În, 3 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîteya Çalakiyê ya Fîlîstînê êrîşa li ser Fîloya Sumud şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gianfranco Fattorini: Pêvajo divê li ser zemîna hiqûqî bê rûniştandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Şamê ne tenê sûcan vedişêre, sûcdaran jî xelat dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê lîsteya namzetan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: Divê mafê hêviyê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rûken Jîrkî: Hevala Emîne fermandara pêşeng a artêşa me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî bersiva peyama Rêber Apo dan: Têkoşîna me xurttir bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pir a dîrokî restorasyona sexte: Kevirê dîrokî ne li şûna xwe ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Mexmûrê: Konseya Ewropa divê zextê li Tirkiyeyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya ji bo Şengalê: Ez hebûn û mafên we diparêzim

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meşvanên jin li ser ‘Rêya Azadiyê’ silav ji Îmraliyê re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya jinan hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê dewam

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê pergala Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar dest bi çalakiyên têkildarî 9’ê Cotmehê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin: Em ji bo gelan dimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka li ser Kurdên Anatoliya Navîn li Skandînavyayê hate nasandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma Vartinîs wê li Berlînê bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed wê ji fîlmên dokûmanter têr bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê ‘Heval Birako’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li her derê zilmê li Kurdan dikin
Rojava

Li her derê zilmê li Kurdan dikin

Di dîrokeke ku hebûna gelê Kurd jî tine tê hesibandin de, Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li dijî çand û zimanê gelê Kurd, dijminahiya xwe carek din nîşan da. Ev konsepta êrîşkar polîtîkayên li dijî gelê Kurd ên li Sûriyeyê û berxwedana gelê Kurd anî bîra me.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Gelê Kurd di tevahiya dîrokê de rastî êrîşên sîstematîk ên li ser ziman, nasname û çanda xwe hatiye. Di her kêliya têkoşîna hebûnê ya Kurdan de ev êrîş şopên kûr çêkirine û bandor li kevneşopiya wan kiriye. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi sedan sal in ji aliyê desthilatdariyên cuda ve tên pêkanîn, mafên Kurdan ên bi ziman û çanda xwe bi awayekî azad bijîn, desteserkirin û qedexe kirin. Gelê Kurd ji dîrokê heta roja îro rastî gelek qedexeyên ziman, asîmlasyona çandî û êrîşên qirkirinê hatine. Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê ji ber ku hin ciwan li ber stranên Kurdî govend gerandine û dirûşme berzkirine rastî êrîşan hatine û 9 ciwan hatin girtin. Ev êrîş piştî wê berfireh bû û li gelek bajaran serdegirtin çêbûn û ciwan hatin girtin. Dîmenên binçavkirin, girtin û êşkenceyê careke din pêkanînên li dijî gelê Kurd ên li Sûriyeyê dijîn, anî bîra me.

JI MAL Û WARÊN XWE HATIN DERXISTIN Û BÊ AX HATIN HIŞTIN

Di qanûna ku di sala 1952’an de li Sûriyeyê hatiye derxistin de, rêziknameyên girêdayî qadên çandiniyê tê de cih digirin. Her wiha di biryara bi hejmar 193’an de ev tişt hat gotin; “Heta ku pêşî biryar ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve neyê dayîn, wê ti mafê kirîn û firotina erdê li herêmên li ser sînor neyê dayîn an jî guhertin.” Ev qanûn bi qanûna bi hejmara 75’an a sala 1964’an hat guhertin û li gorî vê qanûnê Hesekê bi temamî weke herêma sînor hat diyarkirin. Di kongreya 3’yemîn a Partiya Baas’ê de ya sala 1966’an bi xala pêncemîn, desteserkirina erdên Kurdan hate erêkirin û di xalê de ev tişt hate gotin; “Divê erdên bi dirêjahiya 350 km û bi kurahiya 10-15 km li ber sînorê Tirkiyeyê weke milkê dewletê bên destnîşankirin û ev erd li gorî pêkanîna ewlekariya dewletê bên bikaranîn.” Di 24’ê Hezîrana 1966’an de gavên pêşîn ên pêkanîna Kemera Ereban ket dewrê. Rejîmê bi hezaran cotkarên Kurd bi hinceta ku herêm bûye herêma ewlekariyê ji herêmê derxist. Armanc ew bû ku dewlet dest deyne ser van erdan û li gorî dilê xwe sûdê ji wan werbigire. Rejîma Baas, ji bo pêşî li nerazîbûnên tevgerên siyasî yên Kurd ên li dijî kemera Ereban bigire, di 20 û 21’ê Tebaxa 1966’an de li herêma Cizîrê li dijî welatparêzên Kurd pêleke berfireh a binçavkirinê dabû destpêkirin. Rejîma Sûriyeyê di destpêka sala 1967’an de dema derbasî qonaxa duyemîn a pêkanîna kemera Ereban bû, êrîşên xwe li dijî Kurdên ku xaka xwe neterikandine, pêk anî. Rejîma Sûriyeyê ku gelek cotkar binçav kir, bi dehan mirovên nexwestin gundên xwe biterikînin jî qetil kir. Di 24’ê Hezîrana 1974’an de Partiya Baas biryara bi hejmar 521 derxist. Bi vê biryarê re qonaxa sêyemîn a projeya kemera Ereban destpê kir. Erebên Reqa û Tebqayê ku malên wan ji ber bendava Firatê di bin avê de man, ber bi herêma Cizîrê ve hatin şandin. Kurd jî ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin.

