Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Deklerasyona ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kenan Bîlgîn hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zexta li ser girtiyên jin û cezayên wan giran dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Polad hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo zimanê dayikê bang li gelê Kurd kir: Piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > REPAK: Berxwedan û têkoşîn wê pêşiya komkujiyan bigire!
Jin

REPAK: Berxwedan û têkoşîn wê pêşiya komkujiyan bigire!

REPAK’ê bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: ‘’Berxwedan û têkoşîn wê pêşiya komkujiyan bigire!’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK)  bi daxuyaniyeke nivîskî qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anî  û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke REPAK di 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de şervanên azadiyê yên ku di azadkirina Şengalê de cih girtine, ked dane, lehengî kirinê û şehîd bûne bi minetdarî bi bîr tînin û failên komkujiyê şermezar dikin.’’  

Naveroka daxuyaniya REPAK’ê bi vî rengî ye:

“Deh salan beriya niha li welatê me li dijî gelê Şengalê bi destên hêzên barbariya sedsala 21’an DAÎŞ’ê komkujiyeke mezin pêk hat.  Êş û hêrsa ku di encama Komkujiya Şengalê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêşketî hîn jî weke duh di bîra me de ye. Lewra em hemû welatiyên xwe yên ji her temenî ku di komkujiyê de jiyana xwe dest dane bi rêzdarî bi bir tînîn û meşa azadiyê ya ku jinên Şengalê jê re pêşengtiyê dikin, silav dikin.   

Gelê me yê Şengalê di nava dîrokê de 73 caran li rastî komkujiyan hatiye. Lê belê tevî hemû komkujiyan jî hemû caran kariye nasname, bawerî, çand û neteweya xwe biparêzin. Berwedana gelê me yê Şengalê her carê planên zalim, dagirker, şah û melîkan vala derxistiye. Ne pêkan e ku çandek, civakek û baweriyeke evqas qedîm bi hêsanî ji holê were rakirin.  Gelê me yê Êzîdî di her komkujiyekê de kariye xwe ji xweliyên xwe dubare zindî bike. Hêzên desthilatdar hewl dan ku bi destên qirêj û zalim ên DAÎŞ’ê re ew çand û baweriya  mirovahiyê ya berxwedêr ji holê rabikin. Lewra Komkujiya Şengalê weke fîlmekî xofê, weke şanoyeke barbarên sadsala 21’an e ku li pêşberî tevahiya cîhanê bi zindî hate temaşekirin. Em weke jin û cîvaka gelê Kurd baş dizanin ku ev komkujî ji aliyê kîjan neyar û dijmînên me ve hate kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ji nirxên mirovahiyê bêpar, bi hezaran jin, zarok û ciwan qetîl kirin revandin û destdirêjî li wan kirin û di bazaran de ew firotin.

Bi rastî jî ger şervanên azadiyê nehatibûna hawara gelê me yê Şengalê dibe ku felaketên hin mezintir jî pêk bihatana. Em di 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de şervanên azadiyê yên ku di azadkirina Şengalê de cih girtine, ked dane, lehengî kirinê û şehîd bûne bi minetdarî bi bîr tînin û failên komkujiyê şermezar dikin.

Belê Şengal hate rizgarkirin lê belê mixabin ku hê îro jî xeteriya li ser Şengalê neqediyaye. Hevkar û avakerên DAÎŞ’ê îro jî bi armanca tunekirina vîna gelê me yê Şengalê tevdigerin.  Hevpeymana 9’ê Cotmeha 2020’an û êrîşên bênavber ên dewleta Tirk nîşaneyên vê rastiyê ne. Êrişên ku bi balafirên bêmirov pêk tên, gefên dagirkeriyê û pêşîlêgîrtina vegera ji bo  Şengalê bingeha fermanên nû ne. 

Em weke REPAK’ê bang dikin ku werin di 10’emîn salvegera komkujiyê de ji bo eşkerekirina berpirsên vê komkujiyê em bi hev re hewldanên xwe mezin bikin. Komkujiya Şengalê rasterast weke êrîşeke li ser hebûn, nasname û vîna jinan pêş ket. Ji bo komkujî dubare nebîn û ji bo êşên xwîşken me yên Êzîdî bên pêçandin dîvê em bi berpirsiyarî tevbigerîn. Ev erkeke mirovî û wijdanî ye.

Komkujiya Şengalê bingeha xwe ji nîjadperestî, mezhepperestî û zayendeperestiyê girtibû.  Ji bo valaderxistina van êrîş û komkujiyan îro bi pêşengtiya jinên Şengalî  têkoşîneke mezin tê birêveberin.

Her wiha çend rojan beriya niha bi pêşengtiya TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê) li Bexda ya peytexta Iraqê bi dirûşmeya ‘Bi têkoşîna hevbeş li dijî qirkirina jinan bibe dengê xwepararastinê’ konferanseke mezin hate lidarxistin. Em jinên Kurd û Ereb ên ku beşdarî vê konferansê bûne silav dikin. Em helwesta jinan a ji bo têkoşîna hevgîrtî pêşketî, girîng dibînîn. Dubare hate îspatkirin tişta ku pêşiya komkujiyan bigere têkoşîn, berxwedan û azadiya jinan e. Garantiya adalet, wekhevî û demokrasiyê azadiya jinan e.  

Ji bo parastin û pêşxistina wan mafên mirovî divê em palpiştiya berxwedana jinên Şengalî bikin. Ji bo failên femîsîd û jenosîdê werin darizandin divê deng, dest û hêza me bibe yek. Bi ruhê hevgirtî, bi berxwedan û têkoşîna hevpar em ê pêşiya komkujiyan bigirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê em bibin yek deng
Nûçeya Pişt re KJAR: Êdî civaka Şengalê bi îdeolojiya Rêber Apo dikare xwe biparêze
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pezeşkiyan: Em ne li pey çeka nukleerî ne

Piştî daxuyaniya Serokê DYE'yê Donald Trump a têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê, Serokkomarê Îranê Mesût…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 23’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî

Endama Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê Xalîde Engîzek anî ziman ku dibe ku PKK weke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyên şehîdên girtîgeha Kobanê wê sibe werin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Însiyetîfa Gel a Rojava êrîşên provokatîf şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Hikûmeta Demkî berpirsê bûyerên li Kobanê ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Divê tu kes destûr nede tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?