Ji ber salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê tevahiya rojê cihên kar hatin girtin û bi dehan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de kesên di berxwedana Şengalê de şehîd bûn hatin bîranîn û xiyaneta PDK’ê careke din di her platformê hate şermezarkirin.
Meşa bi dirûşmeya ‘Ji Qirkirin û Koletiyê ber bi heta Xweserî û Azadiyê ve’ ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes tevlî bûn.
Di meşê de bênavber dirûşmeyên, ‘Bimre Xiyanet’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ hatin berzkirin û berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê hatin silavkirin.
Di meşê de wêneyên qurbaniyan û şehîdên pêşeng yên Êzidiyan hatin rakirin.
Komek jinên ciwan ji bo şermezarkirina dîl girtin û firotina jinan ji aliyê DAÎŞ’ê ve cilên reş li ber kirin, xwe zincîkirin û wêneyên jinên hatine dîl girtin û qetilkirin rakirin.
Meş li ber Meclîsa Gel destpêkir û heya nêzî Mekteba Zarîfa Osê (Mekteba Sor) ku weke zindan û êşkencexaneyê ji bo Êzidiyan hatibû bikaranîn dewam kir.