LI SER AXA XWE MÎNA BIYANÎ HATIN PÊNASEKIRIN

Herêma Cizîrê ku ji sedî 40 hilberîna genim û ji sedî 80 hilberîna pembo, garis ya Sûriyeyê pêk tîne û bi derketina petrolê re hîn bi qîmettir bû, weke berdewamiya siyaseta bicihkirina Ereban, di 5’ê Cotmeha 1962’yan de li Hesekê serjimariyek hat kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî piştî vê serjimariyê, bêhtirî 200 hezar Kurd weke biyanî hatin qeydkirin û dora 75 hezar Kurd jî bêqeyd hatin hiştin. Ji bo Kurdên ku weke hemwelatiyên Sûriyeyê nayên dîtin jî biryarên mîna, nikarin cihên xwe di nava saziya rejîmê de bigirin, avahî û erd bistînin û li zanîngehan bixwînin hatin rêzkirin. Ji ber vê yekê, piştgirî nedan aboriya herêmên Kurdan û veberanîn nehat kirin. Ev yek bû sedem ku li herêmê bêkarî zêde bibe û aborî qels bibe. Her wiha zextên li ser çand û nasnameya Kurd ji bo domandina xebatên çandî û ziman jî zehmetî çêkir. Axaftina bi zimanê Kurdî bi awayekî veşartî hat berdewam kirin. Hawireke ku ewlehiya jiyana gelê Kurd bixe xeteriyê hat avakirin.

NAVÊN BI KURDÎ QEDEXE KIRIN

Heta navên Kurdî li zarokên gelê Kurd ên ku, ziman, nasname û hebûna wan tine hat hesibandin kirin, hate qedexekirin. Zarokên ku li malê weke Kurdistan dihat bangkirin, li ser nasnameya wan weke Gulîstan dihat qeydkirin. Zarokên Kurd ên ku bi du navan hatin dinê, weke Kurdek jidayik bûn, lê bi Kurdî nejiyan. Zarok û gelê Kurd ên ku neçar man çand û edetên xwe bi awayekî veşartî bijîn, ji bo ziman, çand û nasnameya xwe bidin jiyîn, her firsendê veguherandin qadên serhildanê.

