanî da. Dogan, got ku geşedanên ku salên tarî tînin bîra mirov tên jiyîn. Dogan, got ku Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê jî di nav de gelek kes serê sibehê hatine binçavkirin û ev tişt anî ziman: “Xuyaye ku hinek derdorên em ji demên berê ve baş nas dikin ketine nava tevgerê. Nîjadperestî li ser kar e. Komeke biçûk in lê ji bo nîjadperestî û lînçan ketine pey êrişên nû.”
Dogan, axaftina xwe wiha domand: “Wisa xuya dike ku ev îktîdar ji tiştên bi serê îktîdarên din hatine bo xwe dersan nagire. Bi dehan sala ye ev siyasetmedar hatin koçberkirin lê encamek nehat bidestxistin. Hûn nikarin tiştekî bi dest bixin. Herî zêde dikarin bi van kiryarên xwe dawiya xwe nêztir bikin. Hûn dijminên kurdan e û rastî ev e. Berpirsyarên her tiştên niha diqewimin îktîdar e. Li ser jiyana rojane ya kurdan sûcan diafirînin. Nîjadperestiyê asayî dikin. Tişta tê kirin pir xetere ye.
Ji Mêrsînê heta Colemêrg, Sêrt, Aydin û bajarên din, pêvajoyeke nû ya operasyonan dan destpêkirin. Dîmenên dawetên kurdan, çalakiyên li kolanan û hwd. tên lêkolînkirin û ji nişka ve li ser medyaya dijîtal tên parvekirin. Welatî ji ber govendên kurdî, stranên kurdî tên girtin. Niha bi dehan kes hatine girtin. Sedema wê jî gerandina govendê ye. Dibêjin li ber stranên kurdî govend gerandine. Em çi bikin? li ber playlistên we bireqisin? Ka we digot me sûcê nefretê rakiriye?
Serokkomar Erdogan bi xwe digot; ‘Me li gel tirkî, firsenda hînkirinê da ziman û zaravayên cuda’, ‘Me derfet da ku bi van zimanan propaganda were kirin’ û ‘Kurdî qedexe bû, me qedexe rakir.’ Yên ku îro li hemberî van geşedanên dawî bêdeng in, duh di hilbijartinên 31’ê adarê de bi stranên kurdî propaganda dikirin. Bi taybet jî namzetên AKP’ê dikirin. We çima propagandaya xwe bi stranên kurdî dikir? Sûcekî nû hatiye afirandin. Kurdbûn, sûc e. Nikare bi zimanê xwe biaxive, govenda xwe bigerîne û hilbijêre.
Yek ji hinceta girtinê jî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ tê nîşandan. Ev heqîqeteke. Di stranekê de, yan jî di dawet, meş, çalakî û hwd. de teqez dê ev heqîqet bi awayekî derkeve holê. Ya din berzkirina dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne.’ Têkildarî vê mijarê biryarên AYM, Dadgeha Bilind û DMME’yê hene. Li gorî van biryaran, berzkirina dirûşmê dikeve çarçoveya azadiya xweîfadekirinê.
Ev sorkirine, mixabin dê zirarê bide aştiya civakî. Em careke din bang li rayedaran dikin ku polîtîkayên çareseriyê pêş bixin. Dibe ku hûn dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qedexe bikin lê ma hûn dê çawa rola birêz Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de qedexe bikin? Hûn dê vê heqîqetêçawa ji holê rakin? Îktîdara we ev yek ceriband lê we jî nekarî.
Heke bi qedexeyan tiştek bihata bidestxistin, heta niha gelek îktîdaran ji ber ku pirsgirêka kurd çareser nekirin îro di dîroka siyasetê de tune bûne. Weke DEM Partiyê em careke din vê bi bîra we tînin. Cewhera siyaseta me têkoşîn e. Hemû destkeftiyên me yên îro berhema wê têkoşîn, israr û biryardariyê ye. Me bedelên giran dan lê dev ji vê têkoşînê berneda û bernadin.
Banga min ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê ye; werin em bi hev re vê govendê mezin bikin. Gelê kurd dê dev ji govenda xwe bernede. Ne tenê govend; tehemûla nivîsên hişyariyê yên bi kurdî yên li xaka Kurdistanê û lewhayan jî nakin. Tirkiyeyê ev tişt di salên 90’î de jiya. Xwestin mudaxileyî peyzajên baxçeyan ên bi rengên kesk, sor û zer bikin. Banga me ji bo bloka îktîdarê ye; şerê xwe li ser kurdan nekin. Hûn civakê ber bi cihekî xetere ve dibin. Bi polîtîkayên neçareseriyê dawiya xwe neyînin. Van kesên bêsûc berdin.
Bi rojaye gel li dijî qanûna komujiyê li ser pêya ye. Weke DEM Partiyê ji roja ewil ve em li dijî vê qanûnê têkoşiyan. Me got ku dê şaredariyên me bi vê qanûnê nekin. Tevî vê jî ji ber hinek dîmenên li Farqînê, hewl didin vê têkoşîna DEM Partiyê manîpule bikin. Tiştên li wir tên manîpulekirin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê qanûnê bidome. Em ê bi vê qanûnê nekin. Dixwazim bibêjim ku nûçeyên ‘li Farqînê sewal tên komkirin û dibin stargehan’ rast nînin. Dixwazin manîpulasyonê bikin. Ji bo tedawiyê dibin stargehan.”