Ya ku li çiyê diqewimî efsaneyek bû. Ji zarokatiya xwe ve me li çîroka bi hezaran şehîdî guhdarî kir û hatin çiyê; ji bo bibin hevalên bi hezaran hevalan em tevlî têkoşînê bûn. Lehengên vê xakkê gelek in, vegotina wan zehmet e.
Dema ku mirov yekemcar navê Dilmaf dibihîze yekser dipirse. Gerîlayekî ku navê mîsyona xwe li xwe kiriye. ‘Lêgerîneriya li maf’ a bi lixwekirina maf destpê dike ku dil û mejiyê xwe daye têkoşînê. Ya ku ji Efrînê berê wî da çiyê divê ev be. Fedaiyekî ku bi mîsyona ji xwe re diyarkirî hewl da xwedî li navê xwe derkeve.
Yên ku wî nas dikin dibêjin: ‘Durust û fedaskar bû; ya herî girîng jî dilê xwe ji her hevrêyên xwe re vedikir. Hevrêyekî bi vî rengî dost bû, her hevrêyekî xwe di dilê xwe de hildigirt, di dilê xwe de cih dida her hevrêyekî’. Dema ku Dilmaf tê gotin, rû bi ken dikeve.
Gerîla Dilmaf li Efrînê ji dayik bû û di nava rastiya berxwedanê de mezin bû. Ji ber ku xwedî malbateke dilsozê xak û welatê xwe bû, Dilmaf bi van hestan mezin bû. Piştre jî ji zarokatiyê ve dest bi guhdarîkirina li çîrokên lehengiyê kir û hîn di temenê zarokatiyê de bi rastiya bênasnamebûna xwe hesiya. Her çend li saziyên asîmîlasyonê xwend jî aliyekî wî berê wî her tim dida warê azad çiyê. Ti carî neheqî qebûl nekir.
Sedemeke wî ya xurt hebû ku ji Efrînê berê wî dabû çiyê. Sedema me hemûyan weke hev jî be ji ber rastiya sosyo-polîtîk cuda ye. Têkoşîna azadiyê herî zêde ji malbata xwe bihîstibû. Hezkirina ku malbata wî dabû wî, di dilê gerîla Dilmaf de bûbû xwedî cihekî kûr. Di şexsê malbata xwe de bi hezkirina ji gelê xwe berê xwe dabû çiyê. Derketina serê çiyê ji bo wî xwedîderketina li nirxên xwe bû. Dilmaf ji zarokatiyê ve bi ruhê şoreşgerî xwe ji vê yekê re amade kiribû.
Gelê Xefrînê ku weke darên zeytûnê rehê xwe berdaye nava kûrahiyê û xwedî rastiyeke berxwedêriyê û serbilind e, ji bo parastina xwe her tim li derveyî dewletê ketiye nava lêgerîna demokrasiyê. Ji ber vê yekê jî Nûrî Dersimî û gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ev der ji xwe re kirin war.
Ev xaka ku xwedî li mîrateya Tevgera Apoyî derket ku pêşeng û rêberên xwe zêde ye, di nava xwe de bi hezaran leheng afirand. Bi hezaran fedaî vehewand, her wiha li dijî dijmin jî şer kir.
Gelek sedem hene ku berê Dilmaf Efrîn da têkoşînan azadiyê. Girtîhiştina Rêber Apo li Îmraliyê, berdêlên bi sallan û jinûve şînbûna hêviya şoreşê çend ji wan sedeman e. Ya ku bandora herî zêde lê kir jî xefleta gel di nav de bû. Li hemberî yên ku xiyanetê dikin, dest bi têkoşînê kir û peyamek da xelkê Efrînê.
Gerîla Dilmaf ji qetilkirina Çekdar Amed a li Efrînê gelekî bi bandor bû û ‘soz’ da. Ji bo careke din gel nekeve vê rewşê dest bi têkoşînê kir. Di sala 2014’an de beşdarî nava refên azadiyê yên berxwedana dîrokî ya Rojava bû û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tevlî şer bû, li qadên herî giran şer kir.
Piştî ku Efrîn ji aliyê çeteyan ve hate dorpêçkirin derbasî Efrînê bû û li xaka lê ji dayik bû û mezin bû, li dijî çeteyan şer kir; piştre jî heta demekê li Efrînê ma. Weke şervanekî ku ev taybetmendiya xwe parastî, salên dirêj li qada Rojava ma.
Hatina Çiyê ji bo gerîla Dilmaf xwegihandina xeyalê xwe bû. Ji ber vê yekê jî sala 2021’ê berê xwe da çiyayên azad. Li eniya ji şerê giran bi gotina ‘Divê ez jî li wir bim’ ispat kir ku milîtanê roja zehmet e.
Dilmaf bû nûnerê jiyaneke welê ku li gorî esasên milîtaniya pêşeng jiya. Bi karê xwe yê pratîkî, bi hesasiyeta xwe ya şoreşgerî li nava hevalên xwe bû cihê hurmetê; bi ked û fedakariya xwe her tim bû gerîlayek ku lê dihate gerîn.
Di demekê de ku li Zapê êriş giran bûn xwe gihand çiyê û xwest, xwe ji vî şerî re amade bike. Ji ber vê jî beşdarî perwerdeya branşê ya li qada pisporiyê bû û weke gerîlayekî şareza mezûn bû.
Dilmaf ku ewladekî leheng ê gelê li vê xaka pîroz bû, ji bo xwedî li vê mîrateyê derkeve her tim xwe li gorî vê bi rêxistin kir; di fedaîtiya APoyî de xwe heland û bû xwedî rastiyeke bi vî rengî ya milîtaniyê. Di kenê wî de jiyan, hevrêtî û ya herî girîng jî heskirina ji Rêber Apo dihate dîtin.
Gerîla Dilmaf heqîqet di dilê xwe de dît û xwe da vê heqîqetê. Ji bo wî kar esas bû ne gotin.
Gerîla Dilmaf li gorî mîsyona ku danî pêşiya xwe her tim xwest bi xurtî tevlî bibe. Ji ber vê jî ji bo karibe ji aliyê leşkerî, îdeolojîk û rêxistinî ve xwe şareza bike, di her mijarê de xwe perwerde kir. Perwerdeyê jî nasnameyek, îradeyek jê re afirand.
Baş zanîbû ku ji bo şerkirinê pêwîstî bi çi heye. Eger dil û mejiyê şervanekî têrê neke, cebilxane û lojîstîka xwe ya têrker hebe jî nikare şer bike. Ji ber vê yekê tevlî yek ji karên herî stratejîk ên rêxistinê bû. Bi giraniya barê xwe zanî bû, di şer de ji bo piştgiriyê bide hevalên xwe bi şev û roj xebitî.
Ji bo gerîla Dîlmaf ku bi dil û mejiyê xwe tevdigeriya, şer dihate wateya têkoşînê, milîtaniya hêja ya Apoyî û hevrêtiya ji hevrêyan re. Ji ber vê jî heta kêliya xwe ya dawî jî tevlî şerê herî giran û xetere bû û weke bîrdariyeke fedakariyê navê xwe li dîroka têkoşînê nivîsî.
Gerîla Dilmaf di 6’ê Sibata 2025’an de dema ku li ser erka xwe bû ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da.