MÎNAKA SERÎRAKIRINÊ: SERHILDANA QAMIŞLO

Di 2’yê Tîrmeha 1979’an de hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê herêmê bû mîladek. Gelê ku li ber tinebûnê bû, ji bo dîtina Abdullah Ocalan, berê xwe dan Şam, Heleb û Lubnanê û ji ramanên wî sûd wergirtin. Li ber sîstema ku bi salan e zextê li wan dikir rabûn û girîngiya ruhê serhildanê nas kirin. Yek ji siyaseta qirkirinê ku di sala 2004’an de li dijî gelê Kurd di bin navê lîstikê de pêk hat, gelê Kurd veguherand Serhildana Qamişloyê. Di 11’ê Adara 2004’an de, di navbera tîma futbolê ya Kurd a bi navê Cîhad û tîma Ereban a bi navê Fîtûwe ku ji Dêrazorê hatibûn dê lîstikek pêk bihata. Hin kes di lîstikê de ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve bi taybetî hatibûn wezîfedarkirin, li dijî Kurdan dirûşmeyên provokatîf ên mîna “Bijî Sedam Hûseyîn”, “Bila bimirin pêşengên Kurdan” û Helepceya duyemîn wê bê serê we” berzkirin. Gelê Qamişloyê jî nerazîbûn nîşanî dirûşmeyan dan. Li ser vê yekê koma êrîşkar ku ji berê ve amadekarî kiribûn, bi kêr, kevir û çekan êrîşî gelê Qamişlo kirin. Polîs û leşkerên rejîma Baas’ê jî li şûna mûdaxeleyê êrîşkaran bike, êrîşî gelê Qamişlo kirin. Bi bihîstina bûyerê re gelê Qamişlo ber bi stadyûmê ve meşiyan. Lê belê vê carê jî bi fermana berpirsyarê Hesekê Selîm Kebûl polîsan girse gulebaran kir.  Li dijî vê êrîşê Kurdên li Şam û bajarên din ên Sûriyeyê bi taybetî li bajarên Rojavayê Kurdistanê dijîn, rabûn serhildanê. Di serhildana ku bi rojan dewam kir de mirovên jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û hatin girtin çêbûn. Piştî rojekê, di 13’ê Adarê de li Qamişloyê serhildaneke gelekî mezin pêk hat. Bi hezaran kes li ber Mizgefta Qasimlo hatin cem hev û ji bo veşartina şehîdên xwe dest bi meşê kirin. Gelê Amûdê û Tirbespiyê jî ji bo beşdarî vê serhildanê bibin berê xwe dan bajarê Qamişloyê. Ji ber ku hikûmeta Şamê rê li trafîkê girt, gelek kes bi peyatî xwe gihandin Qamişloyê. Li ber hêrsa gel, Baas’ê saziyên xwe vala kirin û neçar man ji herêmê birevin. Girseya ku nêzî 600 hezar kesî bû tevî astengî û êrîşan jî cenazeyan birin goristanê û veşartin. Ji dema ku rejîma Baas’ê dewleta Sûriyeyê xist bin kontrola xwe û pê ve cara ewil di 13’ê Adarê de serhildana Kurdan heta Şamê belav bû. Hêzên dewletê bi çek û komkujiyan bersiv dan xwepêşandêrên aştîxwaz û demokratîk.Li dijî êrîşên hêzên dewletê, gelê Kurd li Dirbêsiyê û Amûdê peykerên Hafiz Esed anîn xwarê û avahiyên hikûmetê yên li Kobanê dorpêç kirin.

RUHÊ BERXWEDANÊ DI 19’Ê TÎRMEHÊ DE BI ŞOREŞA ROJAVA RE XWE ÎSBAT KIR

Di sala 2011’an de dema ku aloziya Sûriyê destpê kir, gelê Kurd agirê şoreşê ya beriya 12 salan, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê vêxist. Piştî vê gel li bajarên wekî Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir û Hesekê rêveberiya xwe îlan kir. Ev pêvajoya ku bi pêşengiya Kurdan dest pê kir, bi demê re bi tevdlîbûna gel û baweriyên din re bi rêveberiya xweser re tacîdar bû. Herî dawî di sala 2014’an de 21’ê Çileyê li Cizîrê, 27’ê Çileyê li Kobanê û 29’ê Çileyê jî li Efrînê Rêveberiya Xweser hatin îlankirin. Li Herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gel, bawerî û mezheb jiyaneke hevbeş ava dikin, di Kanûna 2023’yan de hevpeymana civakî hate erêkirin û ev yek careke din nîşan da ku gel dikarin di nava yekîtî û hevgirtinê de bijîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku avakirina civakê di nava hawirdoreke şer de pêş ket û her roj pêşketineke nû pêk tîne, di bin banê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de weke 7 kantonan xwe bi rêxistin dike. Di pêvajoyeke ku rejîma Baas’ê yê ku li her deverê Sûriyeyê li dijî Kurdan zilm pêk dianî û niha pergala wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hildiweşe de, li Tirkiyeyê jî polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd ku her diçe dijwartir dibe. Hikûmeta Şamê li cihê ku nîqaşên hevdîtin û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ser qirkirina Kurdan pêk bînin, divê berê xwe bide gelên ku li Sûriyeyê dijîn, bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyaloqan pêş bixe û ji bo naskirina hebûna gel gavan bavêje.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed! (232)
Nûçeya Pişt re ROJEVA 3’YÊ TEBAXA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Beriya vegera Trump ji Koreya Bakur ceribandineke nû ya fuzeyên balîstîk

Koreya Bakur hefteyek beriya ku Serokê DYE'yê Donald Trump dest bi wezîfeyê bike, çend ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Sîgûrdsson: Nabe ku tecrîd bi vî rengî dewam bike

Serokê berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Starta çalakiyên 8’ê Adarê yên Başûr li cihê Zelal Zagros lê şehîd bû hat dayîn

Jinên Başûr li cihê ku jina şoreşger, siyasetmedar û pêşeng ya Kurd Zelal Zagros lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyê du şervanên QSD’ê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî dan malbata şehîd Ferec Qemer El Îd

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Laziqiyeyê bi dehan kes ji kar hatin derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?