Di civîna çapemeniyê de Berdevka Navenda Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal, Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemd û Berpirsa Ofîsa Têkiliyên YPJ’ê Lena Hisên û her du jinên Êzidî Tawaf Dawûd Çeto ya 24 salî û Ezîza Xalid Elî a 25 salî ligel zaroka bi navê Xûnav amade bûn.
Rûksen Mihemed di destpêka civînê de axivî û wiha got: “3’ê Tebaxê salvegera fermana 74’an a li ser Şengalê ye, bê guman dewleta Tirk a dagirker jî li pey vê fermanê bû. Êrîşa DAIŞ’ê li ser gelê me yê Şengalê êrîşeke li dijî mirovahî li dijî çand ol û netewekê bû, herwiha êrîşeke li dijî nirxa civakên resen yên li Rojhilata Navîn bû. DAIŞ bi zihniyeta mêr-dewlet û bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker xwestin gelê me yê Şengalê ango gelê herî qedîm di Rojhilata Navîn de qir bikin. 74 ferman derbas bûn, di her fermanekê de xwestin gelê Şengalê ji nirx, civakbûyîn, çand û ola wê yê resen dûrbixin û gel ji holê rabikin. Lê berxwedana gel û taybet jinên Êzidî û têkoşîna ku dane meşandin hişt ku heta roja îro ev têkoşîn bidome û ew li ser vê axê bimînin ku kes nikaribe wan ji holê rabike. Êrîşa DAIŞ ne tenê li dijî gelê me yê Êzidî bû, êrîşeke li dijî giştî Rojhilata Navîn bû û bi vê yekê re xwestin destwerdana Rojhilata Navîn bikin. Gelê qedîm ji holê rakirin nirxê mirovî û exlaqî ji holê rakirin e.”
Rûksen Mihemed di dewama axaftina xwe de got ku êrîşa 3’ê Tebaxê ji bîra wan neçûye û ji bîra civakê jî neçûye ji ber ku şahidî jêre kirine û wiha dirêjî da gotina xwe: “Bi hezaran jin û zarokên Êzidî dîlgirtin, di bazarên koletiyê de hatin firotin û gelek kes binax kirin, pêve girêdayî talankirin, tecawîzkirin û her tişt li ser gelê me yê Şengalê ferzkirin. Komkujiyên mirovahî ku giha asta komkujiyên şer li dijî gelê me yê Êzidî pêk anîn. Lê şervanên YPJ/YPG û gerîlayên azadiyê yên ku bi hawara Şengalê ve çûn, da ku wan ji qirkirinê biparêzin. Li wir pêşmergeyên PDK’ê hebûn ew gel û ax bi tenê hiştin û ew rûbirûyî êrîşên DAIŞ’ê re hêlan. Lê di vir de hêzên ku soza parastina gel û jinan dabûn, di parastin û xilaskirina Êzidiyên mayî de xwe îsbat kirin. Eger ev parastin neba, wê qirkirinek di astên herî jor de pêk hatiba û xeteriyên mezintir bi xwe re anî ba.”
Rûksen Mihemed da zanîn ku piştî 10 salan rizgarkirina jinên Êzidî ji YPJ’ê re kêfxweşî û nirxekî biha ye û wiha pêl da gotina xwe: “Êrîşa bi hişmendiya mêr-dewlet a DAIŞ’ê pêk hat hewl didan ku nasnameya jin û hebûna wê ji holê rabikin. Ji ber hebûna jinan ji holê rakirin hebûna civakê ji holê rakirin e. YPJ’ê bi vê erk û berpirsiyartiyên xwe yê exlaqî û dîrokî ji roja destpêkê a fermanê, bi erkê rizgarkirina jinên Êzidî radibe û soza parastina hemû gelan û taybet gelê Êzidî her nû dike. Li Şengalê piştî fermana 74’an û rêxistinbûyîna jinan di warê rêxistinî û civakî de ev dan nîşandan ku ew ê tu car neqedin, ew ê hebin û her hebin û jiyaneke birûmet û azad para wan be. Avakirin û rêxistinkirina saziyên jin û hêzên jin yên parastinê bersiveke ku ew ê kes nikaribe wan qir bike. Di salvegera êrîşa li dijî Şengalê de em soza xwe nû dikin, bi şervan û fermandarên YPJ’ê em ê her tim ji bo parastina hemû gel û jinan amade bin û soza ku ji kêliya destpêkê de me daye em ê heta dawî pêk bînin û destkeftiyên gel û jinên xwe yê Êzidî biparêzin.
Heta niha ji ber çarenûsa gelek jinên Êzidî ne diyar e, em ê jî têkoşîna xwe bidomînin heta ku jinek Êzidî di nav pencên DAIŞ’ê de bimîne, wê têkoşîna me bidome heta ku wan vegerînin ser axa pîroz a Şengalê.
Rûksen Mihemed balkişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker çeteyan ji herêmên dagirkirî Efrîn Serêkaniyê Girê Spî û Idlibê dibe û berê wan dide Başûrê Kurdistanê, dixwaze careke din gel rûbirûyê qirkirinê bihêle. Pêwîste gel, ciwan û gelê me yê Êzidî taybet li hember pilanên dagirkeriyê hişyar bin, divê ku pergala xwe ya parastinê xurtir bikin. Herwiha banga me ji civaka navdewletî, hemû hêzan û gelê ku şahidiya komkujiya Şengalê kirin, li hember pilanên dewleta Tirk ku dixwaze li Başûrê Kursdistanê pêk bîne, xwedî helwest û sekn bin. Birina DAIŞ ji Başûrê Kurdistanê re tê wateya pêkanîna fermaneke din li dijî gelê me yê Êzidî, Xirîstiyan, Ereb û Tirkmen e.”
Paşê her du jinên Êzidî bi kurtasî li ser revandina xwe û bûyerên ku li ber çavên xwe dîtine taybet jinên ku gihane asta xwekuştinê ji ber kiryarên DAIŞ’ê axivîn û di dawiyê de spasiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kirin ku ew rizgarkirin.