Yekşem, 29 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Newroz Uysal Aslan: Azadiya girtiyan dikin mijara bazarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çelik: Meseleya Kurd bi gihîştina hev a herdu aliyan çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Karaman: Em alîgirê aştiya mezin in

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê meclisên tenduristiyê yên alternatîf bên avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyê nexweş Hasan Turgay Taş bang hate kirin: Divê were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna rûspiyan de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê soz da: Heta rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên dîlgirtî em ê têbikoşin
Jin

YPJ’ê soz da: Heta rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên dîlgirtî em ê têbikoşin

Berdevka YPJ'ê di salvegera 10'emîn a qirkirina Şengalê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Heta ku hemû jinên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin bêne rizgarkirin û li xaka xwe ya pîroz Şengalê vegerin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di civîna çapemeniyê de Berdevka Navenda Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal, Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemd û Berpirsa Ofîsa Têkiliyên YPJ’ê Lena Hisên û her du jinên Êzidî Tawaf Dawûd Çeto ya 24 salî û Ezîza Xalid Elî a 25 salî ligel zaroka bi navê Xûnav amade bûn.

Rûksen Mihemed di destpêka civînê de axivî û wiha got: “3’ê Tebaxê salvegera  fermana 74’an a li ser Şengalê ye, bê guman dewleta Tirk a dagirker jî li pey vê fermanê bû. Êrîşa DAIŞ’ê li ser gelê me yê Şengalê êrîşeke li dijî mirovahî li dijî çand ol û netewekê bû, herwiha êrîşeke li dijî nirxa civakên resen yên li Rojhilata Navîn bû. DAIŞ bi zihniyeta mêr-dewlet û bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker xwestin gelê me yê Şengalê ango gelê herî qedîm di Rojhilata Navîn de qir bikin. 74 ferman derbas bûn, di her fermanekê de xwestin gelê Şengalê ji nirx, civakbûyîn, çand û ola wê yê resen dûrbixin û gel ji holê rabikin. Lê berxwedana gel û taybet jinên Êzidî û têkoşîna ku dane meşandin hişt ku heta roja îro ev têkoşîn bidome û ew li ser vê axê bimînin ku kes nikaribe wan ji holê rabike. Êrîşa DAIŞ ne tenê li dijî gelê me yê Êzidî bû, êrîşeke li dijî giştî Rojhilata Navîn bû û bi vê yekê re xwestin destwerdana Rojhilata Navîn bikin. Gelê qedîm ji holê rakirin nirxê mirovî û exlaqî ji holê rakirin e.”

Rûksen Mihemed di dewama axaftina xwe de got ku êrîşa 3’ê Tebaxê ji bîra wan neçûye û ji bîra civakê jî neçûye ji ber ku şahidî jêre kirine û wiha dirêjî da gotina xwe: “Bi hezaran jin û zarokên Êzidî dîlgirtin, di bazarên koletiyê de hatin firotin û gelek kes binax kirin, pêve girêdayî talankirin, tecawîzkirin û her tişt li ser gelê me yê Şengalê ferzkirin. Komkujiyên mirovahî ku giha asta komkujiyên şer li dijî gelê me yê Êzidî pêk anîn. Lê şervanên YPJ/YPG û gerîlayên azadiyê yên ku bi hawara Şengalê ve çûn, da ku wan ji qirkirinê biparêzin. Li wir pêşmergeyên PDK’ê hebûn ew gel û ax bi tenê hiştin û ew rûbirûyî êrîşên DAIŞ’ê re hêlan. Lê di vir de hêzên ku soza parastina gel û jinan dabûn, di parastin û xilaskirina Êzidiyên mayî de xwe îsbat kirin. Eger ev parastin neba, wê qirkirinek di astên herî jor de pêk hatiba û xeteriyên mezintir bi xwe re anî ba.”

Rûksen Mihemed da zanîn ku piştî 10 salan rizgarkirina jinên Êzidî ji YPJ’ê re kêfxweşî û nirxekî biha ye û wiha pêl da gotina xwe: “Êrîşa bi hişmendiya mêr-dewlet a DAIŞ’ê pêk hat hewl didan ku nasnameya jin û hebûna wê ji holê rabikin. Ji ber hebûna jinan ji holê rakirin hebûna civakê ji holê rakirin e. YPJ’ê bi vê erk û berpirsiyartiyên xwe yê exlaqî û dîrokî ji roja destpêkê a fermanê, bi erkê rizgarkirina jinên Êzidî radibe û soza parastina hemû gelan û taybet gelê Êzidî her nû dike. Li Şengalê piştî fermana 74’an û rêxistinbûyîna jinan di warê rêxistinî û civakî de ev dan nîşandan ku ew ê tu car neqedin, ew ê hebin û her hebin û jiyaneke birûmet û azad para wan be. Avakirin û rêxistinkirina saziyên jin û hêzên jin yên parastinê bersiveke ku ew ê kes nikaribe wan qir bike. Di salvegera êrîşa li dijî Şengalê de em soza xwe nû dikin, bi şervan û fermandarên YPJ’ê em ê her tim ji bo parastina hemû gel û jinan amade bin û soza ku ji kêliya destpêkê de me daye em ê heta dawî pêk bînin û destkeftiyên gel û jinên xwe yê Êzidî biparêzin.

Heta niha ji ber çarenûsa gelek jinên Êzidî ne diyar e, em ê jî têkoşîna xwe bidomînin heta ku jinek Êzidî di nav pencên DAIŞ’ê de bimîne, wê têkoşîna me bidome heta ku wan vegerînin ser axa pîroz a Şengalê.

Rûksen Mihemed balkişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker çeteyan ji herêmên dagirkirî Efrîn Serêkaniyê Girê Spî û Idlibê dibe û berê wan dide Başûrê Kurdistanê, dixwaze careke din gel rûbirûyê qirkirinê bihêle. Pêwîste gel, ciwan û gelê me yê Êzidî taybet li hember pilanên dagirkeriyê hişyar bin, divê ku pergala xwe ya parastinê xurtir bikin. Herwiha banga me ji civaka navdewletî, hemû hêzan û gelê ku şahidiya komkujiya Şengalê kirin, li hember pilanên dewleta Tirk ku dixwaze li Başûrê Kursdistanê pêk bîne, xwedî helwest û sekn bin. Birina DAIŞ ji Başûrê Kurdistanê re tê wateya pêkanîna fermaneke din li dijî gelê me yê Êzidî, Xirîstiyan, Ereb û Tirkmen e.”

Paşê her du jinên Êzidî bi kurtasî li ser revandina xwe û bûyerên ku li ber çavên xwe dîtine taybet jinên ku gihane asta xwekuştinê ji ber kiryarên DAIŞ’ê axivîn û di dawiyê de spasiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kirin ku ew rizgarkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tola komkujiya 3’ê Tebaxê bi rêxistinî û xweparastina jinê dikare bê hilanîn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 2’Ê TEBAXA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ermenistanê dewleta Fîlîstînê nas kir

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê ragihand ku bi navê gavek ji bo aştiya li Rojhilata…

Ji aliyê Stêrk TV

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rê û muxatebê çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Rê û muxatebê çareseriya pirsgirêka Kurd diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

Rayedarekî amerîkî got Washington plan nake ku hebûna leşkerên xwe ya li Bakur û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Marsîlyayê jin li dijî tundiya mêran û şeran meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star a Hesekê: Yekîtiya rêza Kurdî ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd pêwîst e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